Friday, February 26, 2010

DAXUYANIYÊN OCALAN


26.02.2010

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina Çarşema bihûrî de, bûyerên bi Plana Darbeya Balzoyê rûdane, nirxandin.

Ocalan anî ziman ku bûyer di bin kontrola Emerîkayê de pêk tên û got: "Ev Plana Balyozê, hinek ji ya Ergenekonê cûdatir e. Piştî ku Emerîkayê dît nikare bi van re bimeşe, niha wan tesfiye dike."

Ocalan got, Kurdan lîstik xera kirine, Tirkiye neçare xwe biguhere û wê kurd jî wê wekî hêzeke demokratîk bên qebûlkirin.

OCALAN: BÛYER DI BIN KONTROLA DYA'YÊ DE PÊK TÊN

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şerê desthilatdarî yê navdewletî yê bi girtina sûbayan hate rojevê, nirxand.

Ocalan anî ziman ku bûyer di bin kontrola DYA'yê de pêk tên û wiha dewam kir:

"Plana Balyozê li holê ye. Behsa bombekirina mizgeftan dikin. Ev tam harbûn e. Bi temamî tinekirina kurdan plan kirine. Fikirîne kurdan jî wekî yewnanan surgun bikin. Planên kuştin û surgunkirina gelek kesan kirine. Ev tiştek xeter e. Ev yek nêrîna min a, 'divê Kemalîzm ji nû ve were nirxandin' piştrast dike. Min digot, 'Tirkiye bi vê rewşa xwe nikare dewam bike.' Wan xeyal kiriye, NATO jî piştgiriyê bide vê plana wan. NATO jî piştgiriyê nade komkujiyên bi vî rengî. Plan û dînîtiya vê planê li holê ye. Lê careke dest pê kirine û nikarin jê derkevin. Emerîka jî vê qebûl nake."

OCALAN: XETA NETEWEPEREST A RADÎKAL JÎ Û XETA ÎSLAMIYA NERM JÎ DI BIN KONTROLA DYA'YÊ DE YE!

Ocalan destnîşan kir ku Emerîka, aliyê deşîfre bûye û bi van operasyonan tesfiye dike.

Ocalan, diyar kir ku xeta neteweperest ya radîkal jî û xeta îslamiya nerm jî di bin kontrola Emerîkayê de ne û wiha got:

"Tirkiye niha di nav aloziyekê de ye. Li aliyekî CHP, MHP, kemlîstên nav-artêşê, bi gotineke din, bermahiyên îttîhatiyan, yanî neteweperestên alîgirî komkujiyan. Hêza vî aliyî ne kêm e. Baskê rastgir yê Îsraîlê jî piştgiriyê dide van. Neo-conên Emerîka jî piştgiriyê didin van. Li aliyê din jî, aliyê kevneparêz ên ji AKP û Fetullahiyan pêk tê, hene. Ji Îsraîlê Netenyahû piştgiriyê dide van. A rast, tam Fetûlahî jî nîn in. Gelek cemaet hene, wekî organîzasyonekê tevdigerin..."

KURDAN LÎSTIK XERA KIRIN, TIRKIYE WÊ BIGUHERE Û WÊ KURD JÎ BÊN QEBÛLKIRIN

Ocalan wekî aliyê sêyemîn jî xeta demokratîk ya tevgera kurd û demokrat tesmîl dikin dest nîşan kir û wiha axivî:

"Li ser Tevgera Kurd, gelek lîstik hatin lîstin. Xwestin tesfiye bikin. Encam çibû? PKK û gel li ber xwe da. Di qada demokratîk de, mezin û bi hêz bûn. Min jî, li vir bi sebreke mezin li ber xwe da. Û bi vî rengî lîstik xera bû. Êdî kurd tesfiye nabin. Ev hate dîtin. Lê belê nizanin wê bi vê rastiyê çi bikin û çawa bi vê rastiyê bijîn."

