Saturday, February 27, 2010

Aliyek zindan, aliyek jî YE!


27.02.2010

ADIL ZOZANÎ

Weşanên Ronahî pirtûkên Mehmet Çakmak û Feleknaz Ucayê pêşkêşî xwendevan kirin. Mehmet Çakmak bi ‘Labîrenta Evîna Sêwî’, Feleknas Uca jî bi ‘Yekitiya Ewropayê’ tevli civata nivîskarên xwedî pirtûk bûn. ‘Labîrenta Evîna Sêwî’ afirenêriyeke ji zindanê ye. ‘Yekitiya Ewropayê’ jî dokumanteke berdest a li ser ‘Yekitiya Ewropayê’ ye.

‘EVÎNA SÊWÎ’ DIYARÎ KIR
Ji bo Mehmet Çakmak zindan bingehê lêhûrbûna ji bo wêjeyê ye. Hem çîroka xwe ya ji bo haybûna bi zimanê kurdî û hem jî hezkirina xwe ya ji bo wêjeya kurdî li girtîgehê ferq kiriye.
Ew bi xwe dibêje ku ‘çîroka xwe nivîsandiye’. Çakmak çîroka xwe jî dişibîne romaneke dûr û dirêj û dibêje bi vê destpêkê di heman demê de, min meşa xwe ya ji bo riya dûr û dirêj a romana xwe daye destpêkirin.
Nivîskar Mem Mîrxan gotina pêşiyê ya ji bo çîrokên Mehmet Çakmak nivîsandiye. Û wiha gotiye: “Û çîroka Tîravêj, çîroka generalekî evîneke kujdar heye. Tu çîrokeke vê pirtûkê roj nedîtyie. Di pişt mazgalên zindanê de hatine nivîsandin.
Û çîrokên jiyana qerimî ne. Çîrokên şoreşê ne. Çîrokên evîneke kujdar in, li serê çiyê be jî nikarin ji tîrên Erosê qamqutik birevin. Çîrokên mirinê ne. Çîroka jineke bêçare, çîroka mirina kesê ku li ber sêdarê lingali ba dike ye.”
Kêfa ku hevok û hêmayên Mehmet Çakmak bê girtin, danin aliyekî; Mehmet Çakmak bi çîrokên xwe daye ser rêgeheke nû ku wî ji nav qirnê ber bi jiyanên di nava qelebalixên bajar difilitîne. Hestên xwe azad kirine û berê xwe da ye wêjeyê. Ew bi xwe dibêje, ‘ji ber ku em dixwazin jiyana xwe bişibînin çîrokan em xemgîn dibin. Dem ajiyane me ji aliyê çîrokan ve hatibe dorpêçkirin, ma em bawer nekin em ê çi bikin?”
Mehmet Çakmak piştî ruha mehkûmê li Karaîsaliyê berbendî darvekirinê bûyê hîskirî, di heman demê de dîtiya çîroka wî ji aliyê gelek çîrokên din ve hatiye dorpêçkirin.
Her wiha ‘Labîrenta Evîna Sêwî’ destûrê dide mirov ku evîna welat di ser hemû evînan de ye. Bi salan şûn de hevokên ku îro li textê wêjeyê tên nivîsandin dê baştir bêne fêmkirin. Bandora têkoşîna azadiyê ya li ser ‘evîna sêwî’ têgeheke ku diyarî pêşeroja wêjeyê bibe.

JI PÊNÛSÊ UCAYÊ ‘YE’
‘Keça kurd’ Feleknasê ji cerebeyên xwe yên 10 salan dokumanteke berdest li ser ‘Yekitiya Ewropayê’ amadekiriye.
Li ser vê dokumantê, gelek tiştên ku bêne gotin hene. Beriya her tiştî, têrbûna welatiyên Ewropayê ya ji nasnameyan, ji bo yek ji mijarên ku xebatên sosyolojîk li ser bêne kirin e. Feleknasê bi vê dokumantê ev peywîr daniye ber me kurdan.
Çîroka resen a Yekitiya Ewropayê wekî dokumanteke teknîkî hatiye honandin. Feleknasê hinekê xwestiye cihê xwe yê di nava vê mekanîzmayê de bi bîr bîne. Ji xwe di destpêka dokumantê de aşkera jî gotiye. Ev pirtûk ji cerebeyên wê yên deh salan paliyaye. Ev wiha nav dike.
Feleknas Uca siyasetmedareke ciwan a di nava tora dîplomasiyê de cihê xwe dîtiye. Lê kurdistanîbûna xwe qet nexistiye rêza duyemîn.
Yên ku pirtûka Feleknas Ucayê digirin destê xwe, dê bixwînin; divê çîroka Feleknasê bixwînin. Lewre, heta çîroka wê neyê xwendin tam ji girîngiya vê dokumantê nayê girtin. Feleknasa ji malbateke êzidî, li Cellayê hatiye dinyayê û bi dab û nêrîtên ewropayî mezin bûyî, di heman demê de qahîmiya çand kurdewar jî nîşanî mirov dide. Û ev minak bi tenê jî nîşan dide ku tirsa ji çandên cuda, şevreşkên di nava pêlên baranên payîzan de dixuyê ne.
Bi zimanê kurdî, ji destpêkê hate îro xwendina serboriya Yekitiya Ewropayê ji pênûsê Feleknas Ucayê dê bibe sedemê xweşhaliyekê.
Wekî gotina dawî dikarin vê bêjin: Ji pênûsê Mehmet Çakmak zindan, ji pênûsê Feleknas Ucayê ‘YE’ tevli rûbarê ziman bûne. Aliyek zindan, aliyek ‘YE’!..

No comments:

Post a Comment