HEWLÊR, başûrê Kurdistanê -- Hilbijartinên Iraqê de dê ji bo Kurdistana Federal encamên girîng derkeve.
© HAWAR NET 2010 Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin aîdî HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.
Li Iraqê ji bo hilbijartinan dema propagandayê destpêkir. Kurdên başûrê Kurdistanê bi listeyên cûda tevlî hilbijartinê dibin. Ji bo Kurdistana Federal bi taybetî di mijarên pêşeroja Kerkûkê û hin derverên din û di meseleyên aborî de di hilbijartinan de desxistina serkeftineke xûrt pir girîng e.
Listeya herî xwedî îdda Listeya Hevpeymaniya Kurdistanî ku ji PDK, YNK û 14 partiyên din pêk te ye. Wek tê zanîn di hilbijartina bihûrî ya Iraqê de ji xeynî Yekigrtiya îslamî hemû partiyên din bi Listeya Hevpeymaniya Kurdistanî tevlî hilbijartinê bûbûn. Vê carê tevgera Goran ku di hilbijartinên navxwe ya Kurdistana Federal de serketinek mezin bi dest xistibû bi lîsteyeke cûda tevlî hilbijartinê dibe. Her wiha lîsteya din jî lîsteya Yekgirtiya Îslamî ye.
Kurd bi taybetî ji bo li Kerkûkê bidestxistina serkeftineke mezin hewl didin. Ger lki Kerkûkê Kurd zêdeitrê kursiyan bidestbixin dê çareseriya mijara Kerkûkê jî hêsantir be.
Barzanî: Divê kurd di hilbijartinan de serbikevin
Serok Barzanî kombûnek berfireh li gel berpirsên liq û mekteba nawendî û kargêr,endamên liqan, berpirs û endamên komiteyên Partiya Demokrat a Kurdistanê darxist. Herweha di vê kombûnê de, Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê partîyê, Fadil Mîranî sekreterê mekteba siyasî û endamên komiteya nawendî jî amade bûn.
Mesûd Barzanî aşkere kir ku li gor pisporan, kurd dikarin di hersê parêzgehên Herêma Kurdistanê(Dihok, Hewlêr, Silêmanî) û navçeyên ku ji Kurdistanê hatine cudakirin de, nêzî 60 kursiyan bi dest bînin.
Barzanî cext li ser wê yekê jî kir ku yasay hilbijartinan a Iraqê xeletiyên mezin tê de ne û divê di ayîndeyê de ji bo çareserkirina wan kar bê kirin.
Barzanî got: “Divê di dema dengdanê de alîkariya xelkê bê kirin. Çimkî hemû xelkê me xwendevan nînin. Lewra pêwîst e rê neyê dayîn ku li ser sindoqan fêl bên kirin.”

Pravakasyona Tirkmenên di bin kontrola Tirkîyeyê de
Digel ragihandina Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê û şahiya cemawerî li ser qelaya Kerkûkê, bi hezaran genc piştgirî li LHK’ê dikin û rojane li ser cade û kolan û hemû taxên Kerkûkê propaganda ji bo lîsteya xwe dikin. Lê duhî du gencên kurdên Kerkûkê (Arî Necat Sabîr û Mihemed Xizir) li ser rêya Bexdayê li Kerkûkê ji aliyê çend çekdarên nenas ve hatin gulebarankirin û di encamê de Mihemed Xizir canê xwe ji dest da, Arî Sabîr jî birîndar bû.
Berpirsê polîsê Kerkûkê Cemal Tahîr da zanîn ku lêkolîna li ser vê rûdanê dest pê kiriye û hê ne diyar e ka êrîş ji aliyê kîjan hêzan ve hatiye pêkanîn.
Şeva bihurî li bajarê Kerkûkê di navbera alîgirên Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê û alîgirên Eniya Turkmen a Iraqê de teqe hate kirin.Rêvebirê polîsê qeza û nehiyeyên Kerkûkê Serhad Qadir di daxuyaniyekê de aşkere kir ku şeva bihurî li taxa Riya Bexdayê ya li bajarê Kerkûkê di navbera alîgirên Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê û alîgirên Eniya Turkmen a Iraqê de teqe hatiye kirin lê tu ziyana canî çênebûye. Qadir diyar kir ku ew rê nadin alîgirên çi lîsteyekê çekan hilgirin.
Çavkaniyek ji Kerkûkê jî aşkere kir ku destpêkê alîgirên Eniya Tirkmena Iraqê teqe li alîgirên Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê kirine, paşê teqe ji aliyê herdu aliyan berdewam kiriye.

Li Parêzgeha Dihukê De Zêdetirî Nîv Milyon Welatî Xwedan Mafê Dengdanêye
Serokê Komisyona bilind ya hilbijartinan a li Dihukê Beyar Tahêr Doskî ragihand ku, 228 navendên dengdanê li Parêzgeha Dihukê de li ser 1470 cîhan hatine dabeşkirin.
Çavkanî di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, li seraserê Parêzgeha Dihukê de 581 hezar û 22 welatî xwedan mafê dengdanêne.
Li Slêmaniyê alozî
Di dû şevên borî de li nav Bajarê Silêmaniyê, di dema propagandeya hilbijartinê de, çend caran fîşk teqiyan, lê berpirsên hêzên ewlekariya bajêr dibêjin ew teqekirina han nebûye sedema ziyanên canî û herwiha kesek jî birîndar nebûye.
Ligel nêzîkbûna dema hilbijartinan, hemle û ahengên propagandeya hilbijartinê li Silêmaniyê germûgur dibin û heta derengê şevê jiber hewar hewara alîgirên lîsteyan, qornelêdan û qerebalixbûnê zirmênî ji cade û kolanên bajêr tê.
Kurd paşdexistina hilbijartina parlamentoya Iraqê red kirin
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên diyar kir ku piştî pesendkirina biryara pêkanîna hilbijartinê di 7’ê meha adarê de, niha egera paşdexistina hilbijartinê dûr e.Hisên got: “Eger dema hilbijartinê bi awayekî fermî bê paşdexistin, wê demê Herêma Kurdistanê dê helwesta xwe nîşan bide.”
Hevdem berdevkê fesmî yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Kawe Mahmud jî derhevê vê mijarê de got:” Em dixwazin hilbijartin di dema xwe de bi awayekî paqij bê pêkanîn. Em naxwazin hilbijartin bê paşdexistin.” (HAWAR NET.com / Puk media, Pna, Ajasanên Cûda, Ktv, Zagros)
No comments:
Post a Comment