Ocalan nêrîna xwe ya ev pêvajo wê çawa bi dawî bibe jî wiha anî ziman:

"Li gorî min, di dawiya dawî de, wê li ser demokrasiyê wan li hev bînin. Wê Tirkiye biguhere. Dema Tirkiye biguher, wê kurd jî, wekî hêzeke demokratîk bên qebûlkirin. Min di nexşeya rê de jî diyar kiribû. Ji bo kurdan, Xweseriya Demokratîk, çareseriyeke maqûl e."

Ocalan, ji bo çareseriya demokratîk, rewşa niha ya li Tirkiyê, weke avantajek nirxand.

Ocalan got, werin em Tirkiyê ji hegemonyaya neteweperest û îslamiya nerm rizgar bikin û weha dewam kir:

"Kî xwe baş bi rêxistin bike û siyaseteke rast bimeşîne, wê qezenc bike. Divê xeta yekîtiya demokratîk were pratîk-kirin." û ev hişyarî kir:

'Bi avakirina Kurdistaneke biçûk dixwazin Kurdan sedsaleke din mijûl bikin'...

OCALAN: BI AVAKIRINA KURDISTANEKE BIÇÛK DIXWAZIN KURDAN MIJÛL BIKIN

Rêberê Gelê Kurd Ocalan careke din 3 riyên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd anîn ziman.

Ocalan got bi avakirina Kurdistaneke biçûk dixwazin hemû kurdan bi wir ve girê bidin û bi van gotinan jî bal kişand ser vê xetereyê:

"Ya yekemîn, helwesta înkar û tinekirinê, duyemîn bi avakirina Kurdistaneke biçûk, û pêvajoya sedsaleke din mijûlkirina kurdan bi xeyala Kurdistaneke mezin e. Wê hemû kurdan, bi riya Kurdistaneke biçûk kontrol bikin. Di demên derbasbûyî de çawa bi Ocaxên Ulkucu, xeta çepgir hat pasîfîzekirin, îro jî bi riya cemaetan dixwazin tevgera me pasîfîze bikin. Derfetên bi hêz ên aborî hene. Ev derfet jî xistine dewrê. Di vê çarçoveyê de jî hin malbatan bi xwe ve girê didin. 'Osman digot, 'pêşiya min vekin, ez biçim hemû kurdên mûxafazakar bi rêxistin bikim.' Wekî vê gelek lîstik lîstin. Lê belê ti lîstik negihîşt armanca xwe."

Ocalan bi bîr xist ku AKP li ser pişta kurdên xwe yên hevpar, hewl dide tiştan bike û got:

"Di AKP'ê de her tişt girêdayî helwesta Tayîp Erdogan e. Lê ev nikarin pirsgirêkê çareser bikin. Wê helwesta wan a ji bo kurdan çi be? Ya girîng ev e."

OCALAN: DI NAV VÊ ALOZIYÊ DE KÎ SIYASETEKE RAST BIMEŞÎNE WÊ EW QEZENC BIKE

Ocalan rewşa niha a Tirkiyê wekî reşweke aloz nirxand û anî ziman ku, kî di vê pêvajoyê de karibe bersiva rast bide siyaseta rojane, wê ew qezenc bike.

Nêrînên Ocalan ên di vê mijarê de wiha ne:

"Kî di nav vê aloziyê de, xwe baş rêxistin bike û siyaseta rast bimeşîne, wê ew qezenc bike. Yên me jî divê roj bi roj, siyaseteke têkûz bimeşînin. Min ewqas besha girîngiya avakirina akademiyan kir. Îro pêwistiya wan li holê ye. Eger tiştên îro diqewimin rast fêm bikin, wê karibin girtinên dawî jî pûç derxin. Divê rêbertiya demokratîk ya herêmî ya xwe derxin holê. Ev biryarên girtinê, taktîkeke dewletê ye. Bi meşandina siyaseteke rast, mirov bi rehetî dikare van girtinan pûç derxe."

Rêberê Gelê Kurd xwest ku gotina 'siyasetê bimeşînin' wekî xebateke îlegal neyê fêm kirin û got:

"Di bingehê demokratîk de xebatên muazem ên dikarin werin meşandin hene, ez dibêjim divê ev werin kirin.

