Wednesday, February 24, 2010

7 SUBAYÊN KU DERKETIN PÊŞBERÎ DOZGERIYÊ HATIN GIRTIN

Di çarçoveya pîlana 'Balyozê' de, pêr li Tirkiyê, di nava wan de generalên Teqawit jî heyî 49 fermandarên leşkerî hatibûn binçavkirin.

Ji kesên hatin binçavkirin doh 7 ji wan doh piştî li dozgeriyê îfadey xwe dan, hatin girtin.

Li aliyê din ji bo rewşa derketiye holê binirxîne doh general û oramîralên Tirk tev li biryargeha Fermandariya giştî lihev kom bûn û civînek lidarxist.

Subay û generalên Tirk yên doh derketin pêşberî dadger û hatin girtin wiha ne: Albayê teqawit Umit Özcan, Tumamiralê teqawit Ali Deniz Kutluk, Tuğgeneralê teqawit Mehmet Kaya Varol, Albayê teqawit Ali İhsan Çavdaroğlu, Tümamiralê ku hê wezîfedar e Cem Ramazan Gürdeniz, Tümamiralê teqawit Özür Karabulut, dîsa Tuğamiralê hê li ser wezîfeyê ye Aziz Çakmak .

Kesên mijara gotinê ji ber ku 'li dijî deshilatdariya siyasî, bi rêya şîdetê plana darbeyê kirine' hatin girtin.

General û fermandarên din yên di bin çavan de jî, anîn edliyê û di van saetan de îfadeyên wan tên girtin.

Li aliyê din Serfermandariya Artêşa Tirk di malpera xwe ya înternetê de doh daxuyaniyek weşand û diyar kir, ji bo rewşa ciddî ya derketiye holê binirxîne, hemû General û Oramîralên wezîfedar li Biryargeha fermandariyê civînek lidarxistiye.

No comments:

Post a Comment