Monday, February 22, 2010

"Operasyon li dijî pergala jinê pêk hat"


22/02/2010

Delegeyên ku tevlî 1'emîn Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya Ekolojîk a BDP'ê bûn der barê konferansê de nêrînên xwe anîn ziman. Jinan di konferansê de bal kişand ser operasyona 14'ê nîsanê. Jinan, diyar kir ku operasyon ji bilî li hemberî DTP'ê û BDP'ê, li dijî pergala jinan pêk hatiye. 
1'emîn Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya BDP'ê li Navenda Çanda Mitanniyê ya Nisêbînê bi dirûşma 'Em xwe bi zanebûna jina azad bi rêxistin bikin, bi hesasiyeta jinê rêveberiyên herêmî yên azad û demokratîk ava bikin' hate lidarxistin. Ji her çar aliyên Tirkiyeyê jin tevlî konferansê bûn. Jinan bi tevlêbûna xwe careke din hêza xwe ya têkoşînê nîşan da. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê Fîlîz Koçalî, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, Şaredara Baglara Amedê Yuksel Baran, Berdevka Meclîsa Jinan a BDT'ê Fatma Kaşan û Endama Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Yildiz Aktaş, nêrînên xwe vegot. Şaredara Baglara Amedê Yuksel Baran, daxuyand ku ev konferans konferansa rêxistinbûn û plansaziyeyê. Baran, got ku di rêveberiyên herêmî de ji bo jinan devreya 3’yem e û wiha got: “Jinên kurd niha gihiştiye asteke gelek girîng. Operasyona ku di 14’ê Nîsanê de pêk hatî li hemberî rêxistina jinan a bi hêz bû.”

 Ayşe GOKKAN   Şaredara Nisebînê:Lêgerînek heye

Şaredara Nisebînê Ayşe Gokkan, bal kişand ser atmosfera konferansê û diyar kir ku ji hemû bajaran jin herikîn û hatin Nisebînê. Gokkan, destnîşan kir ku ev tişt bi serê xwe serkeftineke pir mezin e û nêzî 250 delege ji çar aliyên Tirkiyeyê û bajarên Kurdistanê hatin, ev tişt girîngiyê dide xuyakirin û wiha got: “Di atmosfera konferansê de jin gelek bi fikar bûn û di lêgerînê de bûn. Di nav hemû astengiyên serdestiya dewletê de jinên kurd gelek tişt bi destxistin; jin bûn endamên meclîsên şaredariyan, endamên giştî yên bajaran û bûn Şaredar. Ev  tişt lêgerîneke hîn zêdetir dike. Li Tirkiyeyê desthilatdarî heye. Dema jin bikevin rêveberiyan, legerînek dest pê dike û li ser modeleke çawa bê afirandin hûrbûnek çêdibe.”
Gokkan, destnîşan kir ku di vê konferansê de atmosfera herî girîng xwehîskirina jinan e. Gokkan, da zanîn li hemberî jinan tasfiye û êrîş pêk tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di konferansê de jinan jî anî ziman, jinan bi pêş bixin. Jinan di hemû şoreşan de, di desthilatariyan de û demên demokratîk de di cihên girîn de cih girt. Ji bo van jinan jî hate gotin ku heke, ji bo ku tu serdestiyê di destê xwe de bigirin divê yekem car li jinê bixe. Jin li herêman, di nav rêberî, gel de nasnameya civakê çawa derxe holê û wê nîqaşê berfireh dike. Konferans bi wî rengî bimeşe û jin li benda modeleke nû ye. Ev model dê desthilatariyê ji holê rake. Ji bo wê ji konferans gelek girîng e.”
Gokkan, da zanîn ku hemû delege bi coşin û ji bo pêşerojê nîqaşên berfireh pêk tînin. Gokkan, got ku dê jin çawa serkeftinê bi dest bixe, li hemberî êrîş û tasfiyeyê sekneke çava pêk bîne dinîrxine û wiha dom kir: “Jin li gel pirsgirêkên xwe ji bo çareseriya pirgirêka kurd dê çibike nîqaş dike. Ne tenê ji bo jinên kurd ji bo jinên Tirkiyeyê jî rêxistineke hevpar hewceye.”

Fatma KAŞAN  Berdevka Meclîsa Jinan a BDP’ê: Serkeftineke mezin e

Fatma Kaşan, diyar kir ku konferansa piştî operasyona 14’ê Nîsanê pêk hatî girîng e. Kaşan, destnîşan kir ku di rêveberiyên herêmî de jinan serkeftineke mezin pêk anî. Kaşan, destnîşan kir ku jin hem bi rê ve dibin hem jî xwe bi rêxistin dikin û her wiha jinên kurd dê ji Rojhilata Navîn re bibin mînak.

Fîlîz KOÇALΠ Endama PM’a BDP’ê:Xebatên jinên kurd mînak in

Fîlîz Koçalî, jî bal kişand ser operasyona 14’ê Nîsanê û diyar kir ku operasyon bi zanebûn pêk hat. Koçalî, got ku BDP’ê bi riya rêveberiyên herêmî daxwaz dike ku li dijî pergala heyî Modela Civakeke Demokratîk, Ekolojîk û Cinsiyeteke Azad bi afirîne û wiha dom kir: “Bi operasyona 14’ê Nîsanê rêvberiyên herêmî û jin hedef hatin girtin. Li gorî min xebatên jinên kurd li cîhanê nîn e û dê hemû kesan re bibe mînak. Ev delegasyon nîşaneya serkeftineyê. Li her herêmî jin, dayik, xwendekar, jinên xwendî û nexwendî tevlî konferansê bûn. Hemû jin li konferansê tecrûbeyên xwe parvedikin. Her wiha xebatên rêveberiyên herêmî yên BDP’ê gelek girîng e.

Yildiz AKTAŞ   Delegeya  Konferansê:Dê demokrasiyê biafirînin

Delegeya konferansê Yildiz Aktaş jî nêrînên xwe wiha anî ziman: “Tevgera Jinên Kurd li her qadê gotinên xwe yên der barê rêxistinbûna xweser û demokratîk de tîne ziman. Bi rêveberiyên herêmî jin dê demokrasiyê biafirînin. Jinên kurd dê hedefa xwe bêtir mezin bikin. Jinên tirk jî bi saya rêxistinbûna jinên kurd dê azadî û rêxistinbûna xwe xurt bikin.”MARDİN/DÎHA

No comments:

Post a Comment