"Ocalan vê hefteyê jî bal kişand ser pêwistiya jihevqetandina Kongreya Civaka Demokratîk, BDP û KCK'ê û xwest ev her sê qad tevlîhev neyên kirin.

OCALAN: DIVÊ XETA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK SERDEST BIBE Û JI BO ÇARESERIYÊ DIXWAZIM ROLÊ BILEYÎZIM

Ocalan destnîşan kir ku niha di siyaseta Tirkiyê de ya girîng pratîkbûn e û dûre jî wiha dewam kir:

"Ez dibêjim em Tirkiyeyê ji xeta tund-neteweperest-nijatperest û xeta nerm-îslamî-muhafazekar, ji van her du hegemonyayan rizgar bikin. Ev xeta yekîtiya demokratîk e. Ev deh salin tim vê dibêjim, lê xebatekê li holê nabînim. Ev rewşa kevneşop a hêzên çepgir e. Hin tişt ji ber kirine û her tim wan dûbare dikin. Vaye girseyeke bi qasî çiyayan mezin heye, ez ji vê pêde dikarim çi bikim! Di vê navberê de min xebateke bêpempa meşand. Di nav BDP'ê de be an derveyî wê de be, ya girîng ewe ku xebateke hevpar were meşandin. Ji bo vê yekê desteya koordinasyonê dikare were sazkirin, xebateke hevdeng dikare pêk were, were meşandin."


Ocalan careke anî ziman ku ew dixwaze ji bo çareseriyê rola xwe bileyze:

"Beriya demekê min nivîsa Avnî Ozgurel xwend. Digot 'Kurd, PKK û Ocalan mijarên cuda ne, lê ev têkildarî hev in û ketine nav hev, eger bi hev re li ber çavan neyên girtin pirsgirêk çareser nabe.' Digot 'her gava dixwazin Ocalan li derveyî pêvajoyê bê hiştin evê Ocalan xurtir bike.' Ev tesbîteke di cîh de ye. Rast dibêje. Di vê navberê de ez lava ji ti kesî, ji dewletê jî nakim. Min di nexşerê ya xwe de destnîşan kiribû. Hêna ku tenduristiya min derfetê dide, ez dixwazim rola xwe bilîzim."

Rêberê Gelê Kurd Ocalan, bi rasthatina 8'ê Adarê jî, nirxandinên girîng kirin..
Ocalan, got, "Divê jin hemû şêweyên azadiyê pêşbixin.Li ser vê mijarê xwe zana bikin û bi felsefeya azadiye xwe biparêzin"

Ocalan, der barê Roja Zimanê Dayikê de jî peyamek da, û diyar kir ku ziman, erdnîgarî û çand bedena mirovan e û xwest herkes li bedana xwe xwedî derkeve.

OCALAN: ZIMAN, ERDNÎGARÎ Û ÇAND BEDENA MIROVAN E
LI BEDENA XWE XWEDÎ DERKEVIN

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ciwanê Kurd Ebumuslum Dogan ê li Semsûrê bedena xwe da ber agir bibîranî, û sersaxî ji malbata wî re xwest..

Ocalan, bi rasthatina Roja Zimanê Dayikê, ev peyam da:

"Ziman û çand bedena mirovan e. Li bedenên xwe xwedî derkevin. Zimenek wisa req û rût bi serê xwe, ti wateyê îfade nake. Tevahiya van hevdû temam dikin. Eger ev yek di nava hevde bên nirxandin, bi civakeke demokratîk, maneya xwe îfade dike. Ji bo ziman, erdnîgarî û çandê, ji bo hemûyan ez dibêjim bedena mirovan.. Eger hûn li bedena xwe xwedî dernekivin, ti wateya wê namîne, bikêrî ti tiştî nayê..

OCALAN: DIVÊ JIN HEMÛ ŞÊWEYÊN AZADIYÊ BI PÊŞ BIXE
Û XWE BI FELSEFEYA AZADIYÊ BIPARÊZE

Rêberê Gelê Kurd Ocalan, di beşa dawî ya hevdîtana xwe de, azadiya jinê nirxand..

