Wednesday, February 17, 2010

Zarokên xwe ji bombeyan parastin


17/02/2010

11’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li Kurdistan, Tirkiyê û Ewropayê hate şermezarkirin. Di çalakiyên şermezarkirinê de jinan dîsa gotinên xwe dubare kirin. Dayikên kurdistanî li qadan hem daxwazên xwe yên bi salan anîn ziman û roja reş şermezar kir hem jî zarokên xwe li hemberî êrîşên polîsan parastin. Dayikek di navbera çalakvan û polîsan de li derdora xwe mêze dike. Ji aliyekî ve kevirên çalakvanan û ji aliyekî ve jî bombeyên gazê yên polîsan. Dayika kurd bi awirên xwe hêrsa xwe tîne ziman.

No comments:

Post a Comment