Wednesday, February 24, 2010

Kişanak: Ew daraza ku bi darve dike û kelepçe dike ne siyasî ye?

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak bal kişand ser operasyonên demên dawî û şerê dinav hikûmet û darazê. Gultan Kişanak diyar kir ku ev ne şerê demokrasî û azadiyê ye û wiha got: "Gelo dema ev darazê Deniz Gezmiş bi darvekir, temenê Erdal Eren mezin kir û kelepçe li destên şaredaran xist, ne siyastî bû? AKP û CHP'ê berê ji darazê re li çepikan dixist." Gultak Kişanak li dijî daxuyaniyên Mehdî Eker û Îhsan Arslan ên AKP'î yên der barê girtina BDP'iyan de jî bertek nîşan da û wiha got: "Hûn mirinê nîşan didin û dixwazin ku me bi girtinê qayêl bikin." Kişanak bi bîr xist ku ew piştgiriyê didin karkerên TEKEL'ê.

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak di civîna BDP'ê ya hefteyî de axivî û destnîşan kir ku dixwazin pirsgirêka kurd bixin plana duyemîn. Gultan Kişanak wiha got: "Tirkiye di mijara guherînê de li ber xwe dide û ji ber vê jî her tim bi krîzan re rû bi rû ye. Israra di polîtîkayên qirêj de jî vê krîzê kûrtir kir. Kirîza her dawî ya darazê jî rewşa Tirkiyeyê derdixe holê." Kişanak, BDP'ê jî wekî partiya muxalefeta giştî bi nav kir.

'An dê biguhere yan jî dê tasfiye bibe'

Gultan Kişanak bal kişand ku ev krîza di navbera desthilatdarî û darazê de krîzeke mezin e û axaftina xwe wiha domand: "Ji ber ku ev welat ber bi demokratîkbûnê ve naçe, bi daraz, rêveberî û burokrasiya vê welatê jî xitimiye. Ev pergal êdî xwestekên gel ên wekî demokrasî, azadî, aştî, edalet, wekhevî û aramiyê nabersivîne. Ji ber têkoşîna hêzên demokrasiyê, êdî ev pergal nikare xwe dubare bike. Gel xwedî biryar e ku ev komarê bigihînin demokrasiyê û makeqanûna dewletparêz ji holê rake. Pergal jî li dijî van xwesten an dê biguhere yan jî dê tasfiye bibe."

'Tirkiye nikare ji guherînê bireve'

Kişanakê hin mînakên din ên guherînê nîşan da û wiha got: "Tirkiye dê nikaribe ji guherînê bireve. Di encamê de ev pergala dewletparêz, nijadperestî û yek tîp parêz jî dê demokratîk bibe. Divê neyê ji bîr kirin ku rewşenbîr, hunermend, kedkar, kurd, elewî, jin û ciwan dê vê pergalê biguherînin. Hikûmet xwe wekî dinamîka guherînê nîşan dide. Lê di rastiyê de jî pêşî li guherîna Tirkiyeyê digire. Divê ku êdî hin çareseriyên demokratîk biafîrne. Lê AKP, şer û pevçûnan berfirehtir dike. Dixwaze ku ji vê krîza mezin sûde bigire."

Kişanak, da zanîn ku heta niha kes li hemberî pergala darazê derneketiye û wiha got: "Kesên muhalîf ên li li hemberî daraza siyaset devlêbûye dikin qerîn û hawar, li hemberî êrîşên li dijî kurdan û siyasetmedarên kurd bêdegn dimînin. CHP dibêje 'Siyaset tev li darazê bûye' û fermanê radike. Bi salan e siyaset di nava darazê de ye û piştgirî dida vê yekê. Her wiha Hikûmat AKP'ê jî ku heta niha gazinç dikir û digot siyaset tev li darazê bûye gelek zagonên dijwar derxistin.

'Hêj hûn nû hişyar dibin ku siyaset tev li darazê bûye?'

Kişanak, bal kişand ser doza Zimanê dayikê ya Egîtîm Senê, Ugur Kaymaz û Hrant Dînk û wiha got: "Di rojnameya Bolu Ekspres de digot 'Divê li hemberî kuştina her leşkerekî 5 DTP'î bên kuştin' Bi vî rengî kuştina kurdan rewa tê dîtin. Lê li hemberî vê yekê tu doz nayên vekirin. Çawa çêdibe ku ji bo vê yekê daras serbixe dibe û ji bo girtina Serdozgerê Erzînganê daraz serbixwebûna xwe winda dike." Kişanak, bal kişand ser AKP û CHP'ê anî ziman ku herdu partî alîgirê siyasetbûna darazê ne. Kişanak, da zanîn ku kesên li dijî siyasetbûna darazê derkevin ew dê her tim piştgiriyê bidin wan.

