Saturday, February 27, 2010

Dengê girtiyan digîhînin gel


27/02/2010


Gun Radyo, bi boneya pirsgirêkên girtiyan bîne ziman her hefte bernameya bi navê "Aliyê bajar ê din" diweşîne û cih dide nameyên girtiyan. Girtiyên bi nameyan beşdarî bernameyê dibin û bi riya nameyan raman û pirsgirêkên xwe û şert û mercên girtîgehê bi guhdaran re parve dikin. Pêşkêşvana bernameya "Aliyê bajar ê din" Ruhat Emekçi, tekîldarî name û rewşa girtiyan diyar kir ku gelek girtiyên nexweş bi riya nameyan şert û mercên girtîgehê tînin ziman û roja nameya girtiyê bi navê Beşîr Ozer ê nexweş gihişt destê wê, wê rojê Ozer li girtîgehê jiyana xwe ji dest da.

Raydo Gun, bi bernameya heftane ya bi navê "Aliyê bajar ê din" hewl dide ku deng û pirsgirêkên girtiyan bi guhdarên xwe re parve bike. Pêşkêşvanê bernameyê Ruhat Emekçî, bal kişand ser pirsgirêkên girtîgehê û diyar kir ku gelek kesên nameyan ji bernameyê re dişînin bi nexweşiyên giran in. Emekçi, anî ziman ku bi armanca bibin dengê girtiyan her hefte vê bernameyê pêşkêş dikin. Emekçî destnîşan kir ku her hefte gelek girtî têkildarî şert û mercên xwe û nexşeşiyên xwe nameyan ji wan re dişîne û wiha got: "Em êdî gelek nûçeyên kesên li girtîgehê jiyana xwe ji dest didin dibihîzin. Yekem name ji nexweşê pençeşêrê Beşîr Ozer ji mere hatibû. Roja nameya Ozer gihişt destê me, Ozer li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Vê yekê pir bandor li ser min çêkir. Min sibê nameya wî xwend êvarî jî jiyana xwe ji dest da. Dîsa nameya Hasan Kert gihişt dest me. Kert jî di nameya xwe de digot 'Dema ez mirim min li Sîlopî veşêrin'. Hefteyek piştî nameyê Hasan Kert jiyana xwe ji dest da. Kart gotibû 'Heta binpêkirinên mafan li girtîgehê bidome dê mirin jî bidomin.'"
Emekçî, destnîşan kir ku gelek girtiyên nexweş, raporên têkildarî nexweşiya xwe ji wan re dişînin û ew van raporan didin TUHAD-DER û ÎHD'ê. Emekçî, da zanîn ku girtiyên nexweş van raporên di heman demê de, bi nameyan ji Wezîrê Tenduristiyê Serokomar û Serokwezîr re jî dişînin, lê tu encamê bi dest naxin. Emekçî, anî ziman ku niha li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtiyê bi navê Halîl Guneş bi pençeşêrê ye û wiha dom kir: "Ez çûm hevdîtina Halîl Guneş. Ji min re got ez laşê xwe hîs nakim. Ez pûç bûme. Her ku dikuxuya xwîn ji devê wî dihat. Dîsa girtiyê bi navê Nurettîn Soysal êdî nikare pêdiviyên xwe bikar bîne. Îzzettîn Turan jî bi heman rengî nexweşiya wî giran e. Dibe ku sib an jî dusib agahî bê û bêjin Nurettîn Soysal, Halîl Guneş û Îzzettîn Turan jiyana xwe ji dest daye. Wê demê jî êdî her tişt dereng dimîne."
DÊ BIKIN PIRTÛK
Emekçî, destnîşan kir ku ew hemû nameyên ji girtîgehê tên kom dike û ji bo nameyan bike pirtûk amadekariyê dike. Emekçî, anî ziman ku dê di pirtûkê de nameyên kesên jiyana xwe ji dest dane, nameyên zarok û nexeş di serî de hemû nameyên girtiyan cih bigre. Emekçî bang li mirovahiyê kir û wiha got: "Banga me ji hemû mirovan û cînahê ev e. Em dibêjin ji mirinê re rojek ma. Divê her kes deng û nalîna girtiyên nexweş bibhîze û her kes destê xwe dîne ser wîcdanê xwe." AMED - DÎHA

No comments:

Post a Comment