Tuesday, February 23, 2010

LI BER MIRINÊ NE

Mekiye GORENÇ - AMED/DÎHA

Li girtîgehên Tirkiyeyê gelek girtiyên siyasî ji ber nexweşiyan bi mirinê re rû bi rû ne. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Amedê Meral Atasoy, diyar kir ku ji sala 2008'an heta niha 52 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane û 43 girtî bi mirinê re rû bi rû ne. Malbatên girtiyan jî bal kişand ser rewşa Serokwezîrê berê Necmettîn Erbakan û xwestin xizmên wan ji bo dermankirinê bên berdan.
Li girtigehên Tirkiyeyê her roj binpêkirinên mafên mirovan zêde dibin û dubendiya li hemberî girtiyên siyasî dibe sedema rexneyan. Paşayên ji doza Ergenekonê hatine girtin ji ber nexweşiyan tên berdan, lê girtiyên siyasî yên bi nexweşiyên giran ên wekî pençeşêrê ketine nayên berdan û dermankirin. Alîkarê Serokê Gişti yê Partiya Karkeran (ÎP) Ferît Îlsever ji ber ku nîşana nexweşiyan pençe şêrê dest pê dike di 29'ê tebaxa 2008'an de tahliye bû. Rojnameger Ayşe Asuman Ozdemîr, ji ber nexweşiya sîrozê piştî salekê girtî ma di 18'ê tirmeha 2008'an de tahliye bû. Disa paşayên teqawîtbûyî yên doza Ergenekonê Şener Eruygur û Hurşît Tolon bi hinçeta nexweşiyan sewqî GATA'yê kirbûn û piştî raporên ji GATA'yê gîrtî serbest hatin berdan. Prof. Dr. Erol Manîsali ji ber pençerşêra sing, Rektorê Zanîngeha Uludagê yê berê Prof. Dr. Mustafa Yurtkuran jî bi hinceta nexweşiya dilê serbert hatin berdan. Her wiha Serbazê teqawîtbûyî Arîf Dogan jî bi hinceta nexweşiya dil hatibû berdan.
Kesên di Doza Ergenekonê de ji ber nexweşiyên gelek sivik tên berdan, lê girtiyên siyasî ji ber şert û mercên nebaş û pirsgirêkên tendûristiyê li ber mirinê ne. Li gorî rapora ÎHD'a 2008'an, heta niha li girtîgehan 37 girtiyên siyasî ji ber nexweşiyan jiyana xwe ji dest dane. Sala 2009'an jî 15 girtiyan jiyana xwe ji dest dane û diltirsî heye ku ev hejmar zêde bibe. Di nav bera salên 2008 û 2009'an de 52 girtiyên siyasî ji ber nexweşiyan jiyana xwe ji dest dane û 43 girtî ji ber nexweşiyên xwe nayên berdan û bi mirinê re rû bi rû ne.

LI BENDA MIRINÊ NE
A. Hakîm Eşyok, li Gîrtîgeha Tîpa H a Erziromê de dimîne, di sala 1994'an heta niha bi hesinekî 1.8 mm ya di serî wî re dijî. A. Samet Çelîk li 2'yemîn Girtîgeha Tîpa F a Sincanê de dimîneî nexweşiya pençerşêr lê heye nayê berdan. Aga Saglik 2'yemîn Gîrtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê, Ferdah Îldan, Behçet Yilmaz, Gazî Dag, Halîl Guneş, Îsmet Ayaz, Îzzet Turan, Menduh Kiliç, Mesut Denîz, Nesîmî Kalkan, Nîzamettîn Akar, Aynur Eplî, Taylan Çîntay, Latîf Badur, Denîz Yildiz, Nurettîn Soysal û gelek girtiyên din, piranîna wan nexweşên pençeşêrê ne û bi mirinê re rû bi rû ne.