'Şerê tê kirin ne şerê azadî û demokrasiyê ye'

Kişanak, şerê ku tina li Tirkiyeyê tê kirin jî rexne kir û anî ziman ku şerê di navbera partiyan te tê kirin û qeyrana darazê ne ji bo azadî û demokrasiyê ye. Kiyanak, destnîşan kir ku ji bo serdestî û îxtîdarê şerek tê meşandin û wiha dom kir: "Ne hewldana darazê hewldanek hikûqî ye, ne jî helwesta AKP'ê helwestek demokratîkebûnê ye. Ev kesên di nava wan de pevçûn heye, li dijî demokrasî û azadiyê dibin yek û li hev tên. Ev yek di doza Ergekonê de jî xuya dibe. Gelo Di navbera kesên darbeyan û li dijî darbeyan de pevçûn heye.? Di rastiyê de hedefa van darbeyan civak e. Rewşenbir û demokratê vê civakê ne. Her wiha kurd in elewî ne. Sûcên li hemberî gel tên kirin ên wekî komkujiya 1'ê Gulanê, Mereş, Çorum, Sîvas, Gazî û sûcên li hemberî kurdan tên kirin li derveyî suc tên girtin. Ji ber vê yekê lêpirsîna Ergenekonê kêm e. Ger ku dê Tirkiye demokratîk bibe divê JÎTEM, buyerên tarî û hemû bûyerên li herêmê pêk hatine zelal bibin."

'Em piştgiriyê didin guhertina makezagonê û reforma darazê re nehe'

Kişanak, daxuyand ku ew her tim dixwazin makezagon bê guhertin û di darazê de reform pêk bê. Kişanak, nêzîkatiya kesên nerazîbûnên xwe tînin ziman jî rexne kir û wiha got: "Ger ku hûn ji makezagon û darazê bi gazinin hûn çima naguherin? Kişanak bal kişand ser şert û mercên girtîgehan û wiha dom kir: "Operasyona li dijî siyasetmedarên kurd didomin. Operasyona KCK'ê sîyasî ye. Kesê li Şirnexê wekî şahidê veşarî tê nîşandan nayê qebûl kirin. Demê borîe bi îşkenceyê îfade didan qebûl kirin niha jî bi vî rengî. Ev yek dide xuyakirin ku operasyona KCK'ê li dervê hiqûqê hatiye amadekirin.

'Mehdî Eker kelepçeyan diparêze'

Kişanak, Wezîrê AKP'î yê Amedê Mehdî Eker jî rexne kir û anî ziman ku kuştin û kelepçeyan diparêze. Kişanak, destnîşan kir ku di dema OHAL'ê de jî 8 şaredar, 2 Serokê Meclîsa Giştî ya Bajar, bi dehan endamên meclîsên şaredrar û bajaran nehatin girtin. Zêdeyî hezar siyasedmedar û kadroyê BDP'ê hatin girtin. Gelo feraset û wîcdanê we yê li hemberî demokrasî û azadiyê ev e.

'Daraza Gezmîş bidar vekir û şaredar kelepçe kir ma daraza siyasî nebû?'

Kişanak, diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgira cîdî ya darazê heye û da zanîn ku rejîma vesayetê rê li ber civakîbûnê vedike. Kişanak, pirsa "Ka Hikumata AKP'ê li hemberî vê pirsgirêkê ji bo çareseriyê çi kiriye?" û wiha got: "Ev tişt tiştekî wêdetirî siyasetmedariyê ye….Pirsgiraka vê hikûmetê çareseriya pirsgirêkê nîne, timî hewl dide xwe wekî maxdûr nîşan bide, qrîzê vegerîne dengan, desthilatdariya xwe bi parêze û bibe xwediyê pergala dewletparazêr a niha. Tişta ku AKP herî baş dike, siyaseta mexdûriyetê ye. Birêz Serokomar dibêje ku fersenda guhertina makeqanûnê ji dest çû. Kê ev fersend revand? Ma Hikûmeta AKP'ê nîne? Di pêvajoya hilbijratinê de bi soza guhertina makeqanûnê AKP'ê ku ji gel deng xwest, piştî hate desthilatdariyê, guhertina makeqanûnê ku ji bo xwe çêkiribû rakir refê. Ya rast di hundirê qirîza darazê ya ku niha tê jiyîn de, makeqanûna darbeyê ya niha heye. Nîqaşên îro yên têkildarî wekî 'Daraz bêalî û serbixwe nîne û siyasî bûye' rast in. Lev rewşek nû nîne. Heta niha, ma pergelek darazê ya ku dad belav dikir, mafên bingehîn û azadî diparast hebû ku îro xera bibe? Ev pergala darazê, di dadgeha Îstîklalê de bi sedan kes bêyî lêpirsîn û pirsiyariyê dema dişand dardakirinê ma siyasî nebû? Ev pergala darazê, dema Denîz Gezmîş darda kir, ma siyasî nebû? Ev daraz ma dema temenê Erdal Eren mezin kir û ew şand dardakirinê, ma nesiyasî bû? Ev pergala darazê, dema çanak li hovîtiya li Girtîgeha Amedê dikir, ji mirinan di bû temaşevan, ma siyasî nebû? Ev pergala darazê, dema şaredar kelepçe kirin û şandin girtîgehê ma siyasî nebû? Ev daraz, dema ku li zarokên temenê wan 13-14 ne 2 qat zêdetirî temenê wan cezayan dibire, ma siyasî nebû?"

