Wednesday, February 17, 2010

Li dijî kurdan wekî cêwiyan tevdigerin


17/02/2010

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demirtaş, pirsa “Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo çi radestî Tirkiyeyê kirin” kir û bal kişand ser hin peymanên piştî 15’ê sibata 1999’an hatine mohrkirin. Demirtaş wiha got: “Ev 11 sal in îradeya çareseriya Tirkiyeyê li Îmraliyê tê girtin. Ev 11 sal in pêşeroja Tirkiyeyê li Îmraliyê hatiye mehkûmkirin.” Demirtaş diyar kir ku Berdevkê Hikûmetê Cemil Çiçek ji Hatip Dicle re gotiye ku di warê hiqûqî de bi pirsgirêk e lê ev jî nîşan dide ku çiqas pirsgirêkên hiqûqî yên Cemil Çiçek hene.


Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demirtaş, di civîna koma BDP’ê de axivî û destnîşan kir ku wan vê hefteyê ji bo Aştiyê Hewldana Hunermendan re hevdîtin pêk anîne û wan careke din dîtiye ku di mijara çareseriyê de roleke mezin a hunermendan heye. Selahattîn Demirtaş da zanîn ku dê xebatên wan ên bi vî rengî dê bidomin.

ÎRADEYA ÇARESERIYÊ


Selahattîn Dermîrtaş, der barê 11’emîn salvegera anîna Rêberê


Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê jî hin nirxandinan kir û wiha got: “Duh (pêr) 15’ê Sibatê bû. Salvegera Komploya Navneteweyî ya ku bi radestîkirina birêz Ocalan a Tirkiyeyê gihîşt encamê bû. Em dixwazin her kes bifikire da ku vê komployê çi anî Tirkiyeyê û çi ji Tirkiyeyê bir? Ji van çalakiyên şermezarkirina komployê jî hikûmet berpirsyar e.” Demirtaş da zanîn ku hikûmet dixwaze partiya wan wekî berpirsyarê van çalakiyan nîşan bide û bi vê yekê jî xwe wekî mafdar nîşan bide. Demirtaş wiha li axaftina xwe zêde kir: “Heke piştî çalakiyan polîs êrîşê girseyê nekirina, çalakî dê ewqas mezin nebûna. Ev polîtîkayên ku li Îmraliyê tên meşandin, polîtîkaya recma dewletê ye. Lê hikûmet naxwaze ku gel 15’ê Sibatê fêm bike. Ev jî polîtîkaya bingehîn a dewletê ye. Ji ber vê jî provakasyonê dike û pevçûnan derdixe.” Demirtaş, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê em difirin ku bi sedan kesên bi munasebeta 15’ê sibatê nêrînên xwe anîn ziman, divê daxwazên wan bên fam kirin.


Dema em pêvajoya ji 15 Sibata 1999’en û vir de rêz bikin, em dê êrîşan baştir fam bikin. Yên ev yek kirin xwestin Tirkiyeyê bikşînin şerê navxweyî. Ger ev pevçûn nehatine jiyîn divê rolê me û Birêz Ocalan bê fêm kirin…Tirkiye li bendê bû ku PKK biqede û pirsgirêka kurd bi dawî bibe…Ev 11 sal in îradeya çareseriya Tirkiyeyê li Îmraliyê tê girtin. Ev 11 sal in pêşeroja Tirkiyeyê li Îmraliyê hatiye mehkûmkirin. Hikûmeta AKP’ê li şûna gavên çareseriya demokratîk bavêje, di polîtîkayên tunekirinê de israr dike. Em bang li hikûmetê dikin û dixwazin dev ji polîtîkayên înkar û îmhayê berdin. Pergala Îmraliyê ji çareseriyê re xizmetê nake. Vê pergalê xera bikin girtina li malê jî di nav de bila formulên çareseriyê bên dîtin.”


Demîrtaş, helwesta AKP’ê ya li dijî demokrasiyê jî rexne kir û da zanîn ku her çiqas CHP’ê û MHP’ê wekî cêwiyê hêkekê bi nav dike jî, di helwest û sekna xwe de tu cûdatiya AKP’ê ji MHP’ê û CHP’ê tune. Demîrtaş, anî ziman ku CHP, MHP û AKP cêwiyê hêkekê ne. Demîrtaş, bertek nîşanî girtinan da û anî ziman ku girtin li dijî siyaseta demokratîk û demokrasiyê ye. Demirtaş axaftina xwe wiha dom kir: “Piştî desthilatdariya AKP’ê girtîgeh tijî girtî bûn. Hêjmara girtî û hikumxwaran ji 57 hezaran derket 119 hezaran. Zêdebûn ji sedî 95 e.”


