17/02/2010 |
|
Encamnameya Konferansa TEV-ÇAND’ê ya Ewropayê hate îlankirin. Di encamnameyê de ji nû ve sazkirina Koma Berxwedan bû biryar. Koma Berxwedan dê ji nû ve bê avakirin. Encamnameya 1’emîn Konferansa TEV-ÇAND’ê ya di navbera 9-10’ê sibatê de li bajarê Kolna Almanyayê pêk hatî, hate aşkerakirin. Di encamnameyê de hate gotin ku biryara ji bo ji nû ve avakirina Koma Berxwedan hatiye girtin. Di encamnameyê de bibiryarbûna li hemberî bêrêxistinbûna li Ewropayê tê jiyîn, ji nû ve sazkirina çanda berxwedanê hate îfadekirin. Di encamnameyê de bi xwe sînorkirina livbaziyên çandî ya TEV-ÇAND’ê wekî kêmasî hate dîtin û wiha hate gotin: “Berhemên di qada muzîkê de tên afirandin bê qelîte, di berhemên muzîkê de hevşibîn pêş dikeve, di bin navê modernîzbûnê de muzîk tê xerakirin, berxwedana gelê kurd afirandiye, peroş, heyecan, êş û bextewarî nayên nîşan dan.” JIYANA MODERNÎST Di encamnameya Konferansa TEV-ÇAND’ê de wiha hate gotin: “Di klîban de bêcih nîşandana dîmenên Serokatî û gerîlayan, hezkirina ji bo jiyana modernîteya kapîtalîst û xweşnîşandina terzê ve jiyanê bûye mijara nîqaşan û sazkirina komîsyoneke li ji bo parastina rêgez û çanda me, di vî warî de pir girîng e. Di vê kevneşopiya Koma Berxwedanê ya berxwedêr, afîrener, kedkar û fedakar mînak bê girtin. Û biryara ji nû ve avakirina Koma Berxwedanê hatiye dayîn.” Têrnekirina ku hunermend dijî jî di encamnameyê de hate îfadekirin û wiha pê de çû: “Di serî de Rêber Apo, şehîdên ku afirînerên nirxên me ne, gerîlayên leheng, hevalên di zindanan de û ji hemû gelê me lêborîn hatiye xwestin û helwesteke xwerexnegir esas hatiye girtin.” Di encamnameyê de, hate îfadekirin ku konferansa pêk hatî, li hemberî komkujiya leşkerî, aborî, siyasî û çandî ya li ser gelê kurd tê ferzkirin; hunermenda afireneriyeke ku jê tê hêvîkirin nîşan nedaye, sekneke ji gel û saziyan dûr derketiye pêş û ev jî bûye mijara rexne û xwerexneyê. Herî dawî jî hate bibîrxistin ku hunermend û rewşenbîr ‘divê wekî wijdana gel tevbigerin’ û ji bo ku vê berpirsiyariya xwe bînin cih divê rêbazên xwe destnîşan bikin. PERWERDEHÎ ESAS E Ji bo ku pirsgirêkên heyî bêne deralîkirin, hin pêşniyar hatin kirin û wiha hate gotin: “Ji bo ku pirsgirêkên tên jiyîn ji holê bêne rakirin; hunermendên me di çarçoveya pêşbîniya paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk û civaka komûnal de xebatên xwe bimeşînin û di xebatên xwe de van exlaq û rêgezan esas bigirin. Di ser her tiştî re xebatên ji bo xweperwerdekirinê giranî danin ser. Ewilê hunermendên ciwan, li her qadê ji qadên herêmî û giştî xebatên perwerdehiyê bêne plankirin.” KOLN |
Wednesday, February 17, 2010
Ji nû ve Koma Berxwedan
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment