Wednesday, February 24, 2010

'Ez nizanim ku min çima ceza girt'

Doza zarokê bi navê E. A. yê 15 salî ku li Edeneyê bi îdîaya tevlî çalakiyên derzagonî bûye dihat darizandin, bi dawî bû. Heyeta dadgehê 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê da. E. A., diyar kir ku li qereqolê, polîsan bi darê zorê kevkanîkekê dane destê wî û wiha got: "Ez hêj jî nizanim ku min çima ceza girt."

Doza der barê 16 kesên ku 5 jê zarok a bi hinceta tevlî çalakiyên piştgirîdayîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûne, li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê bi encam bû. Lijneya dadgehê bi hinceta 'Tevlî ku ne endamê rêxistinê ne, li ser navê rêxistinê sûc pêk anîne', 3 sal, mehek û 15 roj, bi hinceta 'li dijî hêzên ewlehiyê muxalefetê kirine' 8 meh, bi hinceta 'gef xwarin' 5 meh û 16 roj û bi hinceta 'propagandaya rêxistinê kirine' jî 5 meh cezayê girtîgehê da 5 zarokên bi navên L. O., D. Ç., A. E., M. O. û O. D.'an

Zarokê bi navê E. A. yê ku diçe pola 8'emîn a dibistana seretayî, ji bo alîkariya aborî ya malbata xwe bike, piştî dibistanê, diçe dixebite. E. A. ji ber ev cezayê ku lê hatiye birîn, matmayî maye. E. A. wiha got: "Ez nizanim da ku ez dê çi bikim."

'Ez bi topê dilîstim'

E. A. roja hatiye binçavkirin vegot û da zanîn ku ew di wê demê de li kuçeyê bi topê dilîst. E. A. wiha lê zêde kir: "Me bi topê dilîstin. Min carek dît ku çalakvan bi aliyê me ve tên. Çalakvan di taxa me re derbas bûn. Ji ber ku em tevlî bûyeran nebibûn, em nereviyan û me lîstika xwe domand. Lê piştre polîsan ez binçavkirim. Dema ku ez li erebeyê suyar kirim jî li min didan. Piştre polîsekî kevkanîkekê xist destê xwe û ji min re got 'ev a we ye'. Min got na. Lê dîsa li me dan. Ez hê jî nizanim ku ji ber çi min girtin bin çavan û min girtin.

Dayika E. A. Ayşe A. jî diyar kir ku dema kurê wê girtine, kurê wê bi hevalên xwe re li kuçeyê dilîstin û wiha got: "Dema ku kurê min binçavkirin, serê wî şikenandin. Niha jî ceza dan wî. Tu sûcê wî jî tune bû."

No comments:

Post a Comment