|
Çalakiyên şermezarkirina 15'ê Sibatê li Ewrûpayê doh êvarê jî dewam kirin.
Li paytexta Awûstûryayê Viyanayê, kurdistaniyan bi meşeke meşaleyî bêbextiya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kir.
KURDISTANIYAN LI PAYTEXTA AWÛSTURYAYÊ VIYANAYÊ
BI MEŞEKE MEŞALEYÎ KOMPLO RÛREŞ KIR
Kurdistaniyên li paytexta Awûsturyayê Viyanayê li ber avahiya operaya navendî civiyan û ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê meşeke bi meşaleyan li dar xistin.
Xwepêşandaran pankarteke reş a bi elmanî li ser nivîsandî 'Namûsa me Azadiya me ye hilgirt.
Wekî din posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCKê û PKKê hatin hilgirtin.
Kurdistaniyan ji bo agahdarkirina raya giştî ya Awûsturyayê jî belavok belavkirin.
Meşa Kurdistaniyan li pêşiya avahiya serokwezaretiya Awûsturyayê bi mîtîngekê bi dawî bû.
No comments:
Post a Comment