Monday, February 22, 2010

Leşkerî li teqemeniyanên xwe xwedî dernakeve

Leşkerî li teqemeniyanên xwe xwedî dernakeve
Fermandariya Qereqola Gundê Muysan, ku di bihara 2009'an de li nêzî Gundê Mîrî qereqolek seyar ava kir û di payiza 2009'an de qereqol rakir, li şopa xwe teqemenî hişt û li teqemehiyên xwe xwedî derneket. Gundiyên ku li şûna qereqolê sewalên xwe diçêrandin teqemenî ferq kirin, serî li Qereqola Muysanê dan, lê ev 3 meh e hêj tu paqijî nekirine. Gundiyan, diyar kir ku berê jî gelek teqemenî li şûna qereqolan mabûn û bibû sedema gelek kuştinan. Gundiyan xwest di demek nêzîk de teqemenî bên paqijkirin. 

Fermandariya Qereqola a Cendermeyan a Muysan a Çewlîkê, li nêzî Gundê Mîrî di bihara sala 2009'an de qereqolek seyar ava kirin. Piştî demekê leşkeran qereqol di demsala payiza sala 2009'an de vala kir û li şûna xwe teqemenî hişt. Piştî gundiyên ku sewalên xwe li şûna qereqolê çêrandin rastî teqemeniyan hatin. Gundiyên ku li şûna qereqolê pezê xwe çêrandin rastî teqemeniyan hatin û çûn serî li Rayedarên Qereqola Muysan dan. Lê piştî 3 meh di ser serlêdanê re derbas bûn hêj rayedaran derbarê teqemeniyan de tu lêkolîn nekirine û li teqemeniyên xwe xwedî derneketine. Gundiyên ku ser perçeyê teqemeniyan bi keviran pêçan û serî li rayedarên leşkeriyê dan li bendê ne ku rayedar paqijiya zeviyê bikin. Gundiyên ku ev 3 meh e li benda bersîva leşkeriyê ne bertek nîşan dan û diyar kirin ku ewlehiya wan tune. 

3 meh derbas bûn lê leşkerî hêj bêdeng e

Têkildarî mijarê Muxtarê Gundê Mîrî Tacettîn Karakuş, diyar kir ku beriya ku qereqola seyar ava bibe li nava zeviyê teqemenî tune bû û piştî qereqolê bar kir û şûnde li şûna qereqolê teqemenî hatine dîtin. Karakuş, destnîşan kir ku li ser vê yekê wan serî li Qereqola Muysenê dane, lê ligel serlêdanawan ev 3 meh di ser de derbas dibe hêj tu lêkolîn nedane destpêkirin. Karakuş bal kişand ser buyerên berê û wiha got: "Di sala 1993'an de dîsa piştî operasyonê leşkeriyê teqemenî li pişt xwe hiştibû. Ji ber teqemeniyê Sadullah Yamaç û Ahmet Aydin jiyana xwe ji dest dabûn. Dîsa em bi talûkeyek bi vî rengî re rû bi rû ne. Em dixwazin di demek nêzîk de ev zevî bê paqijkirin." 

No comments:

Post a Comment