Friday, February 26, 2010

MALBATA DOGAN JI ALIYÊ CIWANÊN BDP'YÎ VE HAT ZIYARETKIRIN


26.02.2010

Serdanên sersaxiyê yên ji bo malbata Muslum Dogan ê li dijî komploya 15'ê Sibatê bedena xwe dabû ber agir, dewam dikin..

Bi sedan endamên Ciwanên Welatparêz û Demokratîk doh bi sloganan çûn serdana gora Muslum Dogan...

Ciwanên ji Amedê, Mêrdîn, Şirnex, Batrman Riha, Semsûr, Dêrsim, Elezîz û Çewlikê bi wesayîtan çûn gundê Balabanê...

Tevî astengiyên eskeran jî, ciwanan posterên Muslum Dogan û pankarta bi nivîsa "Bêrîtanbûyîn, bi Semayan bilind bûn, Mazlûmbûyîn gihiştina Viyanan e" hilgirtin û dest bi meşê kirin..

Di meşê de, bê navber sloganên "Bijî serok Apo" û "Heval Muslum nemire" hatin gotin..
Piştî meşê ciwanên BDP'ê çûn serdana gora Muslum Dogan û li wir daxuyaniyek dan..

Di daxuyaniyê de hat bi bîrxistin ku dewleta Tirk înkar û tinekirinê li ser Kurdan ferz dike û hat gotin, ciwanên Kurd wê li dijî van siyasetan têkoşîna xwe xurt bikin..

Ciwanan her weha dilsoziya xwe ya bi Muslum Dogan re jî anîn ziman û bi sloganan ji gundê Balabanê veqetiyan..

No comments:

Post a Comment