Thursday, February 18, 2010

Ji PÇDK’ê hewldaneke nû


18/02/2010

Mazlum OZDEMIR - BEXDA/ANF

Piştî ku li Iraqê dema propagandaya hilbijartinê ya fermî dest pê kir 165 lîste ji bo ku bikevin parlamentoyê dest bi xebatên propagandayê kirin. Lîsteyên ku ji yê şiî, sunî û kurdan pêk tên ji bo 325 kursiyên parlamentoya Iraqê zend û bendên xwe badan. Di vê hilbijartinê de PÇDK piştgirî dide Partiya Zehmetkêşanî Kurdistanê. Di serdema boriya hilbijartinê de suniyan hilbijartin boykot kiribûn. Lê divê hilbijartinê de dixebitin ku komeke xurt ya suniyan ava bikin û di hevsenga siyasî ya li Iraqê de destê xwe xurtir bikin. Di hilbijartina sala 2005’an de kurd li parlamentoyê bi 58 kursiyan dihat temsîlkirin. Di vê hilbijartinê de kurd helw didin ku hejmarê zêde bikin. Ji bo Kerkûkê 27 lîste ji bo 12 kursiyan têdokoşin. Li Kerkûkê jinek ji bo bibe parlamenter tê dikoşe. Lê di afîşa propagandayê de di cihê xwe de wêneya hevserê xwe bicih kir ku ev jî di hilbijartinê de rewşa jinê çiye li ber çavan radixe.


Hilbijartin serê adarê dest pê dike û roja 7’ê adarê hilbijartina bi giştî pêk tê û bi dawî dibe. Di 165 lîsteyên hilbijartinê de 6 hezar û 172 endam ji bo 325 kursiyan ketine peşbaziya propagandayê. 15 kursî ji bo kêmaran hatiye veqetandin. Ji bo serokomariyê jî bilî Celal Talabanî 13 endamên din hene. Di encamê de sê partiyên ku di rêzên pêş de cih bigirin di nav xwe de Serokomar diyar dikin. Li Iraqê 18 milyon û 900 hilbijêr hene.


Di dema serlêdanê de 517 berendam bo ku têkiliya xwe bi rejîma Baas a Sedam Huseyîn re hene der barê wan de lêpirsîn hat kirin û jivana 160 kes berendamtiya wan hat redkirin.


Balkêşe ku di lîsteyên şiiyan de lîderen sunî û di lîsteyên suniyan de jî lîderên şiî yên navdar cih digirin. Kurd bi 4 lîsteyan tevî hilbijartinê dibin. Tê gotin ku ne pêkane kurd li Kerkûk û Musilê serkeftina sala 2005’an bi dest bixin.

PÊŞBAZIYA ŞIIYAN


Serokwezîrê Irqê Nûrî El Malîkî bi lîsteya’Dewlet û Qanûn’ beşdar dibe. Di listeyê de serokên ûni û sereşîrên mezin hene. Lê tê payîn ku ev lîste wek berê serkeftî nebe. Dema borî Mukteda El Sadr destek dabûnê. Wias dixuye ku lîsteya Tefaqa Neteweyî ya Iraqê Malîkî têk bibe.

GIRANIYA SUNIYAN


Sûnî bi lîsteya El Iraqî dikevin hilbijartinê û piştgiriya suniyan digire. Her wiha hin şiî jî di nav vê lîsteyê de heye. Têp ayîn ku ji sala 2005’an pirtir biser bikevin.


4 LÎSTEYÊN KURDAN


Kurd di hilbijartina sala 2005’an de 58 parlamenter şandin parlamentoya Iraqê. Lê hedef ev e ku di vê hilbijartinê de hejmara parlamenteran zêde bikin. PDK û YNK jî di nav de lîsteya Kurdîstan ji 13 partiyan pêk tê. Wekî din jî lîsteya Goran, Komala Îslamî û Yekgirtiyên Îslamî beşdar dibin. Ev lîste ji bo 17 kursiyên Silêmanî, 14 kursiyên Hewlêr. 10 kursiyên Duhok, 12 kursiyên Kerkûk, 13 kursiyên Diyala û 31 kursiyên Mûsilê bixebitin. Ji Musilê gelek kurd ji ber zextan koç kirine û dixuye dê li Musil û Kerkûkê a ku tê xwesti neye bidestxistin.

DIJBERIYA KURDAN DIKIN


Lîsteya Eniya Tirkmenan tenê li Hewler ve Silêmaniyê bi navê xwe dikevin hilbijartinê. Li Kerkûkê di lîsteyên şiî û suniyan dikevin hilbijartinê. Tê payîn ku bi vê awayi Tirkmen dê li Kerkûkê karibin 2-3 kursî bidest bixin. Ev helwest li dijî kurdan pêk tê.

JI BO KÊMARAN 15 KURSÎ


Kêma ji bo 15 kursiyan dixebitin. Xiristiyan bi 5 kursiyan. Êzîdî bi kursiyek. Êzîdiyan li dijî vê biryarê bertek nîşandan. Hejmara Ezidiyan û nînertiya wan li hev rûnane û bêedaletî hatiye kirin.

PÇDK’ê piştgirî da lîsta Hevpeymanî ya Zehmetkêşan

Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê ( PÇDK) û Partiya Zehmetkêşanî Kurdistan (PZK) di civîneke çapemeniyê de ragihandin ku li gorî hevpeymaneke li navbera wan, di çarçoveya lîsteya Hevpeymana Kurdistanê de, PÇDK dengê xwe dê bide endamên PZK’ê yên di Lîsteya Hevpeymanî ya Kurdistanê.


Di civîna çapemeniyê ya PÇDK û PZK’ê de hat ragihandin ku li gorî hevpeymanek di navbera her du pertiyan divê PÇDK di çarçoveya lîsteya hevpeymaniya kurdistanêde wê dengê xwe bide namezetên PZK’ê yên Bajerê Silêmaniyê.


Hevpeymana di navbera herdu partiyan de ji hinek xalên wiha pêktên: Piştî hilbijartina Parlementoya Iraqê her du partî wê hev kar bixebitin ji bo ku destura bingehîn ya ıraqê bi awayekî baş bê sere rastkirin wê her partiyek mafê çarenusa xwe bi xwe diyarî bike.Pirsgirêka di navbera Bexda û Herêmê li gorî destûra wê bê çareser kirin û deshilat ji bo herêmê û kêmtir ji bo navendê be. Bi cîh anîna madeya 140’ê giringî bi beşa perwerde, tendiristî û beşa aboriyê bê dayîn.

No comments:

Post a Comment