Wednesday, February 17, 2010

Alfabeya kurdî kirin alfabeya fermî


17/02/2010

Helîn CUDÎ - ERÎVAN/ANF

Kurdên li Ermenistanê ji sala 1941’an û şûn ve perwerdehiya xwe ya kurdî ya li Ermenistanê bi alfabeya kirîlî didît. Piştî têkoşîna demdirêj perwerdehiya bi alfabeya latînî ya bi kurdî bi aweyekî fermî dan qebûlkirin.


Bi awayê fermî qebûlkirina alfabeya latînî ya bi kurdî li Navenda Çand û Zimanê Kurdî ya Elegezê bi civîneke berfireh hat aşkerakirin. Di civînê de keyayên gundên kurdan, midûr û mamosteyên dibistanan, rewşenbîr û siyasetmedar û navdarên kurd beşdar bûn.


Di civînê de hat gotin ku ligel zimanê fermî yê ermenkî dê hefteyê 3 saetan perwerdehiya kurdî li polên yekemîn û duyemîn ên dibistanên seretayî bê dayîn. Ji bo van pirtûk û materyal hatine amadekirin. Her wiha dê ji bo heta pola 12’emîn jî pirtûk û materyal bên amedekirin.


Di civînê de Serokê Şêwra Gelê Kurdên Ermenistanê Kînyasê Hemîd axivî. Di axaftina xwe de got ku kurd demeke dirêj e li Ermenistanê dijîn û ji bo zarokên kurd li vir bi alfabeya latînî ya kurdî perwerdehiyê bibînin têdikoşiyan.


Kînyasê Hemîd wiha pê de çû: “Ji dema Sovyetê ve pirtûkên me yên perwerdehiyê bi tîpên kîrîlî hatibûn nivîsandin. Perwerdehî jî wisa dihat dîtin. Piştî hilweşîna Sovyetê, ev bû 20 sal in ku pirtûkên me nayên weşandin. Bi piştgiriya midûrên dibistanan, mamosteyan, keyayên gundan û rewşenbîran li Ermenistanê alfabeya latînî bi awayê fermî hat qebûlkirin û perwerdehiya bi kurdî ya latînî jî dest pê kir.


Alfabeya latînî ya ji 31 tîpan pêk tê wek afirandina hêza hevgirtî ya 40 mîlyon kurd tê qebûlikirin. Hat gotin ku wan jî di vê çarçoveyê de gaveke mezin avêtiye û ji yekitiyê re xizmeteke mezin kirine. Kînyasê Hemîdî aşkera kir ku armanca wan ev e ku zarokên kurd di nav vê pergala yekitiyê perwerde bibin û bi riya alfabeyê zimanê xwe yê neteweyî hîn bibin da ku bibin neferên yekitiya gelê xwe.


Edîtorê rojnameya kurdî ya Zagrosê û Nivîskarê Pirtûka Kurdî ya Dersên Kurdî Elîxanê Memê jî got ku bi awayê fermî qebûlkirina alfabeya kurdî geşedaneke pir girîng e û geşedan li gelê kurd pîroz kir.

No comments:

Post a Comment