Friday, February 19, 2010

Hamid Aslan û Peywendîyên Surîyê ligel Îsraîl û Amerîka



19/02/2010

Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, sîyasetvan Hamid Aslan derheqa peywendîyên Surîyê ligel Îsraîl, Îran, Amerîka diaxife.

Hamid Aslan
Hamid Aslan

Rêzdar Aslan dibêje, pêngaveke erênî ye ku Serokê Amerîka Barack Obama balyozekî nû dişîne Samê û têkîlîya her du welatan baştir dibe. Her wiha, Surîye û Îsraîl jî mesajên nerm didine hevdû bo normal kirina peywendîyên aloz. Lê, bi dîtina min Surîye ew tiştana dike çimkî destê wê de kaxiz nemaye ku edî bikar bîne.

Hamid Aslan her wiha dide zanîn ku, di sîyaseta rejîma Surîyê ya hemberê Kurdan de, di demên nêzîk de nîşaneyên guhartinan tune ne.

Guhdarên delal, jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe fayla dengî ya alîyê rastê kilîk bikin.

interview
Guhdarî bike (MP3)

No comments:

Post a Comment