Thursday, February 18, 2010

Çawa peya vegeriyan?


18/02/2010

Polat CAN - ZAP/ANF

Berî ku operasyona bejayî di 20’ê sibatê de li Zapê pêk were, dewleta tirk amadekariyek çawa kir ta ku rê ji bo êrîşeke bi vî rengî veke?


Operasyon di aliyê bejayî de neh rojan dewam domiya. Lê cudahiya vê operasyonê çibû? Artêşa Tirk plan û amadekariyên vê operasyonê ji mêj ve kiribûn. Xwestin ku vê operasyonê wekî teqtîkên Amerîka yên ku li Afganistan, Iraq û Yugoslavyayê meşandibûn pêk bînê. Tê zanîn ku (Îlker Başbug) li NATO’yê erkdar bû û ji wir hatiye, wî jî xwest şêwazê şerê NATO’yê bimeşînê.


Artêşa Tirk, ji havîna 2007’an ve dest bi amadekariya vê yekê kiribû. Bi taybetî jî herêma Zapê, ango wargehên bîryargeha navendî bûn hedefa bombebarana topên (Hawan û Obûsan), ev topebaran dirêjahiya havîn û payîzê dewam kir. Piştî çûna Erdogan a Washingtonê di 5’ê mijdarê de, êdî amadekariyên leşkerî kete pêvajoyeke nû. Ji bo vê yekê di serê zivistanê û vir ve êrîşên hewayî yên pir zêde li ser herêma Zapê çêbûn. Li gorî ew difikirîn ku li hemû kamp û wargehên me xistine, xirab kirine û zagona me belav kirine. Jixwe wan digotin: “Me sîstema wan ya komîte, ya girêdan û têkildayînê û ragihandinê belav kiriye”. Ev di milekî de bû, di milê din de, di nava van çend heyvan de şerekî psîkolojîk û propagandayê yê pir zêde dan meşandin. Ev herdu mil jî, di şer de girîng in. Di rex van re, xebateke dîplomasî ya pir berfireh dan meşandin, ew jî, bi armanca ku me bi tenê bihêlin û arîkariya navneteweyî ji xwe re çêbikin. Bi vê mebestê bi Amerîka heta Ewropa heta Israîl û heta hêzên herêmî û Kurdistanî re pir mijûl bûn ta ku eniyeke navneteweyî li hemberî me çêbikin. Wan li gorî xwe di hemû milan de amadekariyên xwe temam kiribûn û tenê êrîşa bejayî mabû.


Êrîşa bejayî jî, di nîva zivistanê de, di demek ku em hêvî nekin (li gorî wan) û me di xefletê de ji nişka ve bigirin pêk anîn. Wan bawer dikir ku êrîşên hewayî darbeyên mezin li me xistiye, şerê piskolojîk jî rewşa me xerabtir kiriye û tenê êrîşa bejayî maye ta ku werin di demek kurt de cihên me dagir bikin, têkevin Zap ê û serkeftina xwe ragihînin. Operesyona ku di 20’ê Şubatê de li ser Zap ê destpêkirî bi vî rengî bû û li ser hesabên wisa bûn. Yanî ji sedî 70 operasyonê ji berê de çêbûbû û mabû ku ji sedî 30 jî bi operasyona bejayî ve temam bikin û encam bi dest bixin.

We behsa stratejî û teqtîkên leşkerî kir û şiband teqtîkên NATO’yê, ev bi giştî bû. Gelo di aliyê êrîşa bejayî de, tirkan teqtîkên çawa bi kar anîn? Cudahiya vê operasyonê ji yên berê di warê teqtîk û şêwazê de çi bû?


