Saturday, February 27, 2010

Ji bo Medîne û Ceylanê dakevin li qadan


27.02.2010

Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) bi minasebeta 100’emîn salvegera 8’ê Adarê li bajarên tirk û kurdan dest bi xebatên 8’ê Adarê kir.
Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk îsal bi dirûşmeya ‘Jin dê di sala 100'emîn de bi têkoşîneke hevpar cîhaneke azad ava bikin.’ dê li qadan bin.

TÊKOŞÎNA KURD Û TIRKAN
EDENE: Platforma Jinan a 8'ê Adarê ya Edeneyê, bi boneya pîrozbahiya 8'ê Adarê dest bi xebatên xwe kir. Endamên Platformê, ji 8'ê Adara sala 2009'an heta niha her meh bi rêkûpêk îstatîstîka jinên hatine kuştin û rastî êrîşê hatine amade dike û ji raya giştî re aşkera dike. Endama Platformê Reyhan Kayişli, diyar kir ku platforma wan dest bi xebat û rêxistinkirina çalakiyên 8'ê Adarê kiriye. Kayişli, anî ziman ku îsal dê li dijî tacîz, şîdet û tecawizan di 100'emîn salvegera 8'ê Adarê de li qadan bin û bertekên xwe bînin ziman. Kayişli, bal kişand ser têkoşîna karkerên jin ên TEKEL'ê û diyar kir ku di qada jinên kedkar de pêşketinek mezin pêk hatiye. Kayişli anî ziman ku li dijî jinên kurd jî şîddet zêde ye û wiha got: ‘Gelek jinên kurd hem rastî şîddeta fîzîkî û hem jî rastî şîddeta manevî tên. Armanca me îsal jinên kurd û tirk bi hevre têbikoşin, daxwaz û pirsgirêkên xwe bi hevre bînin ziman.’

JI BO AŞTIYÊ BICIVIN
ÎZMÎR: Platforma Jinan a Îzmîrê, ji bo di 8'ê Adarê de peyama aştî û biratiyê bidin cihanê amadekariyan dikin. Endama DOKH'ê Yildiz Akad, destnîşan kir ku di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, dê daxwaza azadiya jinan bînin ziman û da zanîn ku di 100'emîn salvegera 8'ê Adarê de ew dixwazin ku êdî jin neyên çiwisandin û cîhanek ku jin lê tên parastin bê avakirin. Akad diyar kir ku divê beriya her tiştî pêşî li aştî û biratiyê bê vekirin û wiha got: ‘Bi salan e, di serî de cihê em lê dijîn, li gelekî cihan mafên jinan nayên nasîn. Di sedsala 21'an de hîna jî bi hişmendiya koledaran nêzîkahî ji jinê re tê nîşandan. Ji bo rawestandina xwîna diherike, em banga derketina qadan li jinan dikin.’

LI DIJÎ KUŞTINAN...
ENQERE: Rêxistinên jinan ên li Enqereyê, diyar kirin ku di 8'ê Adarê de dê li qadan bin û wiha gotin: ‘Li Qadan ji bo Medîniya 16 salî bi saxî hate veşartin, ji bo Ceylan Onkol ku bi guleya hewanê hate qetilkirin, bi jinên kurd ên ku nasname û zimanê wan qedexeye em dê bihevre bi qîrin. Bi mîlyonan jin, ji bo azadî, wekhevî, biratî û aştiyê dê li kolanan bin. Em dê destên we bigîhînin hemû jinên ku di bin navê namûsê de hatin qetilkirin, bi tacîz û tecawîzê ve tên çewisandin, di şeran de tên kuştin û bûne qurbanên nefretê, di girtîgehan de tên girtin, li derve keda wan tê mêtîngerkirin, keda wan a li malê nayê dîtin û jinên kurd, tirk, ermen, laz, çerkez ên cîhanê biguherînin.’

