Friday, February 19, 2010

Mehmûd Osman; Divê Kurd madeya 140 ji bîr nekin



SILÊMANÎ, başûrê Kurdistanê -- Berbijarê li ser lîsta hevpeymanîya Kurdistanê yê li parêzgeha Silêmanîye Dr. Mehmûd osman ragihand , ku divê kurd ji bo pêkanîna hevpeymanîtîyê li gel alîyên Iraqî di kabîneya Iraqê ya bê de mijara bi cihanîna maddeya 140 ji bîr nekin.
© HAWAR NET 2010 Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin aîdî HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.

Endamê parlementoya Iraê yê li ser lîsta hevpeymanîya Kurdistanê Dr Mehmûd Osman da xuyakirin ,ku karê herî giring piştî bi davîbûna pirosesa
hilbijartinan dê pêkanîna hukûpmeta nû be. Mehmûd osman da xuyakirin , ku bi baverîya wî hukûmeta nû ya Iraqê wek hukûmeta niha bi hevpeymanîtîyê bihêt pêkanîn ji
berk u ti alîyek nikare piranîya dengan bi dest bixe.

Herweha Mehmûd Osman got alîyên Kurdistanî dê rolek giring die van hevpeymanîtîya de bibînin û divê ku alîyên kurd ji bp pêkanîna hevpeymanîtîyan bi alîyên din re mercên xwe hebin û kêmasîyên berî niha jî dûbare nekin. Mehmûd Osman ragihand , ku pêywîste kurd mifa ji ezmûnên xwe yên berê verbigre û pêgeha xwe li Iraqê xurttir bike û herwisa divê ku hewil bihên dan destûra Iraqê û maddeya 140 a destûra Iraqa federl bê cêbecîkirin. . (servîsa nûçeyên rojevê)

© HAWAR NET 2010

No comments:

Post a Comment