Cudahî ev e: Xuya dike ku Serfermandariya Artêşa Tirk, xwe qanih kiribû ku bi wan êrîşên hewayî yên zivistanê darbeyek mezin li me xistiye. Êrîşa wan a bejayî jî, bi vî rengî bû:


Yek, xwestin ku bi dizî li dar xînin. Mînak, wan hêzeke leşkerî ya mezin anîn Çelê û ji nişka ve derbasî cihê operasyonê kirin. Du, qaşo zaf îstîxbarat kom kiribûn; yanî hem bi arîkariya Amerîkayê (bi riya hewayî), hem jî, bi riya hêzên xwe yên li Başur ku pereyekî pir zêde ji bo komkirina îstîxbaratan xerc kiribûn. Yanî bi riya hêzên xwe yên li Şêlediz, Bamernê, Kanî Masî û cihên din bi riya van gelek îstîxbarat kom kiribûn. Hedefa wan diyar e, xwestin ku bi awayekî dizî û lezgîn têkevin tevgerê û dîrekt werin têkevin kampên me yên bîryargehê.


Ango werin di serî de du cihên stratejîk bigirin, yek ji wan Çiyayê Reş e û ya din jî Şikefta Birîndaran û dirêjahiya wê heta Çemcu ye. Ji bo vê yekê jî, pir bilez hereket kirin, difikirîn ku ji nişka ve me xafil bigirin. Ji bo vê jî, baskê ku di milê Çiyayê Reş ve û baskê ji aliyê Şikefta Birîndaran û Baskê Şamkê ve hatî pir bi lezgînî hatin. Jixwe leşkerên di pêş de dihatin ala tirk bi xwe re anîbûn, ji bo ku werin li Çiyayê Reş û Şikefta Brîndaran alên xwe biçikînin. Ev teqtîka wan ya hatinê bû.


Sê; wan ji bo xwe şert û mercên zivistanê awantaj dîtin. Yanî balafir û helikopterên wan hene, û qaşo ev bi mehan e ku artêş van leşkeran perwerde dikirin, propagandiya wan dikirin, li gorî jiyan û mercên berfê perwerde kiribûn. Hêzên ku anîn vê operasyonê hemû jî hêzên taybet bûn, leşkerên normal pir kêm bûn di nava wan de. Belge û dokumentên wan ketin dest me, lîsteyên yekîne, tabûr, navên wan, erk û çekên wan, rutbe û sîcêlên wan hemû ketin dest me, di wan belgeyan de jî diyar dibê ku ji sedî 10 tenê leşkerên normal in, ên mayî hemû fermandar bûn. Divê ez vê jî bibêjim: Roja berî operasyona bejayî dest pê bikê, ji Zapê heta Çemcu, dirêjahiya rojê balafiran êrîş û bombebaran kirin. Çiqas gundekî kevin, kampek kevin, şikeftek deşîfre bûye hemû jî bombebaran kirin. Li gorî wan cihekî ku lê nexistin û tune nekirin nemabû.


Di şerê ku neh rojan dom kir de şerekî çawa qewimî?


Li herêma Zapê şerekî pir dijwar qewimî. Di van neh rojan de bi piranî ji berbangê heta şev balafiran bê rawestîn li herêmê dixistin. Helîkopter û Kobreyan êrîş dikirin, topavêtina Obus û Hawan qet ranediwestin, ji aliyê bejayî ve jî, 9 rojan di mercên zivistanê, di nava berf û şilahiyê de, şer sîng bi sîng birêve diçû, şerên pir dijwar, pir mezin çêbûn. Bi giştî ev 9 rojên şer wisa bûn.

Li ser paşvekişandinê gelek hate axaftin û gelek nakokiyan jî di nava Tirkiyeyê de rûda. Hat gotin ku paşvekişandin bi saya zextên DYA’yê çêbû, lê Fermandariya Artêşa Tirk ev nepejirand û got ku li gorî pêdiviyên leşkerî ev pêk hat. Gelo ma bi rastî jî, Artêşa Tirk di bin zextên DYA’yê de ji Zapê paşve kişiyan?


