Thursday, February 25, 2010

Sultan Erdogan


25/02/2010

RIZOYÊ XERZÎ

Berî demekê dîsa dema ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan hin zirt û fortên plankirî li Israîlê kir û qaşo hesabê kuştina zarokên Filistînê kir. Di wê demê de li nava xwepêşandanên filistîniyan wêneyê Erdogan hate hildan û li ser nivîsandibûn Sultan Erdogan. Bi rastî dema mirov bala xwe dide kiryarên vê hikûmetê di hin aliyên xwe de dema seltanetên Osmaniyan tîne bîra mirov. Ma gelo ew filistîniyên ku ew wekî Sultanê xwe îlan kirin nizanin ku hikûmeta wî ciwan û zarokên kurdan li nava rojê di kolanan de li ber çavên xelkê dikujin. Ma gelo rojnamevanekî ku pirsa kuştina ên wekî Ugur Kaymaz, Enes ATA, Abdullah Duran Ceylan ONKOL û zarokên kurdan ên din jê bike li tu deverê peyda nabe?
Hikûmeta Erdogan tu fikr û ramanên li derveyî xizmeta partiya xwe qebûl nake û dixwaze hemû sazî û rêxistinên dewletê ên fermî û ên sivîl bixe bin bandora xwe û bikişîne ser xeta xizmeta berjewendiyên AKP’ê. Îcar ev Sultanê ku ez behsa wî dikim ne ew Sultanê ku filistîniyan ew wekî qehreman nîşan da lê ew Sultanê ku hemû zagon û maf û edalet di bin lingê xwe de diperçiqandin û ew li gorî berjewendiyên xwe eyar dikirin.
Lewra ev girtina hilbijartiyên kurdan ji rêveber û şaredaran bigire heta bi zarokên kurdan jî beşek ji kar û barê di riya avakirina vê Seltanatê de ye. Her wiha cezayê ku li xwediyê rojnameya Azadiya Welat hate birîn û daxwaza 21 sal û 3 meh zindan a der barê hevalê me Ozan Kilinç de derket biryareke ku ferman û zagonên kevnar ên seltenat û Qraliyetên berê tîne bîra mirov. Piştî vê biryarê bi çend rojan hevalê me yê din Vedat Kurşun ê ku ev serê salekê di zindanê de ye anîn dadgehê û dad edaleta AKP’ê der barê vî hevalê me de jî bi giştî 525 sal cezayê zîndanê tê xwestin.
Her kes dizane ku zagon û dad ji bo kurdan berê li vî welatî gelekî bêalî tevdigere û para herî mezin ji ceza û kuştin û girtinê ya kurdan e. Vê hikûmetê jî ev xet bêtir aşkera meşand û hin tiştên nû lê zêdekirin û ne tenê li dijî kurdan lê li dijî saziyên dewletê ên tirkan jî ketin nava liv û tevgerê. Saziya dadgeha bilind a ku pêwîst e ji her sazî û kesayetiyan bêtir bêalî be ji ber ku ne ji sedî sed di bin xizmeta hikûmeta AKP’ê de ye ew jî rastî êrîşa polîsên Sultan tê û derdor li wan jî tê tengkirin.
Hêdî hêdî ev komar bi alî qraliyet û Seltanatê ve tê kişandin û tê xwestin ku hemû sazî û dezgehên fermî û yên sivîl tev di bin xizmeta AKP’ê de bixebitin. Çi sazî û dezgehên ku xwedî fikreke cuda ên vê Seltanatê bin divê wan bigirin û bişînin zindanê. Pêwîst e ku hemû kes, sazî û dezgeh di bin xizmeta Sultan û Seltanatê de tevbigerin da ku bikaribin li vî welatî bijîn.
Israîl dixwaze bi riya vê hikûmetê armancên xwe li Rojhilata Navîn pêk bîne û vê hikûmetê wekî parêzvanê berjewendiyên xwe dibîne û ji bo AKP bi ereban bidin qebûlkirin û wî Sultan îlan bikin rê dide Erdogan ku hin zirtan bike û di heman demê de bi milyonên dolaran çekên herî pêşketî difroşe hikûmeta wî. Yanî hem ev hikûmet bi trilyon dolaran dide hikûmeta Israîlê û hem wî bi çend zirtan dike Sultanê ereban û qehremanê ku bi tenê serî li ber Israîlê hildide.
Ji aliyekî din ve jî ev operasyona dawî ya ku li dijî hin generalên artêşê hate lidarxistin û zêdeyî 40 berpirsyarên payebilind hatin binçavkirin jî dîsa nîşan dide ku AKP dixwaze hemû sazî û dezgehan li gorî kêfa xwe saz bike û bixe bin xizmeta siyaseta xwe. Bêguman di van karan de AKP ne bi tena serê xwe tevdigere ji aliyekî Amerîka û Israîlê ji aliyekî din ve cemaetên wek ên Fethulah Gulen û bêguman beşek mezin ji artêşê jî di nava vê planê de ne. Dawî kesek nizane ku wê Tirkiyeyê ber bi ku ve were ajotin pêşeroj û pêşdîtinên di vî warî de ne ji xêrê re xuya dikin. Lê di nava vê xirecir û hesabên bi plan de kurd jî divê hay ji xwe hebin ji bo ku li ber lingan neçin.


No comments:

Post a Comment