Tuesday, February 16, 2010

DI XWEPÊŞANDANAN DE 25 KES BIRÎNDAR BÛN 35 JÊ ZAROK 110 KES JÎ HATIN BINÇAVKIRIN

DI XWEPÊŞANDANAN DE 25 KES BIRÎNDAR BÛN 35 JÊ ZAROK 110 KES JÎ HATIN BINÇAVKIRIN

Doh li sersanserê Kurdistanê, gelê Kurd li dijî komploya 15'ê Sibatê daket meydanan...

Lê polêsên dewleta Tirk ên xwe li çalakiyên Kurdan ranegirtin, bi bombeyên gazê êrîşî wan kirin..

Di encamê de, 4 jê bi giranî, 25 kes birîndar bûn...

17 jê zarok 21 kes hatin girtin û 35 jê zarok, 110 kes hatin binçavkirin...

Doh di xwepêşandanên li Stenbol, Colemêrg, navçeyên wê Çelê û Geverê, ji ber êrîşa polêsan 4 jê bi giranî 25 kes birîndar bûn...

Di xwepêşandanên li Amed, Batman, Stenbol, Colemêrg û Mêrsînê de jî, 35 jê zarok bêhjirî 110 kesî hatin binçavkirin..

Li Wan, Mûş Batman û Agiriyê jî, ji kesên hatin binçavkirin, 14 hatin girtin...


7 RÊVEBER Û ENDAMÊN BDP'Ê LI AGIRÎ
HATIN GIRTIN
Beriya 15'ê Sibatê jî, li Agirî û Wanê di bin navê KCK'ê de, operasyon pêk hatin û di encamê de, gelek rêveberên BDP'ê hatin binçavkirin..

Kesên binçavkirî bi daxwaza girtinê şandin Dadgeha Cezayê Giran ya Agiriyê...

Di encamê de, endam û rêveberên BDP Gökmen Çîftçî, Nevzat Tekîd, Şefîka Bîlîcî, Hamît Dilbahar, Îlhan Çelîk, Cesîm Göktepe û Saîme Bayar bi bahaneya endamên KCK'ê ne, hatin girtin..

No comments:

Post a Comment