Friday, February 19, 2010

Ji bo perwerdeya kurdî hezar û 353 daxwazname


19/02/2010

Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Îzmîrê, bi boneya "21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê" meşek li dar xist. Di meşê de pankarta "Êdî bes e, em perwerdehiya bi zimanê xwe dixwazin" vekirin û sloganên "Biratî wekhevî zimanê zikmakî" û "Em perwerdehiya bi zimanê zikmakî dixwazin" berz kirin. Li ser navê komê Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Îzmîrê Mustafa Borak, daxuyanî xwend. Borak, xwest ku polîtîkayên bişaftinê û zextên li ser kurdî bi dawî bibin. Borak, anî ziman ku divê perwerdehiya bi kurdî ji dibistana seratayî heya zanîngehê bê dayîn û wekî zimanê fermî yê duyemîn bê qebûlkirin.Piştî daxuyaniyê, Şaxa KURDÎ-DER'ê hezar û 353 daxwaznameyên bi daxwaza "perwerdehiya ziman" kom kiribûn bi heyetekê teslîmî Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Îzmîrê kirin.

No comments:

Post a Comment