Thursday, February 18, 2010

BDP li Rihayê bû qasida aştiyê

BDP li Rihayê bû qasida aştiyê
Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) li Rihayê zend û bendên xwe badaye û malbatên ku dijminahiya hev dikin li hev tîne. BDP'ê 4 malbatên di navbera wan de dijminantî hebû li hev anîn û aştî çêkir. Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, diyar kir ku hêza kurdan a ku pirsgirekên xwe çareser bike heye û xwest ku kurd şerê navxweyî nekin.

Li herêmê ku di salên berê de ji ber nezanîn û xizaniyê pevçûn derdiketin û di navbera malbatan de dijminantî pêk dihat niha hêdî hêdî bi hewldana siyasetmedarên kurd ev vedigere sulhê. Rêxistina BDP'ê ya Rihayê ji bo ku dijmimantiya di navbera malbatan de bi dawî bike zend û bendên xwe badan û ket nava hewldanên aştiyê. Di encama hewldanên BDP'ê de 4 malbatên ku di navbera wan de dijminantî hebûn li hev hatin û aştî pêk anîn. Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, Serokê berê yê Rêxistina DTP'a hate girtin yê Rihayê Îbrahîm Ayhan, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Rihayê Celîl Sorîcî û rêveberên BDP'ê Malbata Çelîk a gundê Axwêrana Çelo û Malbata Dogan a Gundê Tehtokê dijmimantiya 15 sal berê dest pê kiribû bi aştiyê bi dawî kir. Li aliyê din li Navçeya Pirsûsê jî Malbata Oz û Ak ên li Gundê Xirabsor ku 6 salin dijminantî heye li hev anîn û aştî çêkir. Heyeta BDP'ê ku ji Parlementerê BDP'ê Îbrahîm Bînîcî, şaredarên BDP'ê yên navçeyan û rêveberên BDP'ê pêk dihatin di serî de çûn Gundê Axwêrana Çelo. Heyet ji aliyê gundiyên Axwêranê ve bi girseyî hate pêşwazîkirin. BDP'ê Malbata Çelîk û Dogan li vir li hev anî aştî di navbera wan de ava kir. Di merasîmê de mezinên malbata Çelîk û Dogan destê hev girtin û dawî li dijminantiya 15 salan ku bi kuştina kesekî dest pê kiribû anîn.

'Gel aştî û biratiyê dixwaze'

Parlementer Îbrahîm Bînîcî di torena aştiyê ya Gundê Axwêrana Çelo de axaftinek kir û diyar kir ku dijmantiya di navbera malbatên kurdan de zirarê dide herdu aliyan û fêda wê nakeje tu kesî. Bînîcî, destnîşan kir ku di salên dawî de gelê kurd bi têkoşîna xwe nirxên pir biha avakirine û xwest her kes li dora van nirxan kom bibe û li van nirxan xwedî derkeve. Ji ber ku malbatan daxwaza BDP'ê bi cih anî û li hev hatin spasiyên xwe ji malbatan re kir û xwest ji niha û şûnde hemû gelê kurd di nava hezkirinek mezin û tifaqiyek xurt de têkoşîna xwe bimeşînin. Bînîcî, anî ziman ku gelê kurd ji wan aştî û biratiyê dixwaze û ew jî vê daxwaza gel bi cih tînin. Bînîcî da zanîn ku pirsgirêka gelê kurt tev yek e û xwest her kes li ser çareseriyê têkoşînê bimeşîne.

'Pirsgirêkên kurdan yek e'

Heyeta BDP'ê piştî li gundê Axwêranê malbatên Çelîk û Dogan li hev anîn, derbasî Gundê Xirabsorê yê Navçeya Pirsûsê bûn. Heyeta BDP'ê li vir jî Malbata Oz û Ak ku 6 sal berê di şerê navbera herdu malan de 2 kes hatibûn kuştin aştî pêk anî. Di xwarina aştiyê de li gel gundiyan gelek welatiyên gundên derdorê jî beşdarî merasima aştiyê bûn. Îbrahîm Bînîcî li vir jî axivî û destnîşan kir ku êdî hêza kurdan ku pirsgirêkên xwe çareser bikin û birînên xwe derman bike çêbûye. Bînîcî xwest êdî di nava gelê kurd de bûyerên bi vî rengî bes pêk bên û da zanîn ku bûyerên bi vî rengî zirarê didin yekîtî û tifaqa gelê kurd. Bînîcî xwest ku navçeya Pirsûsê di warê yekîtî û tifaqê de ji her kesî re bibe mînak û da zanîn ku pirsgirêk û êşên kurdan hevbeşin.

Bînîcî piştî axaftina xwe ji ber ku malbata Oz û Ak, BDP guhdarî kir û neşikand, malavayî da herdu malbatan û serkeftin ji wan re xwest.

'Divê kurd pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin'

Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Pirsûsê Mahmût Ekmez jî di merasîma aştiyê de axivî û da zanîn ku kurd ji dewletê aştî, edalet, wekhevî û demokrasiyê dixwazin. Ekmez xwest berî her tiştî kurd di nava xwe de daxwazên xwe pêk bînin û tifaqa xwe û yekîtiya xwe xurt bikin. Ekmez, da zanîn ku êdî dema dijminantiyê derbas bûye da zanîn ku Pirsûs navenda nirx, tekoşîn û aştiyê ye. Ekmez, xwest her kes li van nirxên giranbiha xwedî derkeve. Piştî axaftinan Malbatên Oz û Ak destên xwe dan hev û aştî pêk anîn.

No comments:

Post a Comment