"Têkiliya di navbera jin û zilaman de, gelo jin dibin koleyê zilaman, yan jî zilam dibin koleyê jinan, ev yek dikare were nîqaşkirin. Li gorî min di roja me de, herdû jî, bûne koleyên hev.. Divê têkiliya navbera jin û zilaman, baş were fêmkirin. Li ser kîjan esasî, jin û zilam wê bên cem hev, ev yek girîng e. Ez gihîştim vî temenê xwe, hê jî difikirim, eger ez û jinek bên ba hev, ezê li ser kîjan esasî û kîjan mijarê, bi wê re biaxivim. Slovaj Zîzek dibêje, 'Tişta ku herî zêde min dixe nava heyecanê, bi jineke ku ji min zanatir re guftûgokirina felsefeyê ye..'
Bi jinan re, divê li ser bingeheke diyar diyalog û têkîlî, were danîn. Ez ji vê re dibêjim 'zimanê çêbûna gerdûnê, şêweya çêbûna gerdûnê.' Eger pîvanên têkîliyê li ser esasên azadiyê werin danîn, hingê dikarin bigihêjin Nîrvanayê. Ez li ser esasên rêzgirtinê nêzîkî jinê dibim. Eger jin ev qasî min dişopînin e, ev tê wê wateyê ku ew bi hin aliyên min hisiyane. Ez nirxekî mezin didim jinê."

Ocalan, got, divê jin azadiya xwe biparêze, û wiha axivî:

"Divê jin hemû şêweyên azadiya xwe bi pêş bixe. Divê di vî warî de, xwe zanatir bike.. Jineke Îskenderiyeyî bi navê Hypatîa, ji ber ramanên xwe, ji aliyê Xiristiyanên wê demê ve bi cezayê mirinê tê ceza kirin. Ji jinikê re dibêjin, 'Tu li dijî qanûnên me rabûyî.' Li hemberî êşkenceya ku lê dikin, jinik bi felsefeyê bersiva wan dide. Her ku ew êşkencê lê dikin, ew bi felsefeyê xwe diparêze û felsefeya xwe dibêje. Ji ciwanên der û dora wê kombûne re dibêje, 'Hûn ji bo berjewendiyên xwe û ji dilbijiyeke qeba a cinsî nêzîkî min dibin. Ez vê nêzikahiyê qebûl nakim.' Paşê ev jin, bi keviran tê lînckirin û wê dikujin. Divê jin jî ji bo azadiyê xwe bi vî awayî biparêze.."

Ocalan, mijara li Semsûrê ya Medîneya ji aliyê malbata xwe ve, bi saxî kirin bin axê jî bibîrxist..

û wiha got:"Li wir jin kirin bin axê, jinbûn û mirovahî kirin bin axê. Di navbera binaxkirina mirovekî û bi mîlyonan mirovî de ti ferq nîne.

Ocalan, hişyar kir ku di vê dewrê de, paşvemayîna olî gelek bi tehluke ye, û xwest ji ber vê yekê jî, jin xwe pir pêşbixin..

OCALAN: KAPÎTALÎZM MIROVAN TINE DIKE

Ocalan, di nirxandinin xwe de cih da bandorên sîstema kapîtalîst jî..

Her wiha Ocalan, anî ziman ku kapîtalîzm mirovan tine dike

"Gelek kesên betal hene. Jiyana xwendekarên zanîngeh qedandine, li qehwexaneyan diqede. Û nizanin ewê çi bikin. Ez dizanim, hê jî, hin hevalên me çixareyê dikişînin. Divê bi kapîtalîzmê nexapin. Pîrbûn girêdayî mejî ye. Divê hişê mirov bi hêz be. Hişê mirov çiqasî bi hêz be, bedena wan jî bi hêz dibe. Hişê mirov ne bi hêz be, û eger sîstem jî baş fêm nekiribe, bedena mirov jî, zû zeîf dikeve. Di pergala sermayedariyê de, dîtina heqîqetan û şîrovekirina wan gelek zahmet e. Ev pergal mirovan ji rê derdixe. Mirovên ji rê derdikevin jî, êdî bi kêrî ti tiştî nayên."


No comments:

Post a Comment