Degnvedana 'Plana Darbeya Balyozê' li Tirkiyê dewam dike..
Doh ji 20 subayên birin adliyê, 7 jê wezîfedar bi giştî 13 kes hatin girtin..
Bi vî awayî, hejmara subayên ji pêr ve hatine girtin, derket 20'an..
Di çarçoveya "Plana Derbeya Balyozê" de Koramîral Feyyaz Öğütçü, 7 ji wan subayên wezîfedar, 20 kes heta derenegiya rojê îfade dan dadgehê..
Di encamê de, 10. Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê ji ber 'Bi hewldana hilweşandina Hukumeta Komara Tirkiyê û endamtiya rêxistina terorê' biryara girtina 13 subayan da...
Bi vî awayî di nav 2 rojan de, hejmara subayên hatin girtin bû 20..
GUL, ERDOGAN Û BAŞBÛG LIHEV DICIVIN
Li aliyê di, di bin navê nirxandina rewşê de, îro li Enqerê civînek tê lidarxistin..
Serok-komarê Tirkiyê Gul, Serokwezîr Erdogan û Serokê Fermandariya Giştî Başbûg tên cem hev...
Civîn vê saetê li Qesra Çankayayê tê lidarxistin...
No comments:
Post a Comment