Friday, February 19, 2010

'Kesên ji bo zarokên kurdan dengê xwe dernaxin îro dikin hawar'

'Kesên ji bo zarokên kurdan dengê xwe dernaxin îro dikin hawar'
BDP'ê li Pirsûs û Geverê kongreyên xwe pêk anîn. Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di Kongreya Pirsûsê de diyar kir ku Ocalan rastiyek Tirkiyeyê ye û got: "Ger ku Hikûmeta AKP'ê dixwaze pirsgirêka kurd çareser bike, gel bi helwesta xwe ya li dijî kompla 15'ê Sibatê riya çareseriyê nîşanî hikûmetê da." Demîrtaş, HSYK jî rexne kir û anî ziman ku Daniştay, Dadgeha Bilind û Wezîrê Dadê ku dengê xwe ji bo girtina zarokan dernaxe îro hawara wan e.

Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gulten Kişanak, piştî hatin hilbijartin û şûnde, li Navçeya Pirsûs a Rihayê bi gel re hatin cem hev. Hevserokên BDP'ê Demîrtaş û Kişanak, li Bajaroka Elîgor a Pirsûsê ji aliyê heyat BDP'ê ku ji endam û rêveberên BDP'ê pêk dihat hatin pêşwazîkirin. Piştre Heyeta BDP'ê bi konvoyek mezin ji Bajaroka Elîgor çûn Pirsûsê û li Pirsûsê jî ji aliyê sedan kesî ve hatin pêşwazîkirin, Şaredariya Pirsûsê ziyaret kirin. Kişanak di ziyaretê de girtina Şaredarê Pirsûsê Etem Şahîn şermezar kir. Kişanak, diyar kir ku operasyona li dijî BDP'ê li dijî vîna gel e û gel dê bi têkoşîn û rêxistinkirina xwe bersîvê bide van operasyonan.

Hevserokên BDP'ê Demîrtaş û Kişanak, piştî ziyareta Şaredariyê beşdarî 1'emîn Kongreya BDP'ê ya Navçeya Pirsûsê bû. Kişanak û Demîrtaş, li gel sedan kesî heta Salona Dawetê ya Awesta ku kongre lê pêk hat meşiyan. Di meşê de komê bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Ciwan fedaiyên Apo ne" "Deşta Pirsûsê hêlîna Apociyan e", "Be Serok jiyan nabe", "Bi can bi xwin em te ra ey Serok" û "Şehît namirin" berz kirin. Li salona dawetê ku kongre lê pêk hat panqarta wêneyên şaredaran hatine girtin û "An aştiyek bi rûmet, an jî berxwedanek bi hişmet" hatin daliqandin.

'Ji bo azadiya Ocalan herî zêde dê Riha têbikoşe'

Piştî hevserokên BDP'ê ketin salonê, kongreyê bi peyama Serokên Rêxistina BDP'ê yên Pirsus û Wêranşarê dest pê kir. Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, di kongreyê de axivî û diyar kir ku 15'ê Sibatê di dîroka kurdan de wekî pîneyekî reş e. Bînîcî da zanîn ku Riha welatê Ocalan e û divê Riha ji bo azadiya Ocalan zêtedir têbikoşin.

'Îradeya gelê kurd nakeve nav 4 diwaran'

Demirtaş jî axaftinek kurt kir. Demirtaş, bi bîranîna Mahsun Karaoglan û Mustafa Dag ên ku di 4'ê Nîsanê de li Gundê Amarayê ya Rihayê hatin qetilkirin dest bi axaftina xwe kir. Selahattin Demirtaş, da zanîn ku tu kes nikara îradeya gelê kurd di nav 4 diwaran de bi cih bike û wiha got: "Bi sed salan e ku vî gelê êşên mezin dikişîne. Li ser axa xwe, nikare nefes bigire. Ocalan jî rastiyeke Tirkiyeyê ye. Heke ku hikûmet dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike divê xwestekên gelê kurd qebûl bike."

'Dê AKP tabelaya xwe bigire û ji vê axê biçe'

Demirtaş, li ser bûyerên li Erzînganê qewimîn jî rawestiya û got ku ew HSYK, Daniştay, Dadgeha Bildin û Wezîrê Dadê yên ku li dijî pêkanînên dozgeran ên li dijî zarok û siyasetmedarên kurd li ber çavan nagirin, dema mijar dibe dozgerê wan qiyametê radikin. Demirtaş wiha got: "Em vê bûyerê wekî skandalekê dinirxînin. Divê ku van dozgerên xwedî hişmendiya darbeyan û Dadgeha Rizgariyê ya ku Şêx Seîd dar ve kir in."

Di encama hilbijartinê de Albulkadir Ercan wekî Serokê BDP'a Pirsûsê hat hilbijartin.

Kongreya BDP'a Geverê pêk hat

Kongreya BDP'a Geverê jî li avahiya rêxistina navçeyê pêk hat. Parlamenterê BDP'ê yê Colemergê Hamit Geylani, şaredarên Şemzînan, Gever, Çelê, Bajêrgeh, nûnerên rêxistinên sivîl û bi sedan kes tev li kongreyê bûn. Serokê BDP'a Geverê Vahit Şahinoglu di kongreyê de axaftinek kurt kir ku destnîşan kir ku ew dê ji vê û piştre jî di xizmeta gelê xwe de be. Hamit Geylani jî derbirî ku kurdan sekna xwe di 15'ê Sibatê de nîşan daye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelê kurd evîndarê azadiyê ye û ev 30 sal e jî bedêla evîndariya xwe dide."

Piştî kongreyê Husnu Bulgan wekî Serokê BDP'a Geverê hat hilbijartin. Rêveberiya BDP'a Geverê ya nû wiha ye: Siddik Çobanoglu, Metin Yaşar, Nurcan Yaşar, Hatice Ozşener, Cemil Bor û Erol Aydin.

No comments:

Post a Comment