Friday, February 19, 2010

Kurd ji bo Kurdî dadikevin qadan; Perwerdeya bi Kurdî rizgariya gelê Kurd e




AMED, bakûrê Kurdistanê -- Kurd bi minasebeta ji bo 21’ê Reşemiyê Roja Zimanê Dayikê ji bo zimanê Kurdî dadikevin qadan.
© HAWAR NET 2010 Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin aîdî HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.

Roja Zimanê Dayikê li bakûrê Kurdistanê û li Ewrûpayê bi çalakîyan tê pêşwazî kirin.
Kurd Roja Zimanê Dayikê bi hêviya perwerdeya bi zimanê Kurdî li bakûrê kurdistanê pêşwazî dikin.


Bi rasthatina rojê wê li Kurdistanê çalakî bêne lidarxistin.

Ji bo perwerdeya kurdî hezar û 353 daxwazname

Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Îzmîrê, bi boneya "21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê" meşek li dar xist. Di meşê de pankarta "Êdî bes e, em perwerdehiya bi zimanê
xwe dixwazin" vekirin û sloganên "Biratî wekhevî zimanê zikmakî" û "Em perwerdehiya bi zimanê zikmakî dixwazin" berz kirin. Li ser navê komê Serokê Şaxa KURDÎ-
DER'ê ya Îzmîrê Mustafa Borak, daxuyanî xwend. Borak, xwest ku polîtîkayên bişaftinê û zextên li ser kurdî bi dawî bibin. Borak, anî ziman ku divê perwerdehiya bi kurdî
ji dibistana seratayî heya zanîngehê bê dayîn û wekî zimanê fermî yê duyemîn bê qebûlkirin.Piştî daxuyaniyê, Şaxa KURDÎ-DER'ê hezar û 353 daxwaznameyên bi
daxwaza "perwerdehiya ziman" kom kiribûn bi heyetekê teslîmî Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Îzmîrê kirin.


Li Amedê meşeke mezin

Sekretera Giştî ya Kurdî Der’ê Mekiye Ormanci, diyar kir ku ew ê ji bo Roja Zimanê Dayikê ku ji aliyê UNESCO ve hatiye îlankirin di 21’ê sibatê de li kuçeyan pîroz bikin. Ormci, da zanîn ku dê roja yekşemê ji bo parastina ziman li Amedê meşeke mezin bê lidarxistin û bang li kurdan kir ku tevli meşê bibin.

Rêxistina Kultur, Zanyarî û Perwerdehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), ji bo ku bal bikişîne ser pirsgirêkên kêmaran û parastina zimanê wan, 10 sal berê roja 21’ê Sibatê weke “Roja Zimanê Dayikê” îlan kir. Roja zimanê dayikê ku di çend salên dawiyê de li Tirkiyeyê ji aliyê sazî û dezgehên kurdan ve tê pîrozkirin, dê îsal jî bi çalakiyên cuda li qadan bê pîrozkirin. Sekretera Giştî ya Kurdî Der’ê ku navenda wê li Diyarbekirê ye Mekiye Ormanci, diyar kir ku ji bo bidawîkirina asîmîlasyon û oto-asîmîlasyonê, divê di 21’ê sibatê de hesasiyeta ziman bê bilindkirin.

Ormanci ku derbarê mijarê de ji AKnews’ê re axivî, wiha got: “Di serî de Kurdî Der, sazî û dezgehên din ên ku xwedî li ziman derdikevin, em ê wate û girîngiya vê rojê bi gelê xwe re, bi hin rêzeçalakiyan parve bikin. Di çarçoveya vê bernameyê de dê li bajarên herêmê panel bêne amadekirin, bernameyên radyo û televîzyonan bên çêkirin.”

Çalakiyên berfirah a TZP-Kurdî


Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî, ji bo 21’ê Reşemiyê Roja Zimanê Dayikê, di serî de li bajarên kurdan, dê li gelek cihan panel, semîner û daxuyaniyên çapameniyê pêk bîne. Li hin cihan jî dê meşên girseyê bêne lidarxistin.

TZPKurdî ku ji bo pêşxistin û bilindkirina hişmendiya kurdî heta niha bi hezaran kesî perwerde kiriye, dê 21’ê Reşemiyê Roja Zimanê Dayikê ku ji aliyê UNESCO ve hatiye îlankirin, li bajarên kurdan bi çalakiyên cur bi cur pêşwazî bike. Di serî de li Amedê, dê li Şirnex, Sêrt, navçeyên Mêrdînê, Ruha, Êlih û Colemêrgê belavok bên belavkirin, panel, semîner û daxuyaniyên çapameniyê bên lidarxistin. Li hin cihan jî dê meşên girseyî bêne kirin.

