Wednesday, February 24, 2010

Li zarokan cezayê Erdogan bariya

Hunermendan rewşa zarokên mexdûrên TMK’ê wekî ‘rezîltî’ nirxand û bang li her kesî kirin ku ji bo rewşên girantir dernekevin holê destên xwe daynin ser wijdanên xwe. Endama Bangawazên Ji Bo Zarokan Edalet (ÇÎAÇ) Hunermend Lale Mansûr, xwest ku hikûmet Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê (TMK) biguherîne û zarokan ji vê rewşê rizgar bike. Şanoger Mehmet Atak jî rexne kir ku di nav 4 salan de zêdetirî 4 hezar zarok ji vê qanûnê hatine darizandin.
Bertekên li dijî girtin û darizandina zarokan di şert û mercên mezinan de didomin. Hunermend Lale Mansûr destnîşan kir ku ev pêkanînên Tirkiyeyê li dijî hemû peymanên mafên mirovan e û wiha got: “Niha zêdetirî 4 hezar zarok, di şert û mercên mezinan de tên darizandin. Ev rezalet e. Divê ku guherînên qanûnan pêk bên.” Şanoger û Kordînatorê ÇÎAÇ’ê Mehmet Atak jî got ku çepemenî bi hestiyarî nêzîkê mijarê nabe û navên zarokaên jî rasterast bi kar tîne.
Hunermend Lale Mansûr destnîşan kir ku divê rewşa zarokan bê guhertin û ew qanûna rê li ber vê vekiriye jî bê rakirin. Lale Mansûr da zanîn ku gelek zarok tenê li ser îdiayên polîsan tên cezakirin û divê ev guherîna qanûnê jî di demeke kurt de pêk bê. Mansûr wiha axivî: “Ev zarok pêşeroja vê welatê ne. Polîs dibêje ‘min ji tevgerên wî ev naskirin’. Ji ber vê jî zarok tên cezakirin. Bi deh salan ceza ji wan re dixwazin. Heke ku ez li şûna wan zarokan bûma, ez ê biçûma çiyan. Heke ku ew qas neheqî li min bihata kirin, tu kesê nikaribû bi min bigirtana.”
Leyla Mansûr daxuyand ku hestiyariya hunermendan a ji bo van zarokan jî her diçe zêde dibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo em vê pirsgirêkê ji civakê re ragihînin, em hewl didin ku hemû hevpeyvîn an jî bernameyên televîzyonê baş binirxînin. Lê li dijî ew kesên edaletê dixwazin jî zext hene. Du şaredar û lîstikvaneke ku xwest zarok bên berdan, niha di girtîgehê de ne. Ew dixwazin me bêdeng bikin. Ez wiha difikirim ku ew kesên ji bo zarokên filistînî qiyametê radikin, divê hinek jî ji bo zarokên welatê xwe hewl bidin.”
TU DELÎL TUNE YE
Şanoger û Kordînatorê ÇÎAÇ’ê Mehmet Atak jî derbirî ku zarokên mexdûrên TMK’ê wekî ‘zarokên kevir avêtine’ tên nasîn û wiha pê de çû: “Di dosyayên gelek zarokan de tu delîl tune ne. Lê hin zarokên ku ji wanre 90 sal tên xwestin jî hene. Ez zarok hem di bin çav de û hem jî di girtîgehê de rastî gelek pêkanînên hovane tên. Ez şermeke pir mezin e. Hin saziyên çapemeniyê jî hene wêne û dîmenên zarokan diweşînin. Divê ku ew jî zêdetir hestiyar bin. Me ji bo guherîna hin zagonan serî li Parlamentoyê da. Lê wan jî tenê bi gotinê hişt.” Mehmet Atak da xuyakirin ku guherîna zagonan jî ne bes e, divê ku Tirkiye di rehabîlîteyeke baş re derbas bibe. Atak axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hestiyarî ne bes in. Divê mirov vê yekê fêm bikin da ku dewlet van zarokan wekî zarokk nabîne. Wekî mirov jî nabîne. Wekî hin aferîdeyan dibîne. Ev jî amûreke polîtîkaya dewletê ye. Bila wan bixin şûna zarokên xwe û wiha bifikirin.” STENBOL

No comments:

Post a Comment