Ez dixwazim pêzanînên pratîkî bidim we. Artêşê di roja heftan de xwest ku şûnve vegere. Ji ber ku tiştekî din ê ku artêşê di qada şer de bikariba tunebû. Jixwe însiyatîfa şer ji sedî sed di destê me de bû. Li eniya Çiyayê Reş neketibûn hundir û sînor derbas nekiribûn. Heman tişt ji bo eniya Xeregul û Şikefta Birîndaran jî derbas dibe. Tenê di eniya Şamkê de hinek ketibûn hundir. Roja heftan xwestin ku vegerin, lê hevalan nehişt. Hevalan ji piştê ve li Zagrosê li wan xist û deriyê xwevekişînê li wan girtin. Roja heştan hevalan dîsa hem ji aliyê bakur û hem jî ji aliyê başûr ve li wan xist û gelek gir ji destê wan derxistin. Rojekê sax ancax karîn ku termên leşkerên kuştî bi helîkopteran xelas bikin. Ancax roja nehan karîn leşkerên xwe bibin. Lê ew jî, her di bin lêdana hevalan de paşve dikişiyan. Beşek ji wan bi helîkopteran xelas kirin, piştî ku hevalan li helîkopteran jî xistin, beşek leşker di nava çemberê de man. Hevalan dora wan girt, tenê aliyekî pir zêde berf hebû, leşkeran bi întîharwarî xwe li wê berfê xist û wisa ji nava çembera hevalan xilas bûn. Di vir de şaştiya hevalan hebû, heval difikirîn ku dijmin wê nikaribe xwe li berfê bidê û ji çemberê derkevê.


Têkiliya xwepaşvekişandina dijmin bi zextên derve re nîne. Planên Artêşa Tirk ne wisa bûn. Plana wan ew ketina bîryargehê bû, dargirkirina vê herêmê bû, armanca wan ew bû ku xwe bi cih bikin û piştre jî tevayî Başur û gelê me li vir tehdît bikin û bixin bin kontrola xwe. Ev tişt wan bi xwe jî, digotin û tiştekî ne veşartîbû. Jixwe xerîteyên operasyonê ketin destên me, di xerîteyê de hedefên wan diyar in. Haya Amerîkayê jî, ji van hedef û xerîteyan hebû û jê razîbû. Jixwe Amerîka îstîxbarat dabûn tirkan. Yanî çi têkiliya zextên derve û xwevekişîna Artêşa Tirk ji Zapê re nîne. Jixwe ku Artêşa Tirk paşveneçûba, wê di dîroka xwe de binkeftina herî mezin bidîta. Ku li Oremarê 8 leşker dîl ketibûn destên me, ew ê li vir hejmarek pir mezin ji leşkeran biketana destên me. Yaşar Buyukanînt ev dît. Ji bo vê yekê jî Îlker Başbug hat Şirnexê. Ji bo vê yekê wan digotin “Em ji bo paşvekişandinê li ser agir bûn”!.

Hate gotin ku hêzên gerîla yên axtîf şer kirin 100 heval derbas nedikir. Yanî sira vê yekê çibû ku 100 heval li hemberî deh hezar leşker û di mercên zivistanê yên herî zehmet de li ber xwe bidin û biserkevin?


