Tuesday, February 23, 2010

DOZA TELEVÎZYONA ME LI ELMANYAYÊ DI 24'Ê SIBATÊ DE YE

Dewleta Tirk bi riya dadgeriya welatên Ewrûpayê, dixwaze weşana televîzyona me ROJ-TVê asê bike.

Sibe li bajarê Elmanyayê Leipzigê doza ROJ-TVê pêk tê.

Dewleta Elman berê biryara rawestandina weşana ROJ-TVê dabû.

Dewleta Tirk bi destê dewletên Elman, Belçîka, Îtalya û Danîmarkayê hewldanên xwe yên ji bo girtina ROJ-TVê dewam dike.

Wezareta karê hundir a Elmanyayê 19'ê Hezîrana 2008 biryara rawestandina xebatên ROJ-TVê li Elmanyayê dabû.

Hat zanîn ku Elmanyayê li ser îhaleya keştiyên bin-deryayê ya Tirkiyê û îhaleya paqijkirina mayinan, biryara derbarê ROJ-TVê de daye.

Piştî biryara qedexekirinê, polêsên dewleta Elman bi ser şîrketa produksiyonê ya bi navê VÎKO a li bajarê Wupertalê de girtibûn û malê wê desteserkiribûn.

Dadgeha Rêveber a Federal a Elmanyayê 18ê Gulana 2009an xebatên Roj Tv qedexekiribûn.

Dadgeha bajarê Leipzîgê serlêdana li dijî rawestandina biryara qedexeyê qebûl kiribû û du serlêdanên ROJ-TVê yên ji bo gilîkirinê jî qebûl kiribû.

Doza ROJ-TVê ya behsa wê tê kirin, sibe pêk tê..

Rûniştina dozê wê saet li derdora 10'an destpê bike û çav li rê ye ku gelek Kurdistanî dozê bişopînin.

Encama vê dozê ji bo doza li Danîmarkayê jî bibe emsal.

No comments:

Post a Comment