NAYÊN DERMANKIRIN
Endama Komîsyona Girtîgehan ya ÎHD'a Amedê Meral Atasoy, anî ziman ku ji ber tiştên tên jiyîn li girtîgehên Tirkiyeyê gelek serlêdan hatine kirin û wiha got: "Di hevdîtinên me yên li girtîgehan kirîn de, me dît ku odeyên 3 kes lê bimîn 8 kes lê dimînin. Ava gerim tune ye. Di nav xwarinê de mû, kevir û kêzik derdikevin. Me berê ser serlêdan kiribû ku girtîgeh ji rêxistinên sivîl re bên vekirin. Dema ku em girtîgehan ziyaret dikin tenê em bi girtiyan re hevdîtinê dikin. Cihên ku lê dimînin û şertên wan em nabînin. Em tenê agahiyan ji wan digirin. Niha li girtîgehan 40 girtiyên nexweş hene. Girtiyên nexweş nayên dermankirin."
Atasoy, destnişan kir ku dema girtiyên nexweş dibin dermankirinê rastî pêkutiyên li dijî mirovahiyê tên. Atasoy, da zanîn ku hinek girtiyên siyasî ji ber vê yekê dermankirinê qebûl nakin û wiha domand: "Çimkî dema girtiyan ji girtîgehê sewqî nexweşxaneyê dikin rastî pêkutiyên li dijî mirovahiyê tên. Heke em bi minakekî hêsan bidin. Li Zanîngeha Dîcleyê ji bo girtîyan beşek heye. Ji 3 ode û 8 cihan pêk tê. Girtiyên nexweş ên herêmê hemûyan dîtinin vîr. Girtiyê ji Girtîgeha Mûşê ji bo ku ameliyatê hatiye bi hinceta 'cihê vala tune ye' şûn de şandin. Nexweşxaneya vir rapora 'nexweşê mirinê ye' dide û dişîne Saziya Tipa Edli ya Stenbolê. Tipa Edîl jî rapora; "Dikare jiyana xwe bidomîne" dide. Ev yek herî zêde ji bo girtiyên siyasî pêk tê. Girtiyên Tipa Edlî raporên dikare jiyana xwe bidomîne dayê, jiyana xwe ji dest dan. Serokomar Abdullah Gul di vê mijarê de dikare rayeya xwe bi kar bîne, lê bi kar nayîne." Atasoy, bal kişande ku girtiyên Doza Ergenkonê yên bi hincetên hêsan tên berdan, lê girtiyên siyasî bi mirinê re rû bir rû dihêlin.

Ji îşkenceyê nexweş ket

Malbata Girtiyê bi navê Îzzet Turan yê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne nexweşiyên gurçik, ulsera mîdê, bronşît, kronîk sînuzît, fitiqa piştê, heliyana hestî, êşa çavan, ankilozan spandilit û gelek nexweşiyên din jî pê re hene. Malbatê xwest ku Turan di demeke kin de bê berdan. Malbatê, diyar kir ku ji ber îşkenceyê gelek nexweşî di laşê kurê wan de derketine û wiha gotin: "Ji ber ku dermanên wî giran in nayê dermankirin. Me ji bo Serokwezîr û Wezareta Dadê name şandin. Lê me tu encam jê derneket. Dema ku em diçin hevdîtinê derûniya me xirab dibe. Ji ber nexweşiyê gelek zeîf û lawaz bûye. Çima Ergenekonvanan serbest berdidin zarokên me digirin. Bila zarokên me berdin. Heke ew derman nekin em dê derman bikin."

‘Ev zilm e’

Hevsera girtiyê bi navê Mehmet Emîn Ozkan, Emîna Ozkan diyar kir ku hevserê wê yê 74 salî ku di Girtîgeha Tîpa M a Mêrdînê de ye, bi nexweşiyên dil, tansiyona bilind û guatira bi jehr ketiye û wiha lê zêde kir:
"Piştî ku hevserê min girtin, îşkence lê kirin. Ji ber îşkenceyê gelek nexweşî lê derketin. Ji ber guatra bi jehr divê bê emeliyatkirin. Bila hevserê min li malê cezayê xwe bikişîne. Kesên Ergenekonî berdidin lê xizmên me bernadin. Raporên wan jî hene dîsa jî bernadin. Ev çi edalet û çi hiqûq e?"


No comments:

Post a Comment