Friday, February 19, 2010

Bi mehan e bersivê nadin


19/02/2010

Li navçeya Nisêbînê daxwaza guhertina navên 70 kolanên ev 4 meh in li Qeymeqamiyê asê bû û bersivek nehate dayîn. Meclîsa Şaredariya Nisêbînê 4 meh berê biryar da ku navê 70 kolanan bi navên kurdî biguherîne, lê 4 meh in li benda erêkirina Qeymeqam e. Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku heke Qeymeqam destûr nede jî gel dê van navan bi kar bîne.


Di salên dawî de her çiqas Hikûmeta AKP'ê pesnê xwe dide û îdia dike ku di qada kurdî de gav avêtine jî di pratîkan de derdikeve holê ku astengî û qedexeyên li dijî kurdî didomin. Meclîsa Şaredariya Nisêbînê 4 meh berê biryar da ku navên kurdî li 70 kolanên Nisêbînê bikin. Ligel Meclîsa Şaredariyê ev nav erêkirine û biryar daye jî, ev biryara Meclîsa Şaredariyê ji aliyê Qeymeqamiyê ve tê rawestandin. Meclîsa Şaredariya Nisêbînê, li ser zêdebûna hêjmara taxan û daxwazên gel di 9'ê Cotmeha sala 2009'an de civîna meclîsê pêk anî. Di meclîsê de ji bo 10 kolanên Taxa Yenîşehîr, 5 kolanên Taxa Dîcle, 25 kolanên Taxa Girnewas, 10 kolanên Taxa 8 Mart, 5 kolanên Taxa Kişla û 10 kolanên Îpekyolu bi tevahî 70 kolanan biryara navên kurdî hade dayîn. Şaredariyê ji bo erêkirina navên nû di 12'ê cotmeha sala 2009'an de ji Qeymeqamiya Nisêbînê re nivîs şand. Lê 4 meh di ser şandina nivîsê re derbas bûn hêj Qeymeqamiya Nisêbînê tu bersîv nedaye şaredariyê. Ji ber ku Qeymeqamiyê ev nav erênekirine jî tabelayên nû li kolanan nayên daliqandin.

GEL DÊ BI KAR BÎNE


Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, diyar kir ku 4 meh berê meclîsa wan navên kurdî li 70 kolanan kir û tabelayên nû amade kirin. Lê ev nav ji aliyê Qeymeqamiyê ve tên rawestandin. Gokkan wiha got: "Di civîna meclîsê de Suryanî, Êzîdî û welatiyên din navê xwe li kolanên xwe kirin. Di civînê de meclîsê ev daxwazên gel li ber çavan girtin û daxwazên gel erê kir. Navekî gel naxwaze, ew nav nabe navê cihekî. Mînak di fermiyetê de taxa Abdulkadîrpaşa heye, lê gel vê taxê wekî taxa Newroz bi nav dike. Me jî li ser daxwaza gel nav li kolanan kir. Heke ku destûr neyê dayîn jî, gel dê navên ku wan bi xwe lêkirine bi kar bîne."

Navên kolanan

Navên ku Meclîsa Şaredariyê biryar dane wiha ye: "Nûpelda, Bermal, Adar, Lorîn, Azad, Rênas, Kanî, Gulşîlan, Amara, Nûdem, Argêj, Dilşad, Wiyan, Şevder, Agît, Dilxwaz, Welat, Zerdeşt, Aşitî, Yekîtî, Şevder, Stêrk, Alarengîn, Çiya, Botan, Kaniwasî, Şoreşger, Civîn, Helbest, Berçem, Amed, Siyadarê, Hişyar, Rojbîn, Rojda, Rûken, Kulîlk, Agir, Eylem, Sorgul, Dilşad, Asmîn, Avaşîn, Pîroz, Sibat, Besta, Hoşbîn, Yekmal, Rêber, Bîrhat, Bîranîn, Serxwebûn, Merwan, Avesta, Berxwadan, Rodî, Ciwindan, Şîlan, Şînbûn, Serhildan, Zap, Dijwar, Oramar, Zelal, Giran, Hogir, Pelşîn, Ekîn Ceren, Dilovan, Ciwana û Darşîn." MÊRDÎN

No comments:

Post a Comment