Sunday, February 21, 2010

Gelek gorên wekî yên Şêx Bedrettin bêxwedî ne!


Gelek gorên wekî yên Şêx Bedrettin bêxwedî ne!
Ji ber ku Stenbol, wekî Paytexta Çandê ya Ewropayê ya 2010'an hat qebûlkirin, li gelek taxan xebatên nûkirinê hatin destpêkirin. Li Taxa Sultanahmet a dîrokî jî gorên gelek paşa û aliman hatin nûkirin. Lê gora Şêx Bedrettin, bi hilweşînê re rû bi rû hiştin. Midûrê Muzeya Goran Hayrullah Cengiz, got ku 'li Stenbolê gelek gorên bêxwedî hene û ev ne pirsgirêk in'. Cengiz, sedema nenûkirina goran jî wiha rave kir: "Xizmên wan serî lê nedan."

Şêx Bedrettin, di dîroka Osmaniyan de cara yekem pêşengiya serhildaneke olî û civakî kiriye. Piştre Împaratoriya Osmaniyan got ku 'dê otorîteya malbata osmaniyan biçûk bixîne' hat darvekirin. Gora Şêx Bederettin jî di nav neviyên Osmaniyan ên ku li dijî wan serî hilda de ye. Şêx Bederettin, li Sûka Serezê hatiye darvekirin û dîsa li sûkê hatiye definkirin. Piştre di sala 1923'yan de gora wî anîtine Qesra Topkapiyê. Niha jî gora wî li Goristana Beyazitê, li gel gora Ziya Gokalp hatiye definkirin. Hemû gorên li wir in, bi awayekî gelek bedew hatine avakirin. Lê gora Şêx Bedrettin bi hilweşînê re rû bi rû hatiye hiştin.

Di sala 1970'yan de bi hinceta ji komunîstan re 'dibe çavkaniya moralê' hat texrîpkirin. Lê di sala 1998'an de gora wî hat nûkirin û kevirê wî jî dîsa danîn ber serê wî. Rêxistinên sivîl, bertek nîşan dan ku gora Şêx Bedrettin, di nav neviyên osmaniyan ku li dijî wan serî hildabû de ye. Lê rewş neguherî.

'Gelek gorên bêxwedî hene, ne pirsgirêk e'

Midûrê Muzeya Tirban Hayrullah Cengiz, ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku gelek gorên wekî yê Şêx Bedrettin hene lê ev ne pirsgirêk in. Hayrullah Cengiz, da zanîn ku heta niha ji bo nûkirina gorê tu serîlêdan nehatine kirin û ji ber wê jî wan gorê nû nekiriye. Cengiz, ji xizmên Şêx Bedrettin xwest ku bila serî li wan bidin û ew jî gorê nû bikin. Hayrullah Cengiz ji xizmên Şêx Bedrettin xwest ku heke derfetên wan hebin, bila ew nû bikin.

Hayrullah Cengiz, destnîşan kir ku divê pêşiyê ji Midûriyeta Giştî ya Weqifan destûrê bigirin û piştre jî ji bo nûkirina gorê serî li wan bidin.

No comments:

Post a Comment