Thursday, February 18, 2010

"Jibîrkirin îxaneta herî mezin e"


18/02/2010

Bêrîtan SARYA - BEHDÎNAN/ANF

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ferîde Alkan, bi minasebeta salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniya nivîskî de hate gotin ku îsal dê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Alkan, diyar kir ku komploya navneteweyî sala 11’emîn qedand lê gelê kurd heta îro tu carî komplo qebûl nekir.


Ferîde Alkan, destnîşan kir ku ji bo hemû gel rêvebertî girîng e û wiha axaftina xwe dom kir: “Serkeftina di nav kurdan de pêk hatî hemû girêdayî Serokatiyê ye. Heta niha ne tenê ji bo gel, çîn ê olekê têkoşîn da, ji bo azadiya hemû mirovatiyê têdikoşe û her wiha li dijî dîroka serdest jî têkoşîneke mezin dide. Her wiha Serokatî azadî nîşanî gel û bi taybetî jinan da. Di navenda têkoşîna Serokatiyê de azadiya jinan hebû.”

KOMPLO PÛÇ DERXIST


Alkan, di axaftina xwe de bal kişand ser komployê û diyar kir ku li dijî Tevgera Azadiyê li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komplo hate destpêkirin. Alkan, daxuyand ku Ocalan bi rêvbertiya xwe gel û civakê birêxistin kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî nêrîna hêzên komploger heke Serokatî bê girtin dê têkoşîn têk biçe, lê ev tişt pêk nehat. Bi saya Serokatiyê gel bi hêza îdeolojîk, polîtîk, û felsefî vîna xwe nîşan da. Bi vê rastiyê gel komploya navnetewayî pûç derxist.”

ÎXANETÊ JI BÎR NAKIN


Ferîde Alkan, destnîşan kir îşkenceya li Îmraliyê pêk tê hişê mirovan dide sekinandin, bi rêbazên taybet ên şer tê xwestin ku îradeya gel teslîm bigirin. Alkan wiha axaftina xwe dom kir: “Mirov dikare bibêjê Girtîgeha Îmraliyê îşkencexaneyeke herî mezin e, ji ber ku kesên ku wê girtîgehe ava kirine di wî tiştî de hemfikr in. Her wiha bi dîlgiritana Ocalan bi sedan kesan agir berda bedena xwe û komplo şermezar kir. Em wekî jinan kurd, gelê kurd û tevger tu carî wê îxanetê ji bîr nakin, jibîrkirin îxaneta herî mezin e. Ji bo me azadiya Ocalan azadiya jinan e, ev tişt armanca me ye. Ev tişt êdî ji hêla hêzên komploger ve jî baş tê zanîn.”

BERXWADANEKE MEZIN


Alkan, da zanîn ku 11 sal bi îşkence, tecrît û îmhayê derbas bû, lê li hemberî wê jî Ocalan berxwedaneke mezin da û dide. Alkan, got ku pergela Îmraliyê pergaleke navneteweyî ye û wiha got: “Her roj Îmralî di bin kotrola hêzên komplogeran de ye. Hikûmeta AKP’ê jî wekî berpirsiyara pergalê hate hilbijartin û AKP gardiyaniya pergala Îmraliyê dike. Hemû pêkanînên li Îmraliyê hilberînên AKP’ê ne. Di dilê bi hezaran zarokên kurd de Ocalan heye û hikûmeta AKP’ê jî li dijî vê hemû zarokan di bin îşkenceyê re derbas dike. Hêzên koploger Tevgera Azadiyê û Ocalan ji bo xwe xetereyeke mezin dibînin.”


Alkan, diyar kir ku li hemberî hilbijartinên 29’ê Adarê û hatina Koma Aştiyê êrîşeke mezin pêk hat û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi saya Ocalan û Tevgera Azadiyê tu carî AKP bi ser nakeve. Jin, ciwan, zarok û gel bi rojan ji bo Ocalan helwesta xwe nîşan da. Em careke din Koploya 15’ê Sibatê bi tundî şermezar dikin.”

No comments:

Post a Comment