Friday, February 26, 2010

Hevseroka BDP'ê Kişanak: Deriyê Xabûrê vekin da ku gel hev hembêz bikin


26.02.2010

Heyeta BDP'ê ku ji Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak, parlementer û rêveberên BDP'ê pêk dihat, di ziyareta Şaredariya Îdirê de ji aliyê hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, helwesta meclîsê ya li dijî Koma Çareseriya Demokratîk û Aştiyê ya Sînorê Xabûrê rexne kir û xwest ji bo aştiyek mayinde Deriyê Xabûrê vekin û rê li pêşiya hembêzkirina gelan vekin.

Hevserokên BDP'ê Gultan Kişanak û Salahattin Demirtaş, bi boneya Şaredariya Îdirê ziyaret bikin ji Enqereyê hatin Balafirgeha Merît Melen a Wanê. Hevserok Demîrtaş û Kişanak, bi def û zurneyan hatin pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de Parlementerê BDP'ê Ozdal Uçer, Şaredarê Wanê Bekîr Kaya û endamê Koma Çareseriya demokratîk û Aştiyê Nurettin Turgut jî di navde gelek kes amade bûn. Hevserokên BDP'ê Kişanak û Demîrtaş, piştî hatin pêşwazîkirin bi konvoyekê çûn Îdirê. Heyeta BDP'ê di rêde Şaredariya Beygiriyê ziyaret kir û bi Şaredarê Navçeya Beygiriyê Îzzet Çelîk re hatin cem hev. Heyeta BDP'ê piştî ziyareta Şaredariya Beygiriyê çûn Îdirê. Heyet, li Îdirê ji aliyê konvoyek mezin ve hatin pêşwazîkirin. Hevserokên BDP'ê piştî pêşwazîkirinê bi konvoyek mezin çûn ber Şaredariya Îdirê. Heyet, li ber Şaredariyê ji aliyê hezaran kesî ve bi slogana "Bijî Serok Apo" hatin pêşwazîkirin. Di ziyaretê polîsan tevdîrên pir mezin girt. Girseya ku di pêşwazîkirinê de bê navber di lehê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de slogan avêt. Li ber Şaredariyê Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, axaftinek kir û diyar kir ku ew bi armanca piştgiriyê bidin Şaredarê û bi gelê xwe re şewirmendiyê çêkin. Kişanak, anî ziman ku di hilbijartina 29'ê Adarê de aştî û biratî bi ser ketiye û wiha got: "Li Îdirê şaredariya ku 80 sale xizmet ji pergalê re dikir, yekem car ket destê gel. û dest bi xizmetê kir. Lê Hikûmeta AKP'ê ev yek tehamul nekir û kelepçe li destê şaredar xistin. Lê li gel hemû êrîşan dê gel li vîna xwe xwedî derkeve."

'Divê Deriyê Xaborê bi temamî bê vekirin'

Kişanak, diyar kir ku ew bawer dikin ku dê gelê Idirê bi têkoşîna xwe şaredarê xwe paşve bînin û wiha got: "Bera xwe bidinê, polîtîkayên înkar û îmhayê yên 80'ê salin didomin bi têkoşîna we winda dibin. Roja em çûne Meclîsê heta niha em dibêjin pirsgirêka kurd dê li meclisê bê çareserkirin. Ji bo vê yekê em israr dikin. Lê îro ev parlemento li meclîsê komên ji Deriyê Sînorê Xabûrê hatin Tirkiyeyê çima nehatin girtin niqaş dikin. Yanî CHP û MHP dixwazin kesên ji bo aştiyê hatin bimirin. Em li vir bang li AKP'ê dikin. Heke hun hes bikin vê pirsgirêkê çareser bikin gavên wêrek bavêjin. Werin bi temamî em Deriyê Sînor yê Xaborê vekin û ji bo aştiyekî mayinde riyê nişna bidin." Kişanak, bal kişande ser operasyonên di 14'ê nisanê de li hemberî partiya wan tên kiri û lio hember kurdan awayekî alenî siyaseta komkujiyê dikin. Kişanak, anî ziman ku heke şer bidome tenê kurd ne dê hemû gel winada bikin û xwest ku dest ji polîtîkayên şer berdin.

Ji gotinên Ocalan hin tişt hatin jêgirtin

Kişanak, di dawiya gotinên xwe de balkişand e ser 8'ê Adarê Roja Jinan ya Cîhanê û wiha pêde çû: "Birêz Ocalan ku li vî welatî ji bo aştiyek mayînde têkoşînek gelek mezin dide, dibêje 'Heta ku jin azad nebe jiyan jî azad nabe' Belê raste heta ku jin azad nebe civak jî nikare azad bibe. Ez bang li hemû jinan dikim ku 8'ê adarê derkevin qadan û daxwazên xwe bînin ziman".

Demîrtaş: Bila sînorên tehemûla vî gelî neyê ceribandin

Hevserok Selahattin Demîrtaş piştî Kişanakê mafê axiftinê girt û bertek nîşanê girtina Şaredar Nurî Guneş da. Demîrtaş, bi bîrxist ku dema wan li vir şaredarî bidest xist wezîrek hikûmetê gotibû "Gihiştin sînorê Ermenîstanê" û ev tişt li gotinên xwe zêde kir: "Bi vî avayî şaredariya me wekî armanc dan nîşandan. Eger birêz Guneş îro di girtîgehê de be ev yek ji ber armanc nişandana Wezîr Cemîl Çîçek e". Demîrtaş di berdewama axaftina xwede diyar kir ku hatine dawiya sînorê sebrê û wiha axivî: "Eger îro tiştek hatibe ber sînor, ew jî sînorê sebra vî geli ye. Êdî tu sebra me nemeye. Bila sînorên tehemûla vî gelî neyê ceribandin Werin rûmetê nîşanê daxwazên gelê me bidin. Tu kesî nikariye vî gelî teslîm bigire ma hûn dê bigir".

Lazime siyasetmedarên kurd werin berdan

Demîrtaş, balkişand ku ji 14 nîsana sala 2009'an heta niha di navde Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle û gelek şaredar jî heyî hezar 500 siyasetmedarên kurd hatine girtin. Demirtaş wiha domand: "Li vir bila tu kes behsê hiquqê neke. Ev operasyon bi destê AKP'ê pêk tên. Bi şiklek zelal ew dixwazin bi rûmeta me bilîzin. Lê bila hemû kes vê yekî baş bizane ku tu kes nikare bi rûmeta me bilîze" Demîrtaş, da zanîn ku gelê kurd tenê zimanê xwe dixwaze û destnîşan kir ku divê destê aştiyê yê ji aliyê kurdan ve hatiye dirêjkirin bê girtin. Demîrtaş, di dawiya axaftina xwe de roja 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya jinan pîroz kir. Piştî axavtinan bi hezaran kesan sloganên "Bijî Serok Apo" qêriyan û Hevserokên BDP'ê çûn serdana Şaredariya Îdirê. Hevserok piştî serdanan jî ber bi Navçeya Bazidê ya Agiriyê ve rê ketin.

No comments:

Post a Comment