Wednesday, February 17, 2010

Ayna: Êdî dozger nizanin ka çima binçav dikin

Ayna: Êdî dozger nizanin ka çima binçav dikin

Parlementera BDP'ê ya Mêrdînê Emîne Ayna, girtin û binçavkirina Kurdan, wek darbeyeke siyasî nirxand û got ku dozger jî mane heyirî û ew nizanin wê çawaji nava vî karî derkevin.

Emîne Ayna, li ser pirsa rojnamevanan got: "Ev çi hewldana demokratîk e. Yên ku hewl didin li qada demokratîk de siyasetê bikin û xeletiyên pergala heyî derdixin holê, tên binçavkirin. Bi nîqaşên AKP'ê yên 'vekirina kurd' 2 tiştan heyecan da Kurdan. Yek, 'Bila dayikên li Yozgat û Colemêrgê rondikan ne barînin'. Du, hatina Komên Aştiyê bû. Van her du tiştan heyecan da Kurdan. Lê ji wê rojê û heta niha, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tu pêşketin çênebûn. Dayikên li Yozgat û Colemêrgê jî dilxweş nebûn. Ji bo demokratîkbûnê jî tu gav ne hatin avêtin."

Ayna, da zanîn ku ji 14'ê nîsan 2009'ê û heta niha zêdetir ji 1.500 siyasetmedarên Kurd hatine girtin û operasyon jî dewam dikin.

Ayna, anî ziman ku dozger şaş bûne. Nizanin çi bêjin û çi bikin. Li kîjan dosayê dinêrin, biryara veşartî heye. Serokê rêxistina BDPe Mêrdinê hatiye binçavkirin lê nabêjin çima hatiye binçavkirin. Li aliyekî televîzyon sedema binçavkirina wan tînin ziman, li aliyê din dozger dosyayan vedişêrin. Heta niha kîjan partî li şûna me ba ne, ewê kilîdê li deriyê partiya xwe bidane, lê gelê me, li vîna xwe ya siyasî xwedî derdikeve."

No comments:

Post a Comment