'Hikumetê DGM li gorî berjewendiyên xwe sererast kir'

Kişanak, têkildarî qirîza darazê, AKP û CHP bi tundû rêxne kir û da zanîn ku daraz ne ji bo parastina azadî û mafan, ji bo parastina dewletê li hemberî gel biparêze avabûye û dadgehên Îstîklalê, sikiyonetîm, devlet guvenlîk, wekî mînak nîşan da. Kişanak, bi bîr xist ku dadgehên xwedî rayeya taybet ku bûne sedema qirîza darazê jî û got ku berdewama DGM'ê ne. Kişanak, destnîşan kir ku AKP'ê li cihê van dadgehan rake li gorî berjewendiyên xwe dîsa seresart kirine û da zanîn ku TMK'a hatiye derxistin wekî makeqanûna duyem e. Kişanak, anî ziman ku bi TMK'ê Tirkiye bûye wekî girtîgehek servekirî û ev tişt gotin: "Daraz li hemberî kesên li azadiyê digerin, demokrasiyê dixwazin, di bin navê ji bo dewletê, wekî unsura çewisandin û pêkutiyê tê bi kar anîn." Kişanak, bi bîr xist ku çete ji aliyê heman darazê ve tên parastin û pirsa, "Li welatekî ku 17 hezar cinayetên kiryar nediyar hatibin jiyîn û kiryar serbest bigerin, ma ev yek kişif nake ku dibin parastina darazê dene?" kir.

'AKP û CHP'ê çepik ji bo vê darazê lê dan'

Kişanak, diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgira cîdî ya darazê heye û da zanîn ku rejîma vesayetê rê li ber civakîbûnê vedike. Kişanak, pirsa "Ka Hikumata AKP'ê li hemberî vê pirsgirêkê ji bo çareseriyê çi kiriye?" û wiha got: "Ev tişt tiştekî wêdetirî siyasetmedariyê ye….Pirsgiraka vê hikûmetê çareseriya pirsgirêkê nîne, timî hewl dide xwe wekî maxdûr nîşan bide, qrîzê vegerîne dengan, desthilatdariya xwe bi parêze û bibe xwediyê pergala dewletparazêr a niha. Tişta ku AKP herî baş dike, siyaseta mexdûriyetê ye. Birêz Serokomar dibêje ku fersenda guhertina makeqanûnê ji dest çû. Kê ev fersend revand? Ma Hikûmeta AKP'ê nîne? Di pêvajoya hilbijratinê de bi soza guhertina makeqanûnê AKP'ê ku ji gel deng xwest, piştî hate desthilatdariyê, guhertina makeqanûnê ku ji bo xwe çêkiribû rakir refê. Ya rast di hundirê qirîza darazê ya ku niha tê jiyîn de, makeqanûna darbeyê ya niha heye. Nîqaşên îro yên têkildarî wekî 'Daraz bêalî û serbixwe nîne û siyasî bûye' rast in. Lev rewşek nû nîne. Heta niha, ma pergelek darazê ya ku dad belav dikir, mafên bingehîn û azadî diparast hebû ku îro xera bibe? Ev pergala darazê, di dadgeha Îstîklalê de bi sedan kes bêyî lêpirsîn û pirsiyariyê dema dişand dardakirinê ma siyasî nebû? Ev pergala darazê, dema Denîz Gezmîş darda kir, ma siyasî nebû? Ev daraz ma dema temenê Erdal Eren mezin kir û ew şand dardakirinê, ma nesiyasî bû? Ev pergala darazê, dema çanak li hovîtiya li Girtîgeha Amedê dikir, ji mirinan di bû temaşevan, ma siyasî nebû? Ev pergala darazê, dema şaredar kelepçe kirin û şandin girtîgehê ma siyasî nebû? Ev daraz, dema ku li zarokên temenê wan 13-14 ne 2 qat zêdetirî temenê wan cezayan dibire, ma siyasî nebû?"

No comments:

Post a Comment