Artêşa Tirk gelek amadekarî û hesab kiribûn, xwe li gorî mercên zivistan û berfê amade kiribûn. Cilên berfê anîbûn, goreyên taybet anîbûn, alavên xwegermkirinê anîbûn, heta ev qas tişt anîbûn ku barê leşkeran pir- pir giran bûn û nedikarîn di bin wî barê giran de bimeşin. Lê hêzên me, li gorî şert û mercên çiyayên Kurdistanê, hem havîn û hem zivistanê xwe perwerde kirine. Jixwe em hêzek gerîla ne û li çiya dijîn, berî her tiştî hêzên me di aliyên psîkolojîk û moral de amade bûn. Belkî ku derfetên me bi qasî yên dewletekê nebin, lê em di aliyê moral û psîkolojîk de baş amade bûn, hêzên me di aliyê vîn û îradeyê de amade bûn. Em hêzek bîr û baweriyê ne. Hêzên me bi bîr û baweriya xwe şer dikin, li hemberî hemû mercên pir zehmet li ber xwe didan. Ev jî xala herî girîng a ku hişt em bi serkevin. Derveyî vê, di warê pratîk de jî, amadekariyên me hebûn. Ji bo mercên berfê û çiyayên bilind jî amadekariyên me hebûn. Jixwe di dema operasyonê de, du rojan her berf dibariya. Di bin barîna berfê de me şer dewam kir. Di vir de 1însiyatîfa şer di dest hêzên me de bû. Di van her du rojên berf barînê de gelek leşkerên Tirk di berfê de qufilîn û lingên wan şewitîn û di cihên xwe de cemidîn. Tiştê ku hişt hêzên me bi serkevê, ew aliyê wî yê biryar bû û aliyê wî yê îradeya xurt bû. Me bi çavên xwe dîtin, bi rojan heval di nava berfê de çûn û hatin, lingên wan şil bûn, cilên wan şil bûn, şev pir sar bû, agir tunebû ku heval xwe pê germ û ziwa bikin, heta ku solên di lingên hevalan de bi şev diqerisîn û qeşa digirtin, heta hevalan ji ber vê nedikarîn pêlavên xwe ji lingên xwe derxînin… Lê li rex van hemû zehmetiyan jî, yek hevalî jî, behsa sermê nedikir, yek hevalî jî gazinc nedikirin, heta çend hevalan lingên wan di berfê de werimîbûn lê qet behsa vê yekê jî nekirin. Dema me pirsa rewşa hevalan dikir, yekî jî behsa zorî û zehmetiyan nekirin.


Divê mirov bibêje, ku di şerê van 9 rojan de, ê ku bi serket ruhê berxwedaniya PKK’ê bû. Ê ku biserket îradeya gelê kurd bû. Ê ku biserket gerîlayên Kurdistanê bûn.

Zap Biryargeha Navendî ya HPG’ê ye

Gelo çima bi taybetî herêma Zapê kirin hedef? Mirov di çapemeniya tirkan de hêj bêtir Qendîl di plana pêşîn de didît, lê çima Zap?


Sedemên hedefgirtina Zapê hene. Sedema bingehîn ew e ku, Zap qada Biryargeha Navendî ya HPG’ê ye. Li ser sînor e û bi awayekî dîrekt xebatên leşkerî yên li hemû bakurê Kurdstanê dimeşînê. Dijmin jî ev der ji bo xwe tehdîtek mezin didîtin. Li aliyê din, Qendîl gelek dûr e û gihîştina wir zehmet e, ji bo ku biçin Qendîlê divê destpêkê li Zapê encamê bigirin, ku li Zapê encam negirin wê nikaribin gavekê jî ber bi Qendîlê ve biavêjin. Di aliyê din de, Zap qada biryargehê ye, eger êrîşa li ser Zapê encam bigire ew ê moral û manewiyeta hemû hêzên me xirab bibe, ew ê bandoreke psîkolojîk a xirab li ser hêzên me çêke, û piştre jî hemû êrîşên ku li hemberî hêzên me li dar bixin wê gelekî hêsan be. Jixwe di planên wan de hebû ku êrîş bibin ser herêma Heftenîn, Xakurk û di vê qadê de xwe bi cih bikin û di bakur de jî wê hîn hêsantir operasyon li dar bixistana.

SIBÊ:

- Di berxwedana Zapê de rola gerîlayan, hevalên gihîştin şehadetê û yên şer dikirin kesayeta wan çawa bû- Helwesta gelê kurd bandoreke çawa kir?- Di şerê Zapê de bîranînên kunehatine jibîrkirin?

No comments:

Post a Comment