Saturday, February 20, 2010

Ji bo piştgiriya karkerên TEKEL'ê li Edene, Colemêrg û Êlihê meş

Karkerên TEKEL'ê li Edene, Colemêrg û Êlihê bi meş û daxuyaniyan piştgirî dan hevalên xwe yên Enqereyê.

Bi sedan karkerên TEKEL'ê ku ji Amed, Hatay û gelek bajarên derdorê hatibûn Edeneyê, bi boneya piştgiriyê bidin karkerên TEKEL'ê yên Enqereyê li duriyana Naxweşxaneyê li hev kom bûn û heta Parqa Înonu meşiyan. Karkeran bi fîrfîrk û dirûşmeyan polîtîkayên AKP'ê şermezar kir. Karkeran bê navber "Dijminê karkeran milyarder AKP", "Agirê Tekelê dê AKP'ê bişewitîne." berz kirin.

Karkerên ku heta Parqa Înonu meşiyan ji aliyê TURK-ÎŞ, KESK, DÎSK, KAMU-SEN û endamê Platforma Demokrasî û Kedê ya li dijî Kîrîzê bi def û zurneyan hatin pêşwazî kirin. Li vir axaftin hatin kirin û polîtîkayên AKP'ê hatin şermezarkirin. Karkeran piştî axaftinan saetekê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Piştre Platforma Demokrasî û Kedê ya li dijî Kîrîzê jî daxuyaniyek da çapemeniyê û helwesta AKP'ê ya li dijî karkeran şermezar kir. Çalakiya şermezarkirinê bi çepik û tilîlîyan bi dawî bû. Karkerên beşdarî çalakiyê bibûn bi boneya biçin Enqereyê ber bi Tarsûs û Mêrsînê ve derketin rê.

Dê ji Êlihê 2 otobus biçin Enqereyê

Platforma Şaxan a KESK'ê ya Êlihê jî bi boneya piştgiriyê bidin çalakiya karkerên TEKEL'ê ya 20'ê sibatê, li Kolana Gulîstan daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya karkerên TEKEL'ê ku gelek saziyên sivîl û demokratîk amade bibûn de polîtîkayên AKP'ê hatin şermezarkirin û hate xwestin ku AKP guh bide daxwazên karkeran. Li aliyê din bi boneya piştgiriya çalakiya 20'ê sibatê ku li Enqereyê pêk bê îşev saet di 19:00'an de dê 2 otopus biçin Enqereyê.

Li Colemêrgê jî meşa piştgiriyê

Platforma Şaxan a KESK'ê ya Colemêrgê li ber avahiya KESK'ê li he kom bûn û heta Şaredariya Colemêrgê meşiyan. Koma ku 5 deqeyan li ber avahiya Şaredariyê çalakiya rûniştinê pêk anî, daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de helwesta Hikûmeta AKP'ê hate şermezarkirin û hate xwestin ku mafê karkeran bidin karkeran.

No comments:

Post a Comment