Thursday, February 25, 2010

Ji ber bi tirkî nizane tedawî nekirin


25/02/2010

Jina bi navê Nazîfe Gul (59) li Îzmîrê bi boneya tedavî bibe çû nexweşxaneyê lê ji ber ku bi tirkî nizane nehat tedavî kirin û heqaret lê hat kirin. Gul serî ÎHD’ya Îzmîrê da û seroka şaxa ÎHD’ya Îzmîrê parêzer Nezahat Paşa Bayraktar anî ziman ku nêzîkahiya bijîşk cudxwazî ye û dê giliyê bijîşk bikin. Bayraktar got ku divê ji bo bijîşk lêpirsîna dîsîplînê bê dest pê kirin.
Jina bi navê Nazîfe Gul li Gimgima Mûşê ji bo tedavî bibe hat Îzmîrê. Gul di 17’ê sibatê de ji bo tedawî bibe çû Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Ataturk û ji ber ku bi tirkî nizane nehat tedavîkirin û heqaret lê hate kirin. Gul serî ÎHD’yê da û bi tevî seroka ÎHD’ya Îzmîrê parêzer Nezahat Paşa Bayraktar û rêvebirê ÎHD’ê Ahmet Alagoz daxuyanî da çapemeniyê. Gul di daxuyaniya çapemeniyê bi kurdî axivî û tiştên ku serê wê derbas bûne vegot. Gul da zanîn ku bi tevî xizmekî xwe çûye nexweşnayê û xizmê wê ji wê re tercumanî kiriye û bijîşkê bi navê Renîn Berhan Ozcan ew tedavî nekiriye û heqaret lê kiriye. Xizmê Gul Gulluşah Gul wiha behsa buyerê kir: “Ji min re got tu çima diaxivî bila xwe biaxive. Min jî got ji ber ku bi tirkî nizane alîkariyê didimê. Bijîşk bi hêrs got li vir Tirkiyeye hemû kes mecbûr e bi tirkî biaxive. Li vî welatî gelek dibistan hene. Ger hun li vî welatî bijîn hûnê tirkî hîn bin. Min jî got dema wî de dibistan nîn bûn û niha jî rewşe kuz iman hînbe de nîn e. Bijîşk heqaret me kir û çû li ser masa xwe runişt û tedavî nekir.”
Gul diyar kir ku çûne cem serhekîm û serhekîm hewldaye ku wan careke din bişîne bijîşk. Gul ji ber nêzîkahiya serhekîm nexwestiye li cem bijîşkê ku heqaret li wî kiriye tedawî bibe. Gul da zanîn ku rûmeta wan şikestiye.
Seroka şaxa ÎHD’ya Îzmîrê Bayraktar anî ziman ku bijîşk ji ber nêzîkahiya îdeolojîk tedavî nekiriye û wiha got: “Ji ber ku bi tirkî nizane nehatibe tedavîkirin ev tê wateya di xizmetê de cudaxwazî. Ev li gorî zagonên TCK’ê yên hejmara 76 û 257’emîn ji ber ku ‘peywira xwe xirab bi kar aniye’ sûç e. Emê mijarê ragihînin Wezareta Tenduristiyê û Odeya Tabîban. Emê hewlbidin bila lêpirsîna dîsîplînê dest pê bike. Her wiha emê ji dozger re gilî bikin.” ÎZMÎR

No comments:

Post a Comment