Saturday, February 20, 2010

'Ên din' ên Tirkiyeyê zimanê xwe yê zikmakî dixwazin


Çerkez, Laz û Suryaniyan 10'emîn salvegera 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê nirxandin û polîtîkayên 'pişaftinê' yên li dijî wan rexnekirin. Xwestin ku pêşî li perwerdehiya bi zimanê zikmakî bê vekirin û gotin ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî dê Tirkiyeyê ji hev parçe neke, dê yekîtiyê xurtir bike.

Li Tirkiyeyê, ne tenê kurd, gelek neteweyên din ên ku ne tirk in, 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bi xemgînî pêşwazî dikin. Gelek neteweyîn cuda yên ku li çar aliyê Tirkiyeyê belav bûne, hewl didin ku bi qursan xwedî li zimanê xwe yê zikmakî derekvin. Lê hemû netewe di mijara perwerdehiya bi zimanê zikmakî de wiha dibêjin: "Heke ku zimanê zikmakî wekî zimanê fermî neyê qebûlkirin, nikare bijî."

Çerkes: Ew eleqeya ku fransî ji Ûbihçayê nîşan da, Tirkikiye ji me re nîşan nade

Serokê Berê yê Federasyona Komaleyên Kafkasan Fahri Huvaj ku li ser zimanên çerkes jî gelek lêkolînan kiriye, ev mijar nirxand û diyar kir ku çerkes ji sala 1864'an û vir de, ji gelek cihên cîhanê yên wekî Abhazya, Dagitsan, Komara Adigey, Komara Karaçey a Çerkes, Osetyaya Başûr, Osetyaya Bakûr û Komara Înguş a Çerkes hatine û wiha got: "Ji sedî 90'ê wan adiger in. Li Tirkiyeyê jî li 45 bajar û 900 bajarokan dijîn. Hejmara wan jî herî kêm 3 milyon û nîv, herî zêde jî 7 milyon in. Zimanê çerkesan a Ûbihçî, bi mirina Teyfik Esenç tune bû. Ûbihça zimanê herî bi deng a cîhanl bû. 83 tîpên wê hebûn. Lê niha mixabinh tu kes vê zimanê bi kar nayne. Tirkiyeyê qîmeta vê yekê nizanibû. Hazîneyeke mezin bû. Zimanê herî dewlemend a cîhanê li welatê me bû lê em lê xwedî derneketin."

Israra di pişaftinê de dê 'têgihîştina tirkên hov' xurtir bike

Huvaj, bal kişand ku zimanên çerkesan ên wekî adige û abhazî da zanîn ku bi tunebûnê re rû bi rû ne û wiha lê zêde kir: "Tirkiye ji aliyê zimanan de pir dewlemend e, lê qîmeta zimanan nizane. Tirkiye her diçe werdigere goristana ziman û çandan. Divê ku ew ziman û çand bên parastin. Em niha li komaleyên xwe hin perwerdehiyên biçûk didin. Lê ev ne bes e. Divê dewlet di warê jiyandina van ziman de alîkarî bike. Divê ev ziman wekî zimanên fermî yên Tirkiyeyê bên qebûlkirin û li dibstanan jî bên bikaranîn. Heke ku ev nebe, dê paşiya hemû zimana wekî paşiya ûbihçî be. Li Tirkiyeyê gelek ziman hene lê ger ev polîtîkaya 'yek ziman, yek netewe û yek çand' bê meşandin dê hemû ziman û çand rastî komkujiyê bên. Dewlet dibêje 'Ger em bidin yekî dê yên din jî bixwazin'. Ma bila hemû bixwazin. Divê ku mafê hemû kesan bê dayîn. Dîsa di vê mijarê de mînaka Rûsyayê heye. Li Rûsyayê, di polekî de 7 xwendekaran zimanê xwe yê zikmakî xwestin û dibe ku li Tirkiyeyê jî tişteke wiha pêk bê. Dîsa li hin welatên Îspanya û Swêdê jî heman tişt pêk tên. Ev mirovên ku li vê welatê dixwînin, li vê dixwînin û dîsa bacên xwe jî didin vê welatê. Tu tişt, bi qasî mafê zimanê zikmakî xwezayî nîn e. Ne pêkan e ku miron hincetê wan qebûl bike."

