Wednesday, February 17, 2010

Gelo terorîzma rastî ne eve?!


AMED, bakûrê Kurdistanê -- Dewleta Tirk ser Kurdan zilmeke nedîtî weşand û li her bihostê Kurdistanê gorên bi kom derdikevin û dewleta Tirk hê jî kurdan bi terorîzmê sûcdar dike....
© HAWAR NET 2010 Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin aîdî HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.

Careke din derket holê ku ferqa rejîma Seddam û dewleta Tirk nîne!

Di encama hewldanên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê de gora tomarî ya 30 endamên PKK'ê ku di pevçûna sala 1998'an li Navçeya Çêmre ya Çewlîke pêk hat û jiyana xwe ji dest dabûn hate dîtin. Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ku nasnameya 30 endamê PKK'ê diyar kir, da zanîn ku malbatên serî li wan bidin dê alîkariya hiqûqî bi wan re bikin.

Dewleta Tirk ser Kurdan zilmeke nedîtî weşand û li her bihostê Kurdistanê gorên bi kom derdikevin û dewleta Tirk hê jî kurdan bi terorîzmê sûcdar dike....


Rûreşîya Tirkiyê derkete meydanê

Di bûyera defin kirina 4 gerilayên di sala 1993an de li Geliyê Zîlan jiyana xwe ji dest dabûn de, rûreşî û bê-exlaqiya Tirkiyê derkete meydanê.

Çavdêrê bûyera degfinkirinê Şahabeddin Demîr destnîşan kir ku, di dema ku hate xwesitn 4 gerila di gorîstana Muhammed de, bi rengekî derî insanî defin bikin, serî li esker dane û xwesitne cenazeyan bigirin. Esker û tîmên taybet, sixêf kirine û ew tehdît kirine û gotine: 'Xwe nêzîkî wan nekin, yan na emê we jî, li gel wan defin bikin.'

Şifêrê Kepçeya ku gerilayên PKKe li goristana Taxa Bazidê veşartin wiha got: "Ez li şaredariyê bûm. Derengî şevê, li ser daxwaza şaredar, ez çûme goristanê. Ne hiştin ku ez lembeyên kepçê pêbixim. Cenaze, di pişta erebeya eskerî de bûn. Di nav cenazeyan de jinek jî hebû. Gotin, emê teva di yek gorê de veşêrin.

Şifêrê kepçê got ku gelek polîsên sivîl yên bi çek li gorîstanê hebûn. Gelek gotinên pîs û kirêt li cenazeyan dikirin. Lê min fêm diki kir ku ditirisn.

Şifêr wiha dewam kir: Piştî ku min çal vekir, polîsekî sivîl ez ji kepçê daxistim û got; 'Tu jî Kurd î, eger tu vê bûyerê eşkere bike, aqîbeta te jî wê bibe wek ya wan.' Rastî ez tirsiyam. Ji ber ku ola wan tune ye, zalim in û bêbext in, min got, temam.

Ajokarê Kepçeyê, dazanîn ku li gelek qadên Erdîşê û Goristana Seyîd Muhammed, gorên tomarî hene û xwest ku saziyên mafên mirovan li herêmê lêkolînan bikin.
(Anf, Dîha / HAWAR NET.com)
re bê bikaranîn

© HAWAR NET 2010

No comments:

Post a Comment