Bernameya rêzeçalakiyên TZPKurdî ya 21’ê mehê wiha ye:


Şirnex
- Daxuyaniya çepemeniyê
- Li heşmendî û perwerdehiya zimanê dayikê semîner
- Belavok û şahiya muzîkê

Silopî
- Daxuyaniya çapemeniyê
- Li ser heşmendiya ziman û hiqûqa perwerdehiyê panel

Cizîr:
- Meşeke girseyî
- Civînên nava taxan
-Belavkirina belavokan
- Li ser hîndekarî û heşmendiya zimên panel

Mêrdîn/Nisêbîn
- Daliqandina afîş û pankartan
- Belavkirina belavokan
- Meşeke girseyî û daxuyanî
- Li ser perwerdehî û heşmendiya zimên panel

Qoser
- Belavkirina belavokan
- Daxuyaniya çapemeniyê
- Li ser perwerdehî û heşmendiya zimên panel

Sêrt
- Daxuyaniya çapemeniyê.
- Li ser perwerdehî û hişmendiya zimên panel.
- Şahî

Misirc
- Li ser perwerdehî û hişmendiya zimên panel
- Şevbuhêrka Dengbêjan

Amed
- Meşeke girseyî û daxuyaniya çapemeniyê
- Di Gun TV û Kanal 21 de bernameyên televîzyonê

Enqere
Li Enqereyê panel tê lidarxistin

Êlih
– Di 20’ê sibatê de li Kuçeya Gulistanê saet di 13.00’an de daxuyaniya çapameniyê tê dayîn
– Di 21’ê mehê de li Mala Gel a Musa Anter, Mehmet Sîncar panel tê lidarxistin, di 22’ê mehê de jî li Mala Gel a Edîp Solmaz panel tê dayîn. Di 23’ê mehê de jî li Mala Gel a Ahmet Kaya şano tê pêşkêşkirin û li ser mafên mirovan semînerek tê dayîn.

Colemêrg
- Di 21’ê sibatê de li navenda bajêr pêşî daxuyanî tê dayîn û piştre jî çalakî tê lidarxistin.
– Di 22’ê sibatê de jî li Gever û Şemzînanê daxuyanî tên dayîn, çalakî tên lidarxistin.

Wan
- Di 20'ê mehê de li navenda bajêr meş tê lidarxistin û piştî meşê daxuyaniya çapameniyê tê dayîn.
- Di 21’ê mehê de jî li Elbaka Wanê komeleya Kurdî Der bi awayeke fermî tê vekirin.

Muş
- Di serî de li navenda Mûşê, li Melazgir, Kop û Gimgimê daxuyaniyên çapameniyê têne dayîn, panel tên lidarxistin.

Agirî
- Di 21’ê mehê de li Agirî, Bazîd, Giyadîn û Patnosê daxuyaniyên çapameniyê tên lidarxistin. Li Bazîdê piştî daxuyaniyê, meş tê lidarxistin.

Îdir:
- Li navenda bajêr li ber deriyê dibistaneke seretayî daxuyaniyeke çapameniyê tê dayîn û piştre jî çelengeke reş li ber dibistanê tê danîn. Piştre jî paneleke bi navê “Kurd û Mafên Mirovan” tê lidarxistin.

Qers
- Di serî de li navenda bajêr, li Dîgor û Pazarcika Dîgorê dê daxuyaniyên çapameniyê bên dayîn. Li ber deriyê dibistanan çelengên reş bên danîn.

Ruha
- Bi beşdariya Serokê Kurdî Der’a Semsûrê Welat Dilken, dê paneleke bi navê “Kurd û ziman” bê lidarxistin. Piştre jî dê dengbêj Mistefa kilaman bêje. Piştî kilaman jî dê skeç bê pêşkêşkirin..

Perwerdeya bi zimanê Kurdî meseleya hebûn û tune bûnê ye

Li Tirkiyeyê daxwaza zimanê zikmakî bi taybetî jî daxwaza zimanê kurdî hertim bû sedema pêkutî û êrîşan.

Di qampanyayê ku beriya niha ji bo kurdî hatin meşandin de hezaran xwendekar ji dibistanan hatin avêtin, malbat hatin binçavkirin û niha jî di qampanyayê de nivîskarê kurd tên girtin.

Niyeta AKP'ê ya xapandina kurdan di pratîka wê ya demên dawî de jî bi awayekî zelal derketîye holê. Ji aliyekê ve bi navê TRT 6 kanaleke qaşo bi kurdî vedike, ji aliyê din ve jî her roj doz li zimanê kurdî vedike. Li girtîgehan girtîyên ku bi malbatên xwe re bi kurdî diaxivin ceza dike, rojname û kovarên kurdî digire û li Meclîsê axaftinên kurdî wekî 'zimanê nayê zanîn' dide qeyd kirin. Ev hemû jî rewşa polîkayên AKP'ê radixe ber çavan. Ji bo AKP samîmî be divê zimanê kurdî bigihîne ewlehiya Makezagonî û wekî zimanê fermî qebûl bike.

Li gel ku dewleta Tirk di gelek qadan de zimanê Kurdî qedexe dike jî kurd pêy hev çalakî û kampanyên xurt bo zimanê Kurdî pêk tînin.

Wek tê zanîn dewleta Tirk li hemberî rastiya zimanê Kurdî, rastiyên roja me û têkoşîna kurdan neçar ma ku di televiyona dewleta Tirk a TRT de kenalake taybet bi zimanê kurdî veke

Lê aliyê din de jî qedexe û zextên ser zimanê kurdî didome û ev yek jî dibe sedema gavên dewleta Tirk wek gavê xapînok were dîtin.

Kurd dixwazin zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û navên cîh waran ên bi kurdî şûnve bêne vegerandin û dîsa bibin Kurdî. Ji bo navên gund, bajar, deşt, dol, gelî, rûbar û erdnîgariya kurdan ên hatine guhartin cardin bên îade kirin di zûtirîn demê de di zagonan de sererastkirin bên pêk anîn.
(HAWAR NET.com / Dîha -- servîsa nûçeyên rojevê)

© HAWAR NET 2010

No comments:

Post a Comment