Sunday, February 21, 2010

Roja Cîhanî Ya Zimanê Zikmakî li Tirkîye


21/02/2010

Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û berdevkê Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî (TZP) Samî Tan li ser çalakî û pîrozbahîyên li Dîyarbekir û bajarên din dipeyive.

Sami_small

Samî Tan

Birêz Tan dibêje, ew gelek kar û xebat bar dikin jibo pêşve birina zimanê Kurdî, jiber vê yekê jî gelek kurs hatine vekirin ku gel zimanê xwe baştir hîn bibe.

Samî Tan her wiha daxwaz ji karbidestên hikûmetê dike, ku hebûna zimanê Kurdî di qanûna bingehîn de bicîh bike û pêşî li kar anîna Kurdî veke. Birêz Tan lêzede dike û dibêje, “hinek pêngavên mîna TRT 6 û Enstîtuya Kurdî têne avêtin lê navê Kurdî naye bikar anîn. Navê televîzyon, Kanala Pir Zimanî û navê Başa Kurdî jî, Beşa Zimanên Zindî ye. Divê navê ziman bi eşkereyî û fermî bête gotin û bi qanûna qanûna binhegîn were parastin û ji pola yekê heta xwendina bilind perwerdeya Kurdî serbest be.

Guhdarên delal, jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe fayla dengî ya alîyê rastê kilîk bikin.

Hevpeyvin
Guhdarî bike (MP3)

No comments:

Post a Comment