Wednesday, February 17, 2010

PÇDK piştgirî dide Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê



(HAWAR NET) -- Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê aşkere kir ku alîgir û endamên wê dê dengên xwe bidin Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê.
© HAWAR NET 2010 Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin aîdî HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.

Endama civata rêvebirina PÇDK’ê Necîbe Omer diyar kir ku alîgir û endamên partiya wan dê dengên xwe bidin Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê.

Omer da zanîn ku di çarçoveya Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê de, PÇDK dê dengên xwe bide endamê Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê yê di Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê de.

Ji aliyê xwe ve endamê civata rêvebirina PÇDK’ê Bekîr Mecîd jî li ser vê mijarê wiha got:”Di çarçoveya wê rêketinê ku partiya me digel Zehmetkêşan îmze kiriye, em namzetên xwe han didin ku dengên xwe bidin endamê Zehmetkêşan û Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê.”

Tirkmen piştgirî didin Hevpeymaniya Kurdistanê

Duh li baregeha melbenda Xaneqînê ya YNK’ê, kargêr û berdevkê polîtburoya YNK’ê Mela Bextiyar pêşwazî li jimareyek ji nûnerên birayên tirkmenên Xaneqînê kir.

Bextiyar di hevdîtinekê de got:” Li Xaneqînê hemû çîn û tebeqeyên bajrê bêyî cidayî bi hev re dijîn. Rola birayên tirkmen li Xaneqînê pir girîng e ku her tim piştgirî li prosesa demokrasiyê kirine. Piştî prosesa azadiya Iraqê ji bo jinûveavadankirina Xaneqînê kurd,ereb û tirkmen xwedî heman helwestê bûn.Divê birayên tirkmen di prosesa hilbijartinê de xwedî roleke girîng bin daku madeya 140ê bê bicihanîn û Xaneqîn vegere hembêza Kurdistanê.”

Nûnerên tirkmenên li Xaneqînê jî soz dan dê dengê xwe bidin Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê.
(Servîsa nûçeyên rojevê)

© HAWAR NET 2010

No comments:

Post a Comment