Tuesday, February 23, 2010

Xapandin dê rewşê aloztir bike

Halît ERMİŞ - QENDÎL/ANF

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan anî ziman ku li Tirkiyeyê pirsgirêka herî sereke pirsgirêka kurd e û wiha got: “Ez rayedarên dewletê şiyar dikim. Divê dek û dolaban negerînin. Hewldan çi bin divê bi awayekî rast rast bê aşkerakirin. Şaşiya herî mezin ew e ku bi teqtîkan ve kurdan bixapînin û piştre jî serî li riyên perçiqandinê bidin. Dibe ku di vê mijarê de hîn hewldan hebin. Ger dewlet cidî be ji kerema xwe re bila gavan biavêje. Heta gelê me gavên berbiçav nebîne bi tu awayî baweriya xwe bi polîtîkayên AKP’ê û dewletê nayne. Heta ku zimanê AKP’ê zimanê dijmintayiyê be di çareseriyê misqalek tê pêşnakeve. Ger aştî çêbibe divê dev ji dijmintahiyê berdin. Di asta îro de tasfiyekirina Tevgera Azadiya Gelê Kurd bi tu avahî ne mimkun e.”
Karayilan diyar kir ku çalakiyên di 11’emîn salvegera komploya navnetewî de pêk hatine, ji hemû aliyan xurt derbas bûne. Karayilan, ciwanên tevli çalakiyê bûn, jinên kurd û generalên biçûk jî, ji dil silav kirin.

BERSIVA MEZIN GEL DA
Karayilan bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî û anî ziman ku, gel bi çalakiyên 15’ê Sibatê, bersiva herî mezin daye ev operasyonên bêrêxistin û bê rêber hiştina gel, esas digirin. Karayilan wiha dewam kir: “Armanca sereke ya qirkirina siyasî ya dewleta tirk li Kurdistanê dimeşîne, şikandina hêza çalakiyên demokratîk, bê rêber û pêşeng hiştina gel e. Lê belê berpirsyariya gelê me yê welatperwer û kadroyên siyaseta demokratîk encameke girîng derxistiye holê. Gel bi çalakiyan nîşan daye, dewlet ne tenê hezar û 500 kesan, eger 15 hezar kesan jî bigire, wê ev gel xwe nû bike û pêşengên nû derxe holê. Çalakiyên 15’ê Sibatê bi awayekî zelal ev rastî nîşan daye.”
Karayilan anî ziman ku van çalakiyan, di heman demê de, bêencam hiştina komployê jî raxistiye berçavan. Karayilan wiha axivî: “Armanca komploya navneteweyî, bêhêzkirin û tasfiyekirina xeta Tevgera Azadiyê ya di pêşengiya Rêber APO de bû. Lê belê gelê bi fedakeriyeke mezin, xwedî li xeta Rêber û Rêberê xwe derketiye. Gerîlayên azadiyê jî, di çarçoveya stratejiya parastina rewa de, rola xwe lîstiye û ev komploya navneteweyî bêencam hiştiye.”
Karayilan pêvajoya niha, dema herî bi hêz ya xeta Tevgera Azadiya Kurd nirxand û ji hêzên komploger xwest dev jî siyaseta xwe ya heta niha berdin. Karayilan ji ciwanên kurd jî xwest ku li hemberî xeta hêzên komploger helwest deynin. Karayilan anî ziman ku di sala 12’emîn a komployê de, pêwîstî bi pêvajoyeke aştiyane û demokratîk heye û wiha dewam kir: “Gelê me divê mîna merheleya 3’yemîn pêngava êdî bes e ‘Rêbertiya Azad, Nasnameya Azad, Xweseriya Demokratîk” esas bigire. Li ser bingehê şîara ‘Li dij tevkujiya siyasî û çandî em bibin yek, xwe birêxistin bikin, li ber xwe bidin û biser bikevin’ divê espriyeke nû ya têkoşînê bikeve rojevê. “

HIKÛMET XITIMIYE
Karayilan rola çalakiyên girseyî yên di salvegera komploya navneteweyî de jî nirxand. Karayilan diyar kir ku dewlet li ber van çalakiyên girseyî zehmetiyan dikişîne û bi xitimînekê rû bi rû ye.
Karayilan ev çalakiyên girseyî, wekî rêbaze têkoşîneke civakî ya girîng bi nav kir. Karayilan bal kişand ser rola aktîf ya zarokan jî û bêçareseriya dewletê jî bi vî rengî anî ziman. “Hêza herî çalak ya serhildanan ciwan û zarokên kurd in. Generalên biçûk in. Dewleta tirk ji bo tirsandinê û pêşiya beşdariya zarokan û ciwanan ya çalakiyan bigire, bi cezayên giran ên mînakên wê li ti deverên cîhanê nîne, ceza dike. Yê ev qanûn derxist, hukumeta AKP’ê bi xwe ye. Lê belê van qanûnan ne zarokên kurd û ne jî gelê kurd tirsandiye, berovajî bi beşdariya girseyî ya çalakiya bersiv daye.”

QETILKIRANAN NABÎNAN
Karayilan bi bîr xist ku Erdogan gotibû jin bin jî, zarok bin jî, wê tiştên pêwist bikin. Karayilan gotinên Erdogan ên der barê Filîstinê de, yên dema ku li Kurdistanê zarok tên qetilkirin û bi cezayên giran tên cezakirin jî, wekî berovajîkirinek bi nav kir.

ÇALAKIYA MUSLUM DOGAN
Karayilan behsa Muslum Dogan yê di salvegera komploya 15’ê Sibatê de, ji bo protestokirina komployê û zextên li ser gelê kurd agir berda bedana xwe jî kir. “Li hember sekna ruhî, biryarbûna ku bi vê çalakiyê Muslum Dogan nîşan daye bi hurmet bejna xwe ditewînim. Muslum Dogan nîşan da ku ne biçûke, xwedî ruhekî mezin û xwedî ramaneke kûr e. Hêna ti temenê ciwan de li cihekî mîna Semsûrê di dema ku lîseyê dixwînê de hevqasî zanebûn, ev qasî girtina kûrbûneke mezin nîşan dide ku mirovekî pir pir hêja ye. Ciwanekî xwedî berpirsiyar, hestiyar û rûhekî ku xwe ji bo gelê xwe feda bike nîşan daye. Ev rûh rûhê pêşeng ê têkoşhina me ye. Em soz didin ku emê her dayim vî rûhî bidin jiyandin.
Karayilan tevî vê yekê jî destnîşan kirku ew çalakiyên bi vî rengî napejirînin û wiha axifî: “Vî ciwanî dikarîbû xizmeteke mezin ji bo gelê kurd bike. Tevî vê yekê jî xwe şewitandin ne rast e, bi tu awayî em taswîb nakin. Divê mirovekî me bi tenê jî serî li vê rêbazê nede. Di demên borî de di pêvajoyên girîng ên dîrokê de bi çalakiyên xwe şewitandinê peyamên bihêz hatin dayin. Lê belê êdî pêvajoya tenê protesto kirinê derbas bûye. Ya girîng ewe ku mirov meyla xwe bide têkoşîna ku dawî li van neheqiyan bîne, beşdarbûna têkoşînê ye.” Karayilan xwest gelê Yazihan a Meletî û Semsûrê peyama ku Muslum Dogan xwest bide rast bixwîne.


No comments:

Post a Comment