Demîrtaş, bal kişand ser rewşa zarokên girtî û rewşa zarokên girtî wekî ‘facîayê’ nirxand. Demîrtaş, destnîşan kir ku kapasîteya girtîgehan ji sedî sed zêde bûye. Temîrtaş, anî ziman ku herî zêde li Tirkiyeyê zarok girtîne û wiha got: “Li tu welatên Ewropayê ew qas zarok girtî tune. Bi taybetî li herêmê zarok ji “Emdamtiya rêxistinê” ve tên girtin. Pirsgirêk ne rêbaza darizandinê ye.”

MIJARA XABÛRÎ


Demîrtaş, balkişan de ser niqaşên Xabur û gavên wê demê ji bo çareseriyê gavên girîng bûn lê ev gav baş nehatin fêmkirin. Demîrtaş, anî ziman ku hikûmetê berê ev gav watedar didît, lê pişt re li pey nesekîn û wiha got: “Piştî gavên demokratîk dan dest pêkirin li xaburê xitîmî û tu pêşvçûn neçêbû. Ev niqaş careke din gur bûne. Wekî berê min berdevkê DTP’ê dikir tu rayedarên me ji bo daketîna Xaburê bi rayedarên hikûmetê re tu tişt nexwastine. Di daxuyaniya birêz Turk de jî diyar e axiftin tenê ji bo ewlehiya Xaburê hatiye kirin. Agahiya birêz Hatîp Dîcle girtî şaş e. Birêz Dîcle jî xwastiya balê bikşine ser nakokiyên polîtîkayên hikumetê. Ve yekê em jî tevlî dibin.”

‘ZAROK KIRIN HEDEF’


Erdogan piştre çalakiyên ji bo 15’ê Sibatê hatine lidarxistin rexne kirin û dîsa zarok hedef girtin. Erdogan îdia kir ku zarok tên bikaranîn û wiha got: “Duh li hin bajaran çalakiyên ‘provakatîf’ pêk hatin. Hemû cîhan dizane ka çalakiyên demokratîk çawa pêk tên. Keviravêtin, molotofkirin û bi gefan dikan girtin ne çalakiyên demokratîk in. Bêwijdanî û bêpirsyarî ye ku zarok di çalakiyên neqanûnî de bên bikaranîn.” Erdogan her wekîk daxuyaniyên xwe yên berê ku zarok hedef digirtin ji bîr kirine wiha got: “Zarok ji bo hesabên siyasî nayên qurbankirin. Xwîn ji piyê zarokekê me bê dilê me diêşe. Ne karê wijdanê ye ku zarok êrîş derdorê bikin. Çima rewşenbîr nerazîbûnê nîşanî vê îstîsmarkirinê nadin.”

GIRTIYÊN NEXWEŞ


Demîrtaş di axaftina xwe de li ser mijara tedawînekirina girtiyên nexweş ên wekî; Abdulsamet Çelîk, Taylan Çintay, Alî Guneş jî sekinî û wiha got: “Bi qasî 40 girtî niha di girtîgehan de li benda mirinê ne. Hikûmet bêdeng û bê eleqe dimîne. Ev mijar ji niha û pê de ji bo me mijara rûmet û şerefê ye. Em ê girtî û hikûmxwariyên nexweş ziyaret bikin û raporan der barê rewşa wan de amade bikin. Em destûrê nadin ku ew li benda mirinê bin.”

‘DERİYÊ BDP’E JI KARKERAN RE VEKIRIYE’

Hevserokê BDP’ê Demirtaş di axaftina xwe de piştgirî da karkerên TEKEL’ê û gotinên Serokwezîr Erdogan ên wekî ‘bila şaredariyên Amedê û Îzmîrê van karkeran bigirin kar’ bi bîr xist. Demirtaş axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me di vê mijarê de xebateke da dest pê kirin. Em û Birêz Baydemir ketin nav hin hewldanan. Ji bo çareserkirina pirsgirkêka karkeran, çi ji destê me bê em dê bikin. 99 şaredariyên BDP’î amade ne ku ji bo karkerên TEKEL’ê fedakariyê bikin. Em ji şaredariyên AKP’ê jî van hêviyan dikin. Em amade ne. Berxwedana wan silav dikin.”


‘AZADIYA WELAT’ ANÎ ROJEVÊ

Demîrtaş bal kişand ser pêkanînên cudaxwaz ên li hemberî kurdî û wiha got: “Di çarçoveya ‘pêşîlêvekirin’a hikûmetê de qaşo axaftina hin zimanên ji bilî tirkî serbest hate berdan. Lê li girtîgeha Wanê girtiyekî xwest Azadiya Welat bixwîne, lê beramberî her hejmarê hezar û 80 TL pereyê wergerê ji girtî hate xwestin. Ev encama polîtîkayên hikûmetê nîşan dide. Li ser xêrê be. Li Midûrê Nivîsan ê Heman rojnameyê 21 sal ceza hate birîn. Belê hûn dibînin ku ‘Pêşîlêvekirina Demokratîk’ bi hemû heybeta xwe didome.”ENQERE - DÎHA

No comments:

Post a Comment