DÊ LI QADAN BIN
STENBOL: Endamên DOKH ku têkildarî 100'emîn salvegara 8'ê Adarê amadekiriyên xwe didomîne, li hemberî polîtîkayên zanyendî dê hewl bide dengê jinan di nava çalakiyên ku li salekê belav bûne bîne ziman. Şer, koçberî, xizantî, zanyendîparêzî, neteweperestî û mîlîtarîzm, li pêşiya cihgirtina jinê ya di nava jiyana civakî de astengiyên cîdî derdixe û dê li dijî wan derkevin kolanan.

MAL BI MAL DIGERIN
ERDÎŞ: Jinan, li Erdîşa Wanê ji bo mitînga di 2'yê adarê ku di çarçoveya 8'ê Adarê li parka şaredariyê pêk bê, li taxên Yeşîlova û Latîfiye mal bi mal geriyan û jin dewetî mitîngê kirin. Endama Însiyatîfa Jinê ya Erdîşê Muhlîse Varli, diyar kir ku divê di 8'ê Adarê de bi milyonan jin ji bo azadî, aşti û wekheviyê derkevin kolanan. Varli wiha got: ‘Ji bo em dengê jinên tên kuştin, rastî tecawîzê hatine, hatine kuştin, hatine girtin û ji bo jinên keda wan nayê dîtin bilind bikin, em di 2'ê adarê de mîtîngê pêk tînin.’

VÎNA JINAN DERXIN HOLÊ
RIHA: Platforma Jinan a Rihayê bernameya xwe ya 8’ê Adarê aşkera kir. Zubeyde Teker ser navê platformê axivî û diyar kir ku 8’ê Adarê têkoşîna li dijî kedxwarî, şer û newekheviyeyê. Teker, destnîşan kir ku dewlet bi malbatê hêz digire û vîna jinê jî wisa dişkine. Teker, got ku êdî ew dizanin ku jiyana bi wî şeklê ne qedere û li dijî wê li qadan bersiva van nêrînan bidin.

Dê li 20 cihan mîtîng bên lidarxistin

Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk li Kurdistan û Tirkiyeyê bi bernameyên cuda cuda dê 8’ê Adarê pêşwazî bikin. Nêzî li 20 cihan mîtîng dê bên lidarxistin û her wiha meş, semîner, panel, belavkirina belavokan, li taxan civîn, şahî, şandina kartan a girtîgehan hwd. dê benê lidarxistin. Mîtînga yekem dê li Wêranşarê bê lidarxistin. Jin armanc dikin ku peyama xwe ya li dijî înkar, îmha û polîtîkaya tasfiyeyê li Wêranşarê bidin û piştgiriyê bidin Şaredara girtî Leyla Guven.
1’ê Adarê li Wêranşara Rihayê, 4’ê Adarê li Gimgima Mûşê, 5’ê Adarê li Sêrt, Şirnex, Idir, Tetwana Bêdlîs û Pirsûsa Rihayê; 6’ê Adarê li Êlih, Bazîda Agiriyêû Stenbolê; 7’ê Adarê li Wan, Colemêrg, Aydin, Mêrdîn, Dêrsîm, Turgutluya Manîsayê, Edene, Îzmîr, Mêrsîn û Geverê û 8’ê Adarê jî li Amedê dê mîtîng bên lidarxistin.

Israra betlaneya fermî didome

KESK, DÎSK û TTB bi armanca ku 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bibe betlaneya fermî, careke din bang li parlamentoyê kirin. Jinan destnîşan kir ku divê polîtîkayên ku temsîliyeta jinan pêk tînin bên afirandin. KESK, DÎSK û TTB bi armanca ku 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bibe betlaneya fermî, bi parlamenterên jin re hevdîtin pêk anîn û encama hevdîtînê aşkera kirin. Li ser navê jinan Sekretera Jinan a KESK’ê Songul Morsumbul axivî û diyar kir ku pêşnûmeyeke qanûnê amade kirin û piştre çûn serdana parlamenterên jin. Morsumbul, got ku wekî 1’ê Gulanê divê 8’ê Adarê jî bibe roja betlaneya fermî. Morsumbul, daxuyand ku bi giştî hevdîtin baş bûn lê he jî partiya serdest bersiv nedaye wan.

No comments:

Post a Comment