Sunday, February 21, 2010

Tirkiye bûye goristana zimanan


21/02/2010

Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak bi wesîleya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, daxuyaniyeke dan û bal kişandin ser zextên li ser zimanê kurdî. Demîrtaş û Kişanak gotinên Erdogan ên wekî 'pişaftin sûcê mirovahiyê ye' bi bîr xistin û gotin ku polîtîkayên pişaftinê, li Tirkiyeyê her didomin.
Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî dan çapemeniyê û Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li hemû gelan pîroz kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev roj ji bo hemû gelên rastî zext û zilmê hatine rojeke dîrokî ye. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Îro, wekî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê hatiye qebûlkirin. Di vê biryarê de roleke girîng a têkoşîna gelê Bangladeşê ya ji bo ziman heye. Di 21'ê sibata 1952'yan de, li ser banga Komîteya Çalakiyên Ziman a Bangladeşê gelek çalakî pêk hatin û UNESCO'yê jî ji bo bîranîna vê têkoşîna dîrokê, 21'ê Sibatê wekî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê qebûl kir."

'ZIMAN TUNE DIBIN’
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku niha li ser rûyê cîhanê 3 hezar û 500 ziman bi tunebûnê re rû bi rû ne. Di dirêjahiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Li welatê me ji bilî zimanê tirkî, tu ziman nikarin xwe bidin jiyîn. Dîsa di sala 1980'yan de li Swîsreyê kreşeke ku bi kurdî perwerdehî dide hat vekirin lê Komara Tirkiyeyê ji bo ew kreş bê girtin, serlêdanên fermî kir. Dîsa ji bo beşa Radyoya Erîvanê ya ku bi kurdî weşanê dike gelek serlêdan hatin kirin. Her dawî jî di dema desthilatdariya AKP'ê de gelek hincetan nîşan dan û bi kar anîna zimanên din a di karên fermî de qedexe kirin."
Dixuyaniyê de hate diyarkirin ku afirandina civakê ya yek ziman zirarê dide zimanan û hêj qedex li ser zimanan didomin. Hêj TRT 6 ji nekirine fermî ev yek jî minakekî herî balkêşe e. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji ber ku şaredar û rêveberên din bi kurdî axivîne rastî cezayan hatine û wiha hate gotin: "Rojnameya rojane ya bi kurdî Azadiya Welat tê girtin. Ceza didin midurên wê. Ji bo midurên rojnameyê 500 sala cezayê girtîgehê tê xwestin. Hêjî pirtûk, kovar û weşanêndin tên komkirin û tên qedexekirin. Erdogan dibêje 'Asîmilasyon suçekî mirovahiyêye'. Lê polîtîkayên asîmîlasyonê hej li Tirkiyeyê didomin."
Di daxwuyaniyê de daxwazên xwe wiha rêz kirin: "Divê madeya 42'an a makezagonê bê guhertin. Divê makezagonekî hemdem, gerdunî, hemû civakê hembêz bike, zimanên cuda di nav xwe de biparêze, demokratîk û azad bê amadekirin. Daxwazên perwerdehiya ziman wekî 'perçekirin" neyên dîtin. Ji dibistana sereteyî heya zanîngehê bê xwendin û pêşve bibin. Divê nêzîkahiya yek zimanî, yek çandî û yek neteweyî bê berdan."ENQERE

‘Bila wekîl bi kurdî bi axivin’

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, bi munasebeta 21'ê Sibatê Roja Ziman a Cîhanê Navenda Giştî ya KURDÎ-DER'ê ziyaret kir. Demîrtaş û heyeta BDP'ê ji aliyê rêveberên KURDÎ-DER'ê ve hatin pêşwazîkirin. Demîrtaş, diyar kir ku ew girîngiyê didin xebatên KURDÎ-DER'ê yên ji bo ziman û wiha got: "Xebatên KURDÎ-DER'ê ên li dijî bişaftina ziman ji bo me gelek girîn in. Ger ku qadên perwerdehiyê jî bên vekirin dê baştir bibe. Divê ziman di qada huner, çand, wêje û siyasetê de jî bê bikar anîn. Demîrtaş, Roja Ziman a Cîhanê li kurda pîroz kir û serkeftin ji xebatên KURDÎ-DER'ê re xwest. Piştre Berdevka TZPKurdî Hatîce Şen xwest kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Şen, ji Demîrtaş xwest wekî wekîlên gelê herêmê ew jî bu kurdî bi axvin û wiha got: "Divê hûn û wekîlên gel tev bi kurdî bi axivin." Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Remzî Azîzoglu û Serokê Enstîtuya Kurdî Aydin Alokmen jî bal kişand ser girîngiya ziman û xwest kurdî di her qada jiyanê de bê bikar anîn.Hatice Şen, ji Demîrtaş xwest ew jî beşdarî meşa wan a Roja Ziman a Cîhanê bibe û piştgiriyê bide meşê.AMED


No comments:

Post a Comment