17/02/2010 |
|
Organîzasyona Rojnamegerên Sînornenas (Reporters Without Borders) a navneteweyî, bi daxuyaniyeke nivîskî, zext û zordariyên li ser çapemeniya kurd şermezar kir. Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku ev zextên li ser çapemeniya kurd nehiqûqî ne û hate bibîrxistin ku jixwe qanûnên Tirkiyeyê jî li gorî dewleteke demokratîk û hiqûqê nîn in. Rojnamegerên Sînornenas bal kişand ser Azadiya Welat rojnameya yekemîn a ku weşana kurdî ya rojane dike û zextên li ser wê jî her didomin. Rojnamegeran wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: "Midûrê Karên Nivîsan û Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Azadiya Welat Ozan Kilinç, li Amedê bi 21 sal cezayê girtîgehê hat cezekirin. Bêguman bi qedexekirina azadiya ramanê û nedîtina daxwaziya kêmarên li Tirkiyeyê, rê li ber zextan nayê girtin." TMK BÛYE AMÛRA ZEXTAN Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Ozan Kilinç bi hinceta 'propagandaya PKK'ê kiriye' hatiye cezakirin û wiha lê hat zêdekirin: "Kilinç roja dadgehê li wir ne amade bû. Lê dadgehê biryara cezekirina wî da. Bi biryara dadgehê mafê wî hate binpêkirin. Heman demê parezerê wî, ji bo temyîzê nivîsek pêşkêşî dadgehê kir. Kilinç wekî gelek kesên din, bû qurbanê Qanûna Têkoşîna bi Terorê re ya bi hejmara 3713'yan. Qanûn bûye navgîn û amûreke herî xurt a di destê dewleta Tirkiyeyê de ku mirovan bêdeng bike. Li gorî Bianetê; di 2009'an de 22 jê rojnameger 47 kes ji ber azadiya ramanê hatine darizandin. Ji wan re 58 sal ceza tê xwestin û bi qasî 9 hezar û 740 TL ceze hatiye birîn. Kilinç jî ji heman qanûnê, bi benda 220'an hatiye cezekirin." Rojnamegeran di daxuyaniya xwe de sekna dadgehê jî rexne kir û li ser mijarê wiha hate gotin: "Li gorî parêzerê Ozan Kilinç, Servet Ozen di darizandina Kilinç de di warê pêşkêşkirina dokumenan de kêmasî hene. Dadgeh kêmasiyên xwe nabîne û ji Kilinç re ceze dibire. Biryara dadgehê, neqanûnî ye. Em ê li dijî biryarê gavên pêwîst biavêjin." Di daxuyaniyê de, Organîzasyona Rojnamegerên Sînornenas bal kişand ku hin midûrên din ên Azadiya Welat jî di dema borî hatibûn cezakirin û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kirin: "Rojnameya ku li Amedê tê çapkirin, ji sala 1994'an ve gelek caran ketiye ber taqîbatên qanûnî. Li dijî Midûrê Karên Nivîsan ê berê Hamdullah Yilmaz jî 21 doz hatibûn vekirin. Mecbûr ma derkeve derve. Midûrê Berê yê Karê Nivîsan Vedat Kurşun bi propogandakirina PKK'ê hatibû sucdarkirin û niha girtî ye û di 18 ê sibatê dagehkirina wî tê plankirin. Gerînendeyê Giştî yê Azadiya Welat Tayip Temel ji ber nivîseke ku nivîsandî di çarçoveya Qanûna Terorê de bi 14 mehan hat cezakirin." Darizandina Ozan Kilinç, hêj didome. Niha der barê Kilinç de 2 dosyayên din jî hene û di van dosyayan de jî 5 sal ceza tê xwestin. AMED - DÎHA |
Wednesday, February 17, 2010
RWB’ê piştgirî da rojnameya me
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment