Monday, February 22, 2010

ZIMANÊ ME RÛMETA ME YE


22/02/2010

Tevgera Ziman û Perwerdehiya Zimanê Kurdî (TZPKurdî) bi mebesta 21'ê Sibatê Rojana Ziman a Cîhanê li Amedê, ji ber avahiyê KURDÎ-DER'ê heta parka Koşuyoluyê meşeke girseyî pêk anî. Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê li ber parka Koşuyoluyê daxuyaniyek de çapemeniyê û got: "Têkoşîna me ji bo ziman e û heta ku em van mafên xwe yên rewa û demokratîk bi dest bixin dê bidome. Bi van bîr û baweriyan em Roja Zimanê Dayikê û Sala Wekheviya Çand û Zimanan li hemû mirovên azadîxwaz pîroz dikin." Li parkê dersa metamatîkê ya bi kurdî hate dayîn.
TZPKurdî, bi mebesta Roja Ziman a Cîhanê li Amedê meşeke girseyî pêk anî. Di nav de Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Metîn Kilavuz, şaredar û siyasetmedarên kurd, nivîskar û rewşenbîr jî heyî girseyeke qerebalix li ber Avahiyê Navenda Giştî ya KURDÎ-DER'ê li hev civiyan û heta parka Koşuyoluyê meşiyan. Hejmara girseya ku her çû zêdetir bû li nêzî Koşuyoluyê bû nêzî 8 hezar kesî. Beşdaran dowîzên daxwazên gelê kurd ên ji bo maf û azadiyên xwe û perwerdehiya bi zimanê zikmakî hilgirtîn û li pey parkartên ku bi kurmancî, dimilkî û tirkî 'Asîmîlasyon sûcê mirovahiyê ye' û 'Em perwerdehiya bi zimanê zikmakî dixwazin' li ser nivîsandibû meşiya û slogan wekî 'Jiyan bi ziman xweşe' gotin.

HÊVIYAN DIŞIKÊNIN
Piştî meşa bi 'Sirûda Çerxa Şoreşê' li Koşuyoluyê bi bi dawî bû li ber parka Koşuyoluyê li ser navê TZPKurdî, Serokê Giştî yê Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) Dr. Remzî Azîzoglu daxuyaniyek de çapemeniyê. Azîzoglu bi pîrozkirina rojê dest bi axaftina xwe kir û wiha got: "Par em bi hêviyên mezin ketin sala nû. Nîqaşeke geş û gur li ser kurdan hebû. Bi vê yekê re rewşa zimanê kurdî bi berfirehî dihat nîqaşkirin. Her çiqas di warê zimanê kurdî de ji bilî TRT 6'ê tu gavên berbiçav nehatibûn avêtin jî, vê nîqaşê hêviya aştî û çareseriyê dida mirovan. Lê mixabin hê em negihîştibûn nîviya salê, li şûna ku operasyonên leşkerî rawestin deriyê aştî û aramiyê vebe, operasyonên siyasî li ser siyasmedarên kurd dest pê kir. Tevgera kurd ji bo vekirina riya çareseriyê, komên aştiyê şandin Tirkiyeyê, lê îcar pêşwazîkirina wan koman bû hinceta êrîşên li ser saziyên demokratîk.  Operasyonên siyasî û   leşkerî, girtina DTP'ê wekî  aşîtekê bi ser hêviyên me yên çareseriyê de hat, wekî lehiyekê hêviyên me dane ber xwe û malaştin. Ji ber vê rewşê em bi xemgînî Roja Zimanê Dayikê ya îsal pêşwazî dikin."

WEKHEVÎ XWEST
Azîzoglu li ser girîngiya Roja Ziman a Cîhanê rawestiya û wiha pê de çû: "Em jî wekî Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî ji sala 2006'an vir de vê rojê bi çalakiyên cur bi cur pîroz dikin. Îsal jî saziyên kurd,dê vê rojê bi çalakiyên mîna şahî, daxuyanî, panelan pîroz bikin. Neteweyên Yekbûyî sala 2009'an wekî "Sala Zimanan" diyar kiribû, di asta navneteweyî de jî gelek çalakî pêk hatin, lê mixabin li Tirkiyeyê di warê parastina zimanên ji bilî tirkî de tu xebat nehat kirin, bi vepêçan ji bo pişaftina mirovan gelek tişt hatin kirin.
Sala 2010'an ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve wekî "Sala lihevkirina çandî" hatiye diyarkirin. Em dikarin vê salê wekî "Sala wekheviya çand û zimanan" bi nav bikin û ji bo vê yekê xebatê bikin. Em bang li hemû mirovên azadîxwaz dikin ku Roja Zimanê Dayikê ya Sala 2010'an bikin destpêka têkoşîna azadî û wekheviya çand û zimanan."

'TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN'
'Em hêvîdar in, ji ber ku têkoşîna gelê kurd a ji bo parastin û pêşvebirina kurdî ji aliyê hişmendî û rêxistinî ve her ku diçe xurtir dibe.' Azîzoglu di dewama van gotinên xwe de hêvîdariyên xwe yên ji bo pêşeroja zimanê kurdî anîn ziman û wiha dirêjî de gotinên xwe: "Bi van hêviyan em têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê xwe geştir dikin. Em bang li gelên din jî dikin ku doza azadiya çand û zimanên xwe bikin de ku em destên xwe bidin hev û ala wekheviya çand û zimanan berz û bilind bikin. Em dixwazin zimanê xwe ji pêla asîmîlasyonê rizgar bikin. Ji bo vê yekê jî divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bibe xwediyê statûyeke fermî. Têkoşîna me ji bo vê yekê ye û heta ku em van mafên xwe yên rewa û demokratîk bi dest bixin ew ê bidome. Bi van bîr û baweriyan em Roja Zimanê Dayikê û Sala Wekheviya Çand û Zimanan li hemû mirovên azadîxwaz pîroz dikin"

‘DIBISTANA AZAD’
Piştî axaftinê li Koşuyoluyê kursî hatin danîn û 'Dibistana Azad' hate avakirin. Hevserokê BDP'ê Selhattîn Demîrtaş û nûnerên saziyên sivîl jî wekî şagirt di dibistanê de rûniştin. Dersa Matematîkê ya bi kurdî ji hemû beşdarên meşê eleqeyeke mezin dît. Piştî ders hate dayîn ji Berdevkên TZPKurdî Hatîce Şen, daxuyaniyek de û diyar kir ku zimanê kurdî dikare di her war û mijara  jiyanê de bê bikaranîn. Şen  got ku ew ê her pênçşem li parkeke Amedê dersa bi zimanê kurdî bidin.

Ji Komeleya Nivîskaran bang
Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê ji bo Roja Zimanê Zikmakî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Komeleyê bang li serwerên siyasî û civakî, kesayetên navdar ên kurd û sazî û dezgehên siyasî-civakî kir ku zimanê kurdî di her qadê de bi kar bînin, lê xwedî derkevin, dara jiyînê bi qelemê zimanê kurdî bitahmînin…
Komeleya Nivîsakên Kurd di daxuyaniya xwe de cih de van peyaman: “ Gelê kurd, gelê mîratxurê 33 şaristiyên li ser axa Mezopotamyayê şop û dewsên xwe hiştî; di nava sînorê Tirkiyeyê de, li Îran û li Sûriyeyê hê jî ji vî mafê xwe yê ku nebe nabe, mafê rewa û siruştî; ji perwerdehiya bi zimanê zikmakî bêsûd û bêpar e...” Komeleyê xwest ku ji dibistana seretayî heta bigihe zanîngehê mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî bixin bin nîrê qanûnî û vî mafê bingehîn ê şertê bi hev re jiyînê, di makaqanûnê de bê cihkirin.

Bila her malek bibe dibistanek

Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li ser navê Tevgergera Hîndekariya Ziman û Perwerdeya Wargeha Peneberan a Mexmûrê Dîcle Dag, xwest li hemberî polîtikayên bişaftinê şiyar bin û ji bo ku qirkirina li dijî ziman û neteweya kurd negihîje armanca xwe, pêwîst e her kurdek mala xwe vegerîne dibistana kurdî.
Tevgera Hîndekariya Ziman û Perwerdeya Wargeha Peneberan a Mexmûrê, bi mebesta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyaniyek de çapemeniyê. Li ser navê Tevgêrê Dîcle Dag daxuyanî xwend. Dag, bêdengiya li dijî bişaftina ziman jî rexne kir û wiha got: "Ji bo berjewendiyên xwe yên bazirganî pir caran van dagirkeran tengav dikin, lê li hemberî hoviya li ser vî zimanê herî kevnar nerazîbûnek herî biçûk jî nadin diyarkirin.
Dag, destnîşan kir ku di roja zimanê zikmakî de li gelek cîhanê ev roj tê pîrozkirin û welatê cîhanê li hemberî binpêkirina mafên ziman bê deng dimîne. Dag, ji gelê kurd xwest vê rojê bikin roja têkoşîna li dijî bişaftina ziman û xwest her kes li zimanê xwe xwedî derkeve. Dag, bang li rayedaran kir û wiha got: "Em bangî dagirkerên Kurdistanê yên digotin; 'Zimanê kurdî nikare bibe zimanê perwerde û wêjeyê' bila werin Mexmûr zimanê kurdî çawan bûye zimanê perwerde û wêjeyê bibînin. Bila dev ji mandêlkirina zimanê kurdî berdin. Bila bizanin ku gelê xwediyê wê hêzêye ku di bin hemû mercan de zimanê xwe bi parêze." Dag, bang li kurdan jî kir û ji hemû gelê kurd xwest li zimanê xwe xwedî derkevin û hemû malên xwe bikin dibistan û qada perwerdehiya ziman. 

Li Êlihê şahiya roja ziman

Li Mala Gel a Musa Anter a li Taxa Yavuz Selîm şahiyek pêk hat. Di haşiyê de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Êlihê Mehmet Şah Kaygusuz û nûnerên rêxistinên civakî jî heyî gelek kes beşdar bûn. Di salonê de pankartên "21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pîroz be" û "Em zarokên kurd in perwerdehiya bi kurdî dixwazin" hatin daliqandin û sloganên "Zimanê kurdî zimanê me ye" û "Zimanê me hebûna me ye" hatin berzkirin. Seroka Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Êlihê Evîn Bîlge, axaftinek kir û daxwazên xwe anîn ziman.

AMED/MAXMUR/ÊLIH

No comments:

Post a Comment