‘Qurs, rêbazeke din a tunekirina çand û zimanan e'

Huvaj, derbirî ku dê perwerdehiya bi zimanê zikmakî Tirkiyeyê ji hev parçe neke û li dijî vê yekê dê yekîtiyê xurtir bike. Huvaj, bal kiyand ser nêzîkatiya dewletê û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Dewlet dibêje, 'min qedexeyan rakir. Biçin qursan û zimanê xwe hîn bibin'. Ne rast e ku bibêje ez qedexeyan radikim hûn çi dikin bikin. Ev 80 sal in ku hûn li ser zimana polîtîkayên pişaftinê dimeşînin. Niha jî dibêjin li çara serê xwe binêrin. Ma wisa dibe? Wekî ku mirov avjeniyê fêrî yekî nede û wî biavêje nav behrê. Qursî rêbazeke din a tunekirina çand û zimana e."

Suryanî: Ji ber bûne ên dîtir hatine qraxa mirinê

Endamê Hîndekariya Zanîngeha Dîcleyê Antropolog Abdurrahman Ozmen ku li ser suryaniyan lêkolînê dike, diyar kir ku bi hevlêkirina Lozanê, gelên nemisliman ku di statuya "Hindikan" de hatin dest girtin û mafên wan ên perwerdehiyê hate dayîn, suryanî li derveyî vê yekê hatin girtin. Ozmen, têkildarî sedema nedana mafê perwerdehiyê ya suryaniyan jî wiha got: "Ji ber ku suryanî tu carî wekî polîtîk nehatine dîtin. Herdem li paş mane. Derketina holê ya suryaniyan bêtir di wateya olî deye. Suryanî xwe wekî gelê ku yekem car ola Îsa qebûlkirine dibînin û piranî ji Antakyayê ber bi Riha û Mêrdînê ve koç dikin. Ji ber ku suryanî nirxandina olî kirine rastî pêkutiyên mezin ên Romayê hatine. Piştî pêkutiyan ji Antakyayê ber bi Cizîr, Nisêbîn û Mîdyatê be ber bi herêma Turabdîn ve koç kirine. Li wir jî suryanî piranî jiyana manastirê û olî didomînin.

'Suryaniyî di bin xetereyê deye'

Ozmen, destnîşan kir ku gelê suryanî civaka herî kevn a Anatolyayê û Mezopotamyayê ye û wiha got: "1870'yan jî bi rêya ermenan hatine temsîlkirin. Ji ber vê yekê di Lozanê de ku ji bo hindikan hind maf hatin dayîn jî, suryanî nehatine nasîn. Bûne ên dîtir." Ozmen, bi bîr xist ku ji ber suryaniyan xirîstiyanî bi awayekî hişt nirxandine, ji bo wan pênaseya, "Qedîm Ortodoks" û da zanîn ku xirîstiyaniyê jî suryanî vederxistine. Ozmen, anî ziman ku suryaniyan heta niha xebatên xwe yên ziman bi giştî di nava olî de di keşîşxaneyan de domandine û wiha got: "Lê ev yek zagonî nîne. Piştî 12'ê Îlonê derbarê dêra Derê Zaferanê de bi hinceta perwerdehiya der zagonî dide hind doz hatin vekirin." Ozmen, bi bîr xist ku suryaniyên ku li Mêrdînê û derdora wê ne bi zimanê wekî Troyo tê zanîn diaxivin û 3 hezar kes in û wiha dom kir: "Gelekî ji wan bi zimanê em jê re dibêjin Troyo bi zaravaya suryanî diaxivin. Her wiha li Stenbolê nêzî 10 hezar suryanî dijîn û heman zimanî diaxivin."

