Monday, February 22, 2010

PÇDK'ê helwesta xwe ya ji bo hilbijartina Iraqê aşkera kir


PÇDK'ê helwesta xwe ya ji bo hilbijartina Iraqê aşkera kir
PÇDK'ê helwesta xwe ya têkildarî hilbijartinên Parlementoya Iraqê bi daxuyaniyeke çapemeniyê aşkera kir û da zanîn ku ew wekî PÇDK dê piştgiriyê bidin kesên demokrat û nîştimanperwer. 

Partiya Çareseriya Demokratîk der barê beşdarbûna hilbijartinê Iraqê de li Hewlêrê li Otêla Çarçira daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî ji hêla Cîgira Serokê PÇDK'ê Necîbe Omer ve hate dayîn. Necîbe Omer di daxuyaniyê de diyar kir ku ew ji bo lîsteke neteweyî ya kurdan amade bûn û wiha berdewam kir: "Ji ber ku lîsteyek hevbeş ya kurdan tune ye, me biryar da ku em dengên xwe li parêzgehê bidin kesayetên demokrat û nîştîmanperwer. Ew kesên ku me bi wan re li hev kiriye, piranî kesên demokrat in. Her çendî di nava lîsteyên cuda de bin jî, lê dîsa jî dengê xwe ne dane tu partiyan. Em xwedî hejmareke baş ya dengan in. Bi girtina lîsteya Hîwa re dengên me zêdetir bûn. Ji ber vê yekê em dixwazin ku hemû dengên me ji bo demokrasiyê bên bikaranîn. Em dengên xwe didin kesayetên demokrat."

'Şertên me ji wan namzetan hene'

Her wiha Necîbe Omer bal kişand li ser mercên PÇDK'ê yên ji bo hilbijartinê û wiha got: "Şertên ku me dane pêşiya wan kesayetan hemû girêdayî pêkanîna demokrasî û azadiya jinê li Herêma Kurdistan û Iraqê ne. Her wiha mijarên wekî; çareserkirina kêşeya Kerkûkê, rakirina kedxwariyê, bihêzkirin azadiya ramanê û zêdetir ji gel re maf bên dayîn, jî daxwazên me yên sereke ne." 

Di berdewama daxuyaniyê de navê kesên ku PÇDK'ê bi wan re li hev kiriye hatin aşkerakirin. Kesên ku PÇDK piştgiriya wan dike ev in: Li Kerkûkê endamê Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistanê Behmen Hisên, li Hewlêr; ji Lîsteya Goran; Mehdî Kawanî, li Silêmaniyê jî Endamê Hizbî Zehmet kêşanî Kurdistan; Celal Debax, li Musil ji Lîsteya Hewpemanî Kurdistan; Heyat Muhemed, li Dihok jî ji lîsteya Goran Hecî Mustefa Rêkanî, li Diyalayê Lîsteya Hewpemanî Kurdistan Azad Hemîd û li Salahadînê jî Saman Şukur.

No comments:

Post a Comment