Monday, February 22, 2010

Li gorî Aslanê AKP'î binçavkirina şaredaran tê mezinkirin!

Li gorî Aslanê AKP'î binçavkirina şaredaran tê mezinkirin!
Piştî daxuyaniyên Wezîrê Karên Gund û Çandiniyê Mehdî Eker ên der barê BDP'iyên hatine girtin de ên wekî; "Ji kelepçeyan re şikûr bikin", vê carê jî Parlementerê AKP'ê yê Amedê Îhsan Aslan jî ji bo şaredarên BDP'î yên hatine girtin wiha got: "Girtina çend şaredaran gelek mezin dikin." Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê Salih Kapusuz ji girtina zarokên kurd ên mexdûrên TMK'ê ne jî 'saziyên cuda' ên ku navê wan neda berpirsyar girtin. Kapusuz pirsa der barê Xwedî û Midûrê Karê Nivîsan Vedat Kurşunê ku 525 sal ceza jê re tê xwestin jî bi bersiveke glover bersivand. 

Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê Salih Kapusuz û Parlementerê AKP'ê yê Amedê Îhsan Aslan li Amedê li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrêrojhilat bi rojnamegeran re taştê xwar û pirsên rojnamegeran bersivandin. Aslan got ku civak bi rikberî û dubendiyeke kûr re rû bi rû ye. Aslan îdia kir ku 'Pêşîlêvekirina Demokratîk' ku ya ji aliyê partiya wan ve hatiye destpêkirin herî zêde ji aliyê gelê Amedê ve hatiye fêmkirin. Aslan wiha pesnên kirinên xwe da: "Berê ji bo ku em biçin Pasûrê em di 14 noqteyên kontrolê re derbas dibûn. Dîsa cinayetên kiryar nediyar li bîra me ne. Berê kurdî jî qedexe bû. Lê em bi kêfxweşî dibînin ku desthilatdariya me ve qedexe bi dawî kir."

Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê Salih Kapusuz jî îdia kir ku ew ji bo ku wijdana civakê temsîl bikin derketine ser rê. Kapusuz got li Tirkiyeyê pirsgirêkên gelek cidî hene û diyar kir ku yek ji van pirsgirêkan jî guhertina Zagona Bingehîn e û îdia kir ku ew ê Zagona Bingehîn biguherînin. Kapusuz daxuyaniyên muxalefetê yên der barê darazê de rexne kirin û got ew ê li ser riya xwe bi israr bimeşin. Kapusuz der barê 'cezakirin û girtina zarokan de' jî axivî û pirsên rojnamegeran ên der barê mijarên; "Girtina şaredarên BDP'î" û "Operasyonên di bin navê KCK'ê de tên meşandin" de bersivandin.

Qaşo girtina zarokan karê saziyên eleqedar e!

Kapusuz der barê pirsên zarokên di çarçoveya Qanûna Têkoşîna bi Terorê de tên darizandin û bi cezayên giran tên cezakirin de jî axivî û îdia kir ku ew hewl didin ku qanûnên der barê darizandina 'zarokên bi wan sûc tê kirin' de biguherînin. Kapusuz îdia kir ku hin hêzên nepenî zarokan istismar dikin û bê wan didin sûc û got ew ê hin sererastkirinên qanûnî pêk bînin. Kapusuz her wekî tu caran mudaxeleyî hiqûqê nehatiye kirin wiha got: "Em nikarin mudaxeleyî bûyerên zarokan ên ku gihiştine darazê kini. Çimkî ew tê nepixandin û dikeve rojeva Tirkiyeyê. Ji rewşa zarokan saziyên xwedî raye û têkildar berpirsyar in."

Kapusuz jî Eker piştrast kir

Kapusuz di berdevama axaftina xwe de, daxuyaniyên Wezîrê Karên Gund û Çandiniyê Mehdî Eker ku beriya niha li Amedê gotibû; "Berê li nava kolana însan dihatin kuştin. Tu kesê dengê xwe dernedixist. Niha hesaba kelepçeyan dipirsin" piştrast kirin û wiha got: "Divê hemû kes li gorî şert û mercan tevbigere. Şaştiyên berê li herêmê hatine kirin em dizanin. Şaştiyên hatine kirin gelek kêm bûne. Bûyereke wekî Xaburê hate jiyîn. Lê AKP hate sûcdarkirin. Kesên sûc kirine dê cezayê xwe bikişînin. Ligel van hemûyan tiştên hatine kirin dibe ku şaş jî bin. Em nabêjin ku em tu caran şaştiyan nakin. Kêmasiyêm me jî hene. Serdozgerê Komarê dibêje ew li ser Xabûrê lêkolînê dike. Ji bo ku AKP'ê ceza bikin lêkolînê dikin."

Ji bersivandina pirsa der barê Vedat Kurşun de reviya

Kapusuz bersiva pirsa têkîldarî Xwediyê Rojnameya Azadiya Welat Vedat Kurşun ku 525 sal ceza jê re tê xwestin jî wiha da: "Em ji van pirsgirêkan narevin. Ji bo rastkirina vê yekê çi ji destê me bê em ê bikin. Dibêjin desthiladarî bê qeyd û şert a gel e. Lê ev rastî bi Makezagona 1982'yan, veguheriye parçebûn û dubendiya di navbera sazî û dezgehan de. Nêzî 3 hezar zarok tên darizandin. Ji bo ku piştgiriyekê bidin darizandina zarokan em dê peywirên xwe bi cih bînin."

Li gorî wan girtina şaredarên BDP'î tê nepixandin!

Pirsa der barê girtina şaredar û gelek siyasetmedarên kurd di bin navê 'Operasyona KCK'ê' de jî ji aliyê Parlementerê AKP'ê yê Amedê Îhsan Aslan ve hate bersivandin. Aslan, îdia kir ku girtina şaredar û siyasetmedaran gelek tê mezinkirin û wiha got: "Heke kesên hatî di Xabûrê re rehete derbas bibin, ev yek tiştekî gelek mezin e. Gavên wisa yên wêrek nayên ditîn. Lê girtina hin şaredarên ku hêj dosyayên wan jî nayên zanîn bi awayekî dijwar tê lepirsîn û protestokirin. Kesên gel hilbijartîn bêsebeb nayên girtin. Li Tirkiyeyê paşayên teqawîtbûyî û serdozger jî ber sûcên kirîn tên darizandin. Girtina şaredaran a ji ber karên neqanûnî, gelek tê nepixandin."

No comments:

Post a Comment