Tuesday, February 23, 2010

BDP'ê li 3 navçeyan kongreyên xwe pêk anîn

BDP'ê li Navenda Çewlîk, Navçeya Kanîreşê ya Çewlîkê û Navçeya Bornova ya Îzmirê Kongreyên xwe pêk anîn.

ÇEWLÎK

Rêxistina BDP'ê ya Çewlîkê, 1'emîn Kongreya xwe ya Asayî li avahiya Navenda Navçeyî pêk anî. Di kongreyê de Şaredarê Kanîreşê Ferît Çelîk, Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Çewlîkê Nîhat Aksoy, Serokê Egîtîm Senê Tuncay Şaşar û rêveberên BDP'ê amade bûn. Di kongreyê de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Çewlîkê Niyazî Azak, binçavkirin û girtinên siyasetmedar û hilbijêrên kurd rexne kir û xwest dewlet dawî li girtinan bîne. Azak, anî ziman ku kurd dê têkoşîna xwe mezintir bikin. Di kongreyê de piştî hilbijartinê Selahattin Elçi ji bo Serokê Rêxisbtina Navenda Navçeyî hate hilbijartin.

KANÎREŞ

Rêxistina BDP'ê ya Kanîreşê di avahiya xwe de kongreya xwe pêk anî. Şaredarê Kanîreşê Ferît Çelîk, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Bajêr Niyazî Azak, serokên navçeyan û gelek kes başdar bûn. Di kongreyê de Niyazî Azak axiftinek kir û bal kişan de ser axiftinên parlementerên AKP'ê yên BDP'ê hedef nişan didin. Azak, wiha got: "Tu kes nikare çalên asîdê nişanî gelê kurd bide û bi kelepçeyan razî bike. Gelê kurd dê bersiva vê yekê baş bide." Şaredarê Kanîreşê Çelîk jî bal kişande ser girngiya ziman û bang li hemû kesî kir ku bi kurdî gel zarokên xwe bi axivîn. Piştî axiftina hilbijartin hate kirin Şemsettîn Ozer bû serokê navçeyê.

BORNOVA

Li Navçeya Bornovayê ya Îzmîrê jî Rêxistina BDP'ê ya navçeyê 1'emîn Kongreya xwe ya Asayî li Navenda Ugur Mumcu a Bornoveyê pêk anî. Di kongreyê de Cîgirê Hevserokê BDP'ê Alaattîn Erdogan, endamên PM'ya BDP'ê Mehmet Bayraktar, Hayrî Ateş, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Îzmîrê Ahmet Demîroglu, serokên Rêxistina DTP'a hate girtin ên Îzmîrê yên berê Mukaddes Kubîlay, Yusuf Kaya, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê, MEYA-DER, KURDÎ-DER, MKM-DER, ÎHD û nûnerên gelekî rêxistinên saziyên sivîl û bi sedan kes beşdarî kongreyê bûn.
Di kongreyê de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Îzmîrê Ahmet Demîroglu, got ku "Em neviyên Seyît Riza, Şex Saîtan û rêhevalên Ahmet Turk in" Demîroglu, anî ziman ku ew dê her tem aşî û demokrasiyê biparêzin. Cîgirê Hevserokê BDP'ê Alaattîn Erdogan jî, balkişand ser 21'ê Sibatê Roja Zaman a Cîhanê û xwest hemû kes di nava malbatên xwe de bi kurdî biaxivin. Piştî axaftinên hatin kirin, di hilbijartinê de ji bo serokatiya Rêxistina BDP'ê ya Bornovayê Kenan Bîçer hate hilbijartin.

No comments:

Post a Comment