Friday, February 19, 2010

Biryara Mexmûrê dan destê DYA’yê


19/02/2010

Delîl FIRAT - MAXMUR/ANF

Seroka Meclîsa Demokratîk a Gelê Mexmûrê Nuran Sezgîn û Berpirsê Karên Derve yê kampê Ramazan Bozan diyar kirin ku piştî hilbijartina Iraqê ya meha adarê pêkan e bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li dijî Mexmûrê hewldan dest pê bikin.


Li kampa Mexmûrê 12 hezar penaberên kurd dijîn. Bi taybetî hikûmeta AKP’ê bi qaşo ‘hewldana berlêvekirina kurd’ li dijî kampa Mexmûrê dest bi dek û dolaban hat kirin. Kamp di nav bazara dîplomasiya Tirkiye, Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê de jî mijara herî seke ye. Ev piştî avakirina koordînasyona sêalî jî wekî mijara esasî derkete pêş. Hewldana ‘berlêvekirinê’ piştî ku derket holê plana tasfiyeya aliyê kurd e, têk çû lê hesabên li ser kampa Mexmûrê ranewestiyan.

NOQTEYÊN KONTROLÊ


Mexmûr di nav sînorê Mûsilê de ye û saetekê ji Hewlêrê dûr e. Ev kamp di nav hewldanên koordînasyona sêalî ku ji Tirkiye, Iraq û DYA’yê pêk tê ku ketina dû tasfiyekirina PKK’ê wekî gava destpêkê girtine hedefa xwe. Ji vir 2 sal berê di nav Hewlêr û Mexmûrê de 7 noqteyên kontrolê hebûn, ev niha daketiye 5 noqteyan.


Kamp bi modela xwe ya protîp ya Konfederalîzma Demokratîk ji aliyê van welatan û derdoran ve bi baldarî tê şopandin. Her ku kamp bi ser dikeve û bi modela xwe dibe navenda balkêşiya raya giştiya Rojhilata Navîn van welatan û derdorên bi wan ve girêdayî dixe nav fikaran. Rewşa kampa Mexmûrê ya siyasî, daxwazên penaberan, pozîsyona NY’yê, hewldanên koordînasyona sêalî û hewldanên pêkan ên li ser parçekirin, belavkirin û têkbirina kampa Mexmûrê ji aliyê Seroka Meclîsa Demokratîk a Gelê Mexmûrê Nuran Sezgîn û Berpirsê Karên Derve yê Kampa Mexmûrê Ramazan Bozan ve hate nirxandin.

ALÎKARIYA NY’YÊ KÊM E


Sezgîn got ku NY’ê ji wan re gotiye ku heta daxwaza penaberan nebe kes nikare wan ji kampê derxe. Ancax Sezgîn aşkera kir ku NY jî di nav vê pêvajoyê de ye. Sezgîn ji bo vê jî mînaka alîkariyê da û got ev du sal in NY lêçûnên pirtûkên xwendekarnên dibistanê nade. 12 hezar kes tenê bi nexweşxaneyek tê dermankirin. Doktor rojê 3-4 saetan heye. Derman nîn e. Hebûn û nebûna nexweşxaneyê mijara nîqaşê ye.


Sezgîn vegot ku heta niha heyetên ku hatine bi giştî bi pirsgirêkên ku ji penaberiyê diqewimin ji wana nepirsiyane û ji bo çareseriyê jî tişt nekirine. Hat diyarkirin ku ji sisiyan diduyê kampê jin û zarok in. Sezgîn destnîşan kir ku hemû nîzîkatiyên ji bo kampê siyasîne û ev dê pişt hilbijartinê rengê xwe aşkera bike.

KOMPLO PÊKAN E


Berpirsê Karên Derve yê Kampê Ramazan Bozan jî da zanîn ku li ser serdana Wezîrên Karên Derve yê DYA’yê Robert Gates û Fermandarê Leşkerî yê Leşkerên Iraqê yê DYA’ê Ray Odîerno fikara wan a der barê mijarê de zêde kiriye. Bozan got ku fikara wan ev e ku hewldana tasfiyeyê ya destpêkê kampa Mexmûrê be. Bozan vedibêje ku girtina kampê hewaleyê DYA’yê kirine. Bozan diyar kir ku ew ne diwê baweriyê de ne ku li dijî kampê şîdet bikar bê. Lê dixuye ku êrişên wekî parçekirinê zêdetir bikar bê. Ev jî dibe ku bi afirandina kampa alternatîf bê kiri. Li gorî nirxandina Bozan dê berê bi awayê fizîkê kampê parçe bikin. Seroka Meclîsê Sezgîn da zanîn ku bi hewldanan kampê li nav Iraqê belav bikin. Hat gotin ku di kanpê de çen eşîr hene. Hewl didin ku lewaziya nav vê bi dest bixin. wekî rêbaz jî dibe ku malbaz û hin derdorên wan ji kampê bidin revandin û di ser wan de bandorê li kampê bikin.


Ramazan Bozan bal kişand ser hewldana hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê û vegot ku di hemû hiwildanan de rola wan jî heye. Hat diyarkirin ku mehek berê mi kaymakamê navçeya Mexmûrê re hevdîtin kirine. Di hevdîtinê de kaymakam diyar kiriye ku ew di nav şerekî dijî kurdan de cih nagirin. Ancax kaymakam bi xwe jî qebûl kiriye ku hikûmeta Herêmê piştgiriy siyaseta AKP’ê dike.

HEWLDANA ÎSTÎXBARATAN


Der barê kampê de xebatên îstîxbaratê jî tên meşandin. Bozan bal kişand ser bûyerek. Di bûyerê de koordînasyon sê alî ji vir demek berê ji Mûsiyê yekî wekî berpirs dişînin kampê. Qaşo armanca wê ev e ku kampê nas bike. Lê penaberan bertekeke mezin nîşanê wî dan. Li ser vê serî li Hewlêr û NY’ê dan. Li ser vê berpirs paşve hat kişandin.

HEWLDANÊN PÛÇ IN


Seroka Meclîsê Sezgîn diyar kir ku ji Ertûşê heta Mexmûrê şertên pir zor, ambargo û êrişên cihê reng re rû bi rû man. Heke penaberên kampê heta niha nehatine parçe kirin ne pêkane ku ji vir û şûn ve bên parçekirin. Sezgîn vegot ku kamp ji taxa yekemîn hata taşa çaremîn bûne malbatek. Dibe ku hin derdor xwe bixapînin û bikevin nav hewldanek wisa lê ev hewldan mehkumê têkçûnêye. Hat diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkê de di malgekî de girtî bê girtin û hê paşê jî serbest bê berdan, mafe xwendin û nivîsandina kurdî ya 4 hezar xwendevanên kampê bê qebîlkirin, nasnameya kurdî bê qebûlkirin dê vegara kolektîf pêk bê.

No comments:

Post a Comment