Ozmen; ziman bi perwerdehiyê hene

Ozmen, anî ziman ku mirov nikare bêje ku zimanê suryaniyan li ber windabûnê û hatiye qraxa mirine û wiha axivî: "Bi taybetî jî ji bo xirîstiyaniya rojhilat, suryaniyî zimanê jiyanê yê herî girîng e. Gelek pirtûkên pîroz ên ku bi vî zimanî hatine nivîsîn hene. Xebatên olî hene. Suryanî jî di mijara ziman de mirovên gelekî hişt in. Ji ber vê yekê jî mirina vî zimanê hêsan nîne. Ji ber vê yekê jî ne zimanekî li ber mirinê ye, lê zimanekî dibin talûkeyê de ye. Zimanên perwerdehiya wan tune bin tu takûkeyê dene. Ziman bi perwerdehiyê zindî dibin." Ozmen, perwerdehiya zimanên zikmakî parast û wiha got: "Pîşeya min antropolojî ye. Ji bo me kesek jî be dema çandek û zimanekî bi axive, bi qasî zimanekî ku bi mîlyonan kes diaxivin girîng e. Ji bo zimanek zindî bimîne divê perwerdehiya wî zimanî bê dayîn. Tiştê pêwîst ku divê bê kirin sererastkirinên zagonî ne."

'Berhî ziman bimrin divê hind kes dest bavejin wan'

Zekî Aydin ê suryanî jî, diyar kir ku suryaniyî herî zêde li Tirkiyeyê tê bi kar anîn. Aydin, anî ziman ku suryaniyî ji zimanê herî kevn ê cîhanê ye û wiha got: "Bi suryanî çavkaniyên gelekî girîng hatine nivîsîn. Divê ev yek bên dîtin û li mirovan bên belavkirin. Ji bo pêşxistin û jiyandina ziman divê lêxwedîderketin hebe." Aydin, bi bîr xist ku suryaniyî li hind dibistanên li Ewrupayê tê dayîn û perwerdehiya zimanê zikmakî tê hînkirin. Aydin, da zanîn ku dema darek 40 salan bê av bê hiştin, hişk dibe û êdî kes nikare şîn bike.

LAZ: Ji bûna jiyandina lazî perwerdehiya zimanê zikmakî pevîst e

Nivîskarê Ferhenga Mezin a Lazî Îsmîl Avci têkîldarî zimanê lazî agahi dan û diyar kir ku lazî li navendên wekî "Sapanca, Akçakoca, Duzece, Yalova, Bursa, Stenbolê" tê axaftin. Avci, anî ziman ku zimanê lazî herî kêm ji aliyê 500 hezar kesan ve tê axaftin û her diçe "kesên bi lazî diaxivin kêm dibin." Avci wiha got: "Heya niha zimanê lazî bi kevneşopiyên devî belav bû. Lê bi nivîskî nehatiye bikar anîn. Zimanê lazî îro ji zimanên li Anatoliyayê dijî yek. Lê li ber windabûnê ye. Ji bo ku lazî windanebe kedek baş divê bê dayîn." Avci, destnişan kir ku ji bo pêşxistin û jiyandina ziman tiştên pêwist diyarin û wiha domand: "Di serî de pêvîst ku kesên zimanê wan lazî divê di vê mijarê de tiştkî bikin. Ya herî hêsan di navê malê de bi zarokên xwe re bi lazî biaxivin. Heke zimanek di nava malekê de ji aliyê dayik û bavan bi zarokan neyê hinkirin mudaxeleyên derve tu fêdeyê nadin ziman. Bê guman divê amurên teknîk yên wekî radoyo, tv û muzîk bên bikar anîn." Avci da zanîn ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî û perwerdehiya ziman ne yêkin û wiha axivî: "Ji bo jiyandina lazî perwerdeya bi zimanê zikmakî pêvîste. Ji ber vê yekê xebatên têkîldarî daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî girîngin. Ez difikirim ku girêdayî demokratîkbûna Tirkiyeyê di vê mijarê de gav dê bên avêtin."

No comments:

Post a Comment