Tuesday, February 16, 2010

LI GEVERÊ POLÊSAN A.K. YÊ 12 SALÎ BI GIRANÎ BIRÎNDAR KIR

LI GEVERÊ POLÊSAN A.K. YÊ 12 SALÎ BI GIRANÎ BIRÎNDAR KIR

Polêsên ku li Cizîrê beriya çend mehan Mehmet Uytun ê18 mehî bi bombeya gazê qetilkirin, vê carê jî li Geverê A.K. yê 12 salî bi giranî birîndar kir.

LI GEVERÊ POLÊSAN A.K. YÊ 12 SALÎ
BI GIRANÎ BIRÎNDAR KIR

polîslerîn gaz bombasi attigi bol sahne var, dunku diger goruntuler'de de vardi...
Polêsên tirk li Geverê ji bo ku nerazîbûna gel û serhildana li Geverê bi tepisîne, bê hed û hesab bombeyên gazê bi kar anîn.

Yek ji van bombeyan li serê A.K'yê 12 salî ket.

A.K. bi giranî birîndar bû û ew pêşî rakirin nexweşxaneya dewletê ya Colemêrgê.

Piştî dermankirina lezgîn a li vir, ji ber ku rewşa A.K'yê 12 salî giran bû ew rakirin nexweşxaneya dewletê ya Wanê.

Li aliyê din polêsan bombeyên gazê avêtin mala malbata Şedal jî û bûn sedem ku du kes ji ber gazê bi jehrê bikevin.

Di pîrozbahiyên Newroza par de polêsan Fixredîn Şedal ji heman malbatê bi guleyan qetil kiribû